DOLAR
19,0510
EURO
20,5023
ALTIN
1.211,97
BIST
5.031,98
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Yağmurlu
14°C
Diyarbakır
14°C
Yağmurlu
Cumartesi Yağmurlu
16°C
Pazar Az Bulutlu
18°C
Pazartesi Az Bulutlu
18°C
Salı Yağmurlu
16°C

Dayîka Hevrîn Xelef: Tu ferq di navbera kujerên keça min û yên malbata Şenyaşar de tune ye

09.04.2021
0
A+
A-

Dayîka  şehîd Hevrîn Xelef bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku edaletê pêk bîne û çavên xwe li kiryarên dewleta Tirk negirin û got: “Ferq û cudabûn di navbera sûcên li dijî keça min Hevrîn û sûcên li dijî malbata Şenyaşar a li Bakurê Kurdistanê de tune ye.”

Pasvan û alîgirên parlamanterên AKP`ê li herêma Pirsûsê ya navçeya Riha ya Bakurê Kurdistanê 14`ê Hezîrana 2018`an êrişî malbata Şenyaşar kir û 4 kes ji malbatê qetil kirin.

Malbata Şen yaşar li hemberî vê yekê û bi daxwaza ‘Edaletê’ çalakî li ber Edliyê Rihayê da destpêkirin. Çalakî di roja xwe ya 32’yan de berdewam dike. Malbatê li ser hesabên xwe daxuyaniyek da û tê de bang li wezîrê Edaletê Ebdulhemîd Gul kir ku dengên wan bibhîze.

Mîna vê sûcê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe di êrişên xwe yên dagikirinê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku di 9`ê Cotemeha 2019`an de dabû destpêkirin pêk anî, di 11`ê heman mehê de Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê  Hevrîn Xelef li ser rêya M4 qetil kir.

Bi armanca hesabxwestina ji sûcdaran dayîka  şehîd Hevrîn Xelef gilînameyek pêşkêşî dadgehên navneteweyî kir, lê tevî belgeyên ku sûcdaran şermezar dikin, heta niha tu bersiv nehatiye dayîn.

Têkildarî berdewamkirina sûcên artêşa Tirk a dagirker û nêzîkbûyîna di navbera her du sûcan de, sûcên ku li dijî malbata Şenyaşar û qetilkirina Hevrîn Xelef pêk hatin, dayîka  şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mihemed ji ANHA’yê re axivî.

Sûad Mihemed kiryarên AKP`ê şermezar kirin û diyar kir ku artêşa  Tirk a dagirker Hevrîn qetil kir, piştre di  13`ê Cotmeha de yadê Aqîda dema ku ji bo piştigiriyê diçû Serêkaniyê qetil kir.”

Dayîka şehîd Hevrîn ev yek li gotina xwe zêde  kir: “Hevrîn tenê pênûs û fikirê azad radikir da ku nameya xwe bigihîne cîhanê û yek ji çalakgerên siyasî yên ku hewl dida yekitiya gelan ava bike bû,  lê Erdogan û çeteyên xwe rêz ji sîfeta wê ya siyasî re negirt û li welatê wê ew qetil kir, dijmin îtîrafê bi mirovahiyê nake. Bi milyonan jinên siyasetmdar li dijî faşîzma Erdogan û siyaseta wî serî hildidin.”

ꞌCUDABÛN DI NAVBERA SÛCÊ KU LI DIJÎ HEVRÎN Û SÛCÊ KU LI DIJÎ MALBATA ŞENYAŞAR DE TUNE YEꞌ

Sûad Mihemed bi domdarî got: “Sûcê şer li dijî keça min Hevrîn pêk anîn, min doz li dijî sûcdaran rakir û beşdarî Kongreya Kurdî ya li Parlamantoya Ewropayê bûn, lê heta niha bi tu awayan edalet pêk nehatiye.”

Der barê sûcê ku li dijî malbata Şenyaşar pêk hat de, Sûad Mihemed da zanîn ku tu cudabûn di navbera sûcê ku li dijî keça wê Hevrîn û sûcê qetilkirina kufletên malbata Şenyaşar de pêk hatin, tune ye û ev yek lê zêde kir: “Lê mixabin mafên mirovan û edaletê tunene, dema ku malbat bang li aliyên peywendîdar dike ku edalet pêk bîne bang tê redkirin, ji lew re divê edalet pêk were û malbat bigihêje armanca xwe.”

Sûad Mihemed destnîşan kir ku ew wekî dayîka n dev ji mafên zarokên xwe yên ji aliyê faşîzma Tirk ve hatine qetilkirin bernadin û dê li dadgehên navneteweyî, rêxistinên mafên  mirovan dozan rakin da ku edalet pêk were.

Dayîka  Şehîd Hevrîn Xelef got Erdogan şerê vîna gelan dike, sivîlan dike armanc û wan ji mafên wan bê par dike. Sûad xîtabî rêxistinên mafên mirovan û NY`yê kir û bang li wan kir ku erka xwe bi cih bînin , çavên xwe li sûcên dagirkeriya Tirk negirin û piştgiriyê nedin qetilên zarokên wan.

Dayîka  şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mihemed di dawiya gotina xwe de ev xal rêz kirin: “Ger li vê cîhanê mafên mirovan hebe, dê doza min a xwestina mafên keça min bi cih bîne. Ez heta dawiyê li ser mafê keça xwe danakevim, lê heta niha tu bertek li dijî kiryarên dagirkeriya Tirk nehatine nîşandan, wê demê kanîn kesên  ku banga azadî û aştiyê dikin?”

(eh)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.