Dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 5 hezar çete Sûriyê derbasî herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê kirin. Hate zanîn ku dewleta Tirk plan dike ku van çeteyan di şerê li hember gerîla û dagirkirina Başûr de bi kar bîne.
Rojnewsê nûçeya xwe spart çavkaniyeke taybet û ragihand ku dewleta Tirk a dagirker dê çeteyên El-Nusra, Îxwan Muslimîn, Tehrîr El-Şam, Ehrar El-Şam û çeteyên bi navê Artêşa Azad di êrişa dagirkeriyê ya li ser gerîla û Başûrê Kurdistanê de bi kar bîne.
Çavkaniyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 5 hezar çeteyên biyanî yên li Sûriyê veguhastine deverên sînorî yên Bakur û Başûrê Kurdistanê. Çavkaniyê da zanîn ku armanc ji anîna van çeteyan ew e ku di şerê li dijî gerîla û dagirkirina Başûr de bi kar bînin.
Heman çavkanî der barê derbaskirina çeteyan de diyar kir ku çeteyên ku hatine derbaskirin ji beriya niha di êrişa dagirkirina li ser Rojava de li gel artêşa Tirk û DAIŞ’ê di nava komên El-Nusra, Îxwan Muslîmîn, Tehrîr El-Şam, Ehrar El-Şam û Artêşa Azad de cih girtibûn. Li gorî çavkaniyê, çete li cihê di bin desthilatdariya PDK’ê re derbas bûne û li nav baregehên hêzên Zêrevanî de hatine bicihkirin.
Li gorî çavkaniyê ragihandiye, tê plankirin di dema pêş de van çeteyan bişînin herêmên şer, piştre jî ji raya giştî re bêjin PKK êrişî pêşmergeyan dike.
ANHA