Çavkaniyên ji herêma Efrînê daxuyand ku çeteyên qaşo “polîsên leşkerî” 4 ferdên ji malbetekê ji gundê Celemê revandin, di nav de jî keçeke heye. Piştî çeteyan revand radestî navenda MIT’ Tirk a li Efrînê kir.
Çavkaniyan da zanîn ku çeteyên Polîsên Leşkerî 4 ferdên ji malbateke ji gundê Celemê yê girêdayî Cindirêsê revandine, di nav de jî keçek heye û radestî navenda MIT’a Tirk a li navenda Efrînê kirin.
Li gorî çavkaniyan, navên kesên hatin revandin wiha ne; Mistefa Şêxo, Rûken Mistefa Şêxo (21), Heysem Mistefa Şêxo (41) û Ciwan Mistefa Şêxo (20).
Çavkanî keşf kir ku piştî çend rojan ji lêpirsîn, îşkenceya cesedî û derûnî MIT’a Tirk Rûken Mistefa Şêxo berdan û niha rewşa wê ya tenduristî ne baş e.
Her wiha çavkanî eşkere kir ku MIT’a Tirk, piştî Heysem Şêxo îşkence kir, veguhastin nexweşxaneya leşkerî ya çeteyan a li bajarê Efrînê.
Heta niha çarenûsa revandiyên din ne diyar e.
ANHA
Sinews03