Ji beriya 3 hefteyan ve serokê mafyayê yê ji Tirkiyê Sadet Peker ku hatiye sirgûnkirin, li ser Yotubeyê dîmenan belav dike û bûye rojeva gelê Tirkiyê. Peker di dîmenan de gelek sûc û dozên gendeliyê yên kesayetên ji hikumetê û endamên AKP`ê eşkere dike.
Ji beriya çend hefteyan ve doza serokê mafyayê Sadet Peker ê sirgûnbûyî, bûye mijara sereke ya dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê. Gelek rêxistinên çapameniyê bang li hikumeta Tirk kir ku li ser tawanbariyên Peker ên li ser kuştina hin rojnamevanan di dalên 1990`î de, dest bi lêpirsînê bike.
Sadet Peker di dîmenekî de wezîrê berê yê karên hundir Mehmet Agar bi serokatiya “dewleta kûr” li Tirkiyê û kuştina rojnamevan Ugur Mumcu di sala 1993`yan de, tawanbar dike.
Di heman dîmenî de, duh Peker teqez kir ku kurê serokwezîrê berê Bînalî Yildirim ê şêwirmendê Erdogan, endamekî komeke mezin a qaçaxkirina madeyên hişbirê di navbera Venezuela û Tirkiyê de ye.
Nûnerê Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas li Tirkiyê Erol Onderoglu bang li hikumetê kir ku di dozên kuştina rojnamevanan de, lêpirsînan veke.
Ugur Mumcu ku di rojnameya Cumhuriyet de kar dikir, erebeya wî hatibû bombekirin û li Enqereyê hatibû kuştin. Aliyên ku ew kuştiye, nehatin eşkerekirin.
Sadet Peker têkildarî Mumcu got: “Çima hate kuştin? Binêrin çi dinivîsî dema ku hate kuştin. Mumcu li ser tirsandinê dinivîsî, lê dema ku pirsa kî sûdê ji vê tirsandinê digire kir, hate tesfiyekirin.”
Peker bi domdarî got: “Kî destpêkê gihaşt cihê bûyerê? Kujer destpêkê gihaşt; Mehmet Agar.”
Peker her wiha efserê berê yê cihê xwe di îstixbarata Tirkiyê de digirt Korkut Eken, bi dayîna fermana kuştina rojnamevanê qibirisî Kutlu Adali tawanbar kir.
Komeleya Rojnamevanên Tirk duh bi rêya Twitterê xwest ku di kuştina Ugur Mumcu û Kutlu Adali de lêpirsîn bê vekirin û sûcdar bên darizandin.
(cx)
ANHA