DOLAR
12,4902
EURO
14,1332
ALTIN
720,04
BIST
1.776
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sağanak Yağışlı
14°C
Diyarbakır
14°C
Sağanak Yağışlı
Pazartesi Parçalı Bulutlu
16°C
Salı Parçalı Bulutlu
17°C
Çarşamba Gök Gürültülü
13°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
12°C

HPG: Dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyawî bikar tîne

21.08.2021
0
A+
A-

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî bikaranîna dewleta tirk a dagirker a çekên kîmyawî li dijî tûnelên şer daxuyanî da û piştrast kir ku berxwedana gerîla berdewam e.

HPG’ê têkildarî êrîşên Tirk ên li ser Wan, Metîna, Avaşîn û Şirnexê û berxwedana gerîla agahî da.

Daxuyanî wiha ye:

”1. Artêşa TC’ê ya dagirker 19’ê Tebaxê li Şaxê ya Wanê, qada Kato Xelîla piştî ku bi balafirên şer û helîkoptêrên êrîşê bombe kir operasyoneke berfireh a dagirkirinê da destpêkirin. Agahiyên berfireh ên derbarê operasyona domdar piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin.

Li herêma Metîna;

-20’ê Tebaxê saet di navbeyna 20:00-22:30’î de li xeta Qaşûra tevgera helîkoptêran çêbûye. Eynî saetan li navçeya Amediyê Kanî Masiyê gundê Kêste, Hirorê, Serarû, Deşîşê, Êdinê, qadên Koordîne, Girê Zendûra, Kela Qumriyê bi helîkoptêrên êrîşê û obûsên qereqolên li ser sînor hatine bombekirin.

Li herêma Avaşînê;

Ji 19’ê Tebaxêû pê de artêşa TC’ê tûnelên şer ên li qada Werxêlê bi çekên giran bombe dike.

-20’ê Tebaxê saet heta 10:00’an tûnelên şer ên li qada Girê Sor bi teqemenî û çekên giran hatiye bombekirin.

-20’ê Tebaxê saet di navbeyna 10:30-14:30’n li dijî tûnelên şer ên li qada Werxêlê gaza kimyewî hatiye bikaranîn. Eynî rojê saet di navbeyna 14:30-01:00’an de li dijî tûnelên şer çekên giran û teqemenî hatiye bikaranîn.

Li ser qadê tevgera dronan didome.

Di daxuyaniya xwe de ya 16’ê Tebaxê me bi raya giştî re par ve kiribû, artêşa TC’ê ya dagirker 27’ê Tîrmeha 2021’an li ser Elkkê ya Şirnexê li qada Meydana operasyoneke berfireh a dagirkeriyê daye destpêkirin, dema êrîşên giran ên hewayî û şer hevrêyê me Jîn Ronî (Dicle Uzum) bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye. Dema şer hevrêya me Gulgeş Zîlan Serhat (Gulgeş Tatli) birîndar bûye di destê dijmin de hêsîr bûye. Hevrêya me Gulgeş li gel êşkenceta dij mirovî jî serê xwe li ber dewleta TC’ê ya dagirker netewandiye.”

ANF

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.