Dadgehê danişîna doza Hevserokê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş taloqî 14’ê Nîsanê kir.
Danişîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê negirtî jê tê darizandin li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye hat lidarxistin.
Demîrtaş bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Edîrneyê beşdarî danişînê bû û parastina xwe kir. Piştî navbera danişînê parêzer axivîn û parastina miwekîlê xwe kirin.
Piştî parastina parêzeran şandeya dadgehê biryara dosyeya Demîrtaş a li Dadgeha 22’emîn a Enqereyê bi vê dosyeya di destê wan de re bikin nîvîs bê nivîsandin û ji bo biryara DMME’yê wergera Tirkî were xwestin nivîs ji Wezareta Dadê re were nivîsîn û daxwaza reda dadgerî were nirxandin da. Şandeya dadgehê danişînê taloqî 14’ê Nîsanê kir.