Dewleta Tirk a dagirker bi desteka komeleyeke ewropî avahiyên mêtîngeriyê li navçeya Cindirêsê û mizgeftekê li navenda bajarê Efrînê ava dike.
Dewleta Tirk a dagirker demografiya kantona Efrînê didomîne. Li gorî agahiyên ku ji Efrînê hatine wergirtin, çeteyên “Lîwaa El-Weqas” ya girêdayî artêşa Tirk projeyeke avakirina yekîneyên niştecihbûnê yên mêtîngeriyê li Çiyayê Qazqelî yê gundê Tatara yê navçeya Cindirêsê daye destpêkirin.
Çavkaniyan diyar kirin ku li gorî projeyê dê li çiyayê Xorşîd 400 yekîne, li çiyayê Hec Mihemed 350 yekîne û li çiyayê Sebîla 300 yekîne werin avakirin. Ev rêzeçiya di navbera navçeyên Şiyê û Cindirêsê de ne.
Çavkaniyan gotin, yekîneyên mêtîngeriyê ji cihên giştî wekî mizgeft, dibistan û bîran jî pêk tê.
Li aliyekî din jî Gerînendeya Ewqafê ya bajarê Hatay yê Tirkiyê projeya avakirina mizgefteke ji 2 qatan li gundê Hec Hisno yê Şiyê temam kir. Ev proje 20’ê Nîsana borî hatibû destpêkirin ku şûna dibistana gund mizgeft hate avakirin.
Girêdayî heman mijarê, desthilata Tirk bi desteka komeleyeke civakî ya Awusturyayê mizgeftekê li taxa Zeydiyê yê navenda bajarê Efrînê ava dike.
Dewleta Tirk bi navên mirovî û bi destek û finansekirina ji aliyê hin komeleyên ewropî û yên kendavê ve avakirina bi dehan avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê didomîne da ku malbatên çeteyan û yên tirkman û yên Filistînê lê bi cih bike.
Dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiyeke navneteweyî de polîtîkayên guhertina demografîk û qirkirina etnîkî li dijî niştcihên resen didomîne.
ANHA