DOLAR
19,1620
EURO
20,8113
ALTIN
1.212,46
BIST
4.958,64
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
8°C
Diyarbakır
8°C
Az Bulutlu
Cuma Parçalı Bulutlu
14°C
Cumartesi Az Bulutlu
15°C
Pazar Az Bulutlu
18°C
Pazartesi Az Bulutlu
21°C

Desteya Tenduristiyê navenda Diyalîzê li Qamişlo vekir

30.09.2021
0
A+
A-

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê navenda Diyalîzê (şûştina gurçikan) li bajarê Qamişloyê vekir. Dermankirina nexweşan dê bê pere be.

Desteya Tenduristiyê navenda Diyalîzê li Qamişlo vekir

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê navenda Diyalîzê li taxa Elaya ya dikeve rojhilatê bajarê Qamişlo vekir.

Vekirina vê navnekê, gaveke girîng li herêmê ye. Di dema serweriya hikumeta Şamê li bajar de, qada tenduristiyê hatibû paşguhkirin û nexweşên gurçikan neçar diman ku biçin nexwexaneyên Heleb û Şamê tedawî bibin.

Di vekirina navendê de, endamên rêveber ên Meclisa Rêveber û Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê amade bûn. Beşdaran tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê girtibûn.

Navend ji du holan pêk tê, yek a şûştina gurçikan û ya din jî odeya parzûnkirina avê ye, ji wê zêdetir jî laborator û dermanxane ku dermanan bê pere dide, hene. Di navendê de gelek bijîşk û hemşîreyên pispor dixebitin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/09/30/130539_dsc_0085.jpg
Endamê rêveber ê navenda diyalîzê Rafi Ebas

Endamê rêveber ê navenda diyalîzê Rafi Ebas got, di navendê 6 alavên şûştina gurçikan ên pêşketî hene, 4 ji bo xizmeta rojane ne, du jî ji bo rewşên awarte ne. Ebas diyar kir ku kadroyên tenduristiyê rojane 12 saetan ji bo dermankirina nexweşxan bixebitin.

(fr)

ANHA

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.