Îro cigîrê nûnerê serokatiyê ya DYA’yê David Brownstein bi nûnerên Rêveberiya Xweser re civiya û gelek mijarên girêdayî herêmê di aliyên xizmetguzarî, aborî, tenduristî û ewlehî de nîqaş kirin.
Îro cîgirê nûnerê serokatiyê ya DYA’yê David Brownstein bi şandeya ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi serkêşiya Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid re civiya. Civîn li bajarê Hesekê pêk hat.
Her du aliyan li ser gelek dosyayên stratejîk ên girêdayî herêmê axivîn, jê jî plana Rêveberiya Xweser a pêşerojê bi taybet digel rewşên dijwar ên krêt, çawaniya dabînkirina xwetêrkirinê ji berhemên çandiniyê. Her wiha li ser berdewama piştevaniya DYA’yê ji Rêveberiya Xweser re di aliyê xizmetguzarî, aborî û ewlehiyê de nîqaş hatin kirin.
Her wiha her du aliyên bi awayekî berfireh behsa bandora neyînî ya pandemiya vîrusa Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çawaniya xweparastinê kir. Her wiha hate destnîşankirin ku heta niha tu derman li dijî vê nexweşiyê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nehatin şandin.
(fr)
ANHA