DOLAR
9,2838
EURO
10,7640
ALTIN
525,86
BIST
1.413
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Çok Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Çok Bulutlu
Salı Parçalı Bulutlu
24°C
Çarşamba Az Bulutlu
23°C
Perşembe Az Bulutlu
24°C
Cuma Az Bulutlu
25°C

CPT’ê têkildarî sûcên artêşa Tirk ên li ser xwezaya Başûr raporek weşand

01.07.2021
0
A+
A-

CPT’ê têkildarî sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xwezaya Başûrê Kurdistanê daxuyanî da û got:” Daxwaz ji artêşa Tirk dikin ku êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê rawestînin û êdî şêniyên gundan nekin hedef. Her wiha zevî û daran neşewitînin.”

Di saetên êvarê de Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) li ser rewşa gundên li ser sinorê herêma Behdînanê de raporek belav kir û diyar kir leşkerên Tirk bi şev derbasî nava gundan dibin, agir bi rez û baxên welatiyan dixin.

Di rapora CPT’ê de wiha hate gotin:

 “Tevî bombebarankirina zevî û xaniyên welatiyan, bi şev leşkerên Tirk dikevin nava gundan û agir bi zevî û darên welatiyan dixin.

Ji dema ku êrişa Tirkiye ji 23’yê Nîsanê ve destpêkirî ve, zêdetirî 10 hezar donim zeviyên çandiniyê ji ber bombebarana Tirkiyê li devera Berwarî Bala ya li Kurdistana Iraqê şewitîne. Tîma CPT’yê tevayî kavilkariya ku di encama êrişên artêşa Tirk de pêk hatine, li deverê belge kirin. Bi taybetî jî êrişên li ser gundê Hirurê ku divê dawiyê de tîma me serdana wê deverê kir.

Di dema serdanê de welatiyek ji gundê Hirur ji tîma CPT’yê re got, ‘Piraniya zeviyên me yên çandiniyê di encama bombebaranên balafir û helîkopterên Tirkiye de şewitîne. Di hin şevan de qet dengê bombebaran û guleyan nabihîsin, lê em dengê leşkerên Tirk dibihîsin ku xwe di berdin nava gund de zevî û darên me dişewitînin.’

Heman welatî ragihand, leşkerên Tirk ji wan re gotiye, nabe ji bo avdanî û karkirinê biçin ser zevî û darên xwe, ger biçin, ew ê wan wek gerîla bihesibînin û wan bombebaran bikin.

Li ser wêrankariya ku di encama bombebaranê de li devera Berwarî Bala pêk hatiye jî Rêveberê bajaroka Kanî Masî Serbest Sebrî ji tîma CPT re axivî û got; ‘Temenê hinek darên ku şewitîne zêdetirî 100 sal in. Tişta ku li vê derê rû dide karesateke xwezayî ye. Daxwaz ji civaka Navneteweyê dikim ku bêdengiya li beramberî vê sûcên artêşa Tirk a li ser xwezaya Kurdistanê bişikînin. Her demek li cihekî darek tê birîn rêxistinên jîngehê wan şermezar dikin. Lê çima li beramberî birîn û şewitandina bi hezaran darên devera me ev rêxistin bê deng dimînin.’

Wek CPT daxwaz ji artêşa Tirk dikin êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê rawestînin û êdî şêniyên gundan nekin hedef. Her wiha zevî û daran neşewitînin.”

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.