DOLAR
16,3509
EURO
17,6134
ALTIN
974,83
BIST
2.450,84
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
32°C
Diyarbakır
32°C
Açık
Cumartesi Açık
33°C
Pazar Parçalı Bulutlu
35°C
Pazartesi Parçalı Bulutlu
35°C
Salı Az Bulutlu
34°C

Çeteyên Tehrîr El-Şam alaveke nû bi kar tîne da ku wêneya xwe xweşik bide xuyakirin

Çeteyên Tehrîr El-Şam alaveke nû bi kar tîne da ku wêneya xwe xweşik bide xuyakirin
27.02.2022
0
A+
A-

Çeteyên Tehrîr El-Şam hewl didin nêrîna raya giştî ya têkildarî xwe biguherin, ji ber vê yekê bi dosya çeteyên biyanî yên li herêmên dagirkirî dilîzin. Lêkolîner Mûnîr Edîb der barê vê yekê de dibêje, çete dixwazin navê xwe baş bikin û xwe wekî oposîzyoneke nerm nîşan bidin, lê tu cudahî di navbera Tehrîr El-Şam û El-Qaîde de tune ye.

Çeteyên Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê ku di lîsteya terorê ya navneteweyî de ye), ji destpêka 2022`an ve girîngiyê dide dosya çeteyên biyanî yên li herêmên di bin kontrola xwe de li Idlibê û derdora bakur-rojavayê Sûriyê. Diyar e ku dixwazin hejmarên wan sînordar bikin û bişînin herêmên din ên Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Ev yek pirsnîşan têkildarî armancên plana nû derxistin pêş.19`ê vê Sibatê, çeteyên Tehrîr El-Şam, çeteyên biyanî yên li Idlibê agahdar kir ku di nava deh rojan de malên xwe vala bikin. Têkildarî vê yekê zêdetirî 30 malbatên çeteyên biyanî hişyar kir ku malên kirê kirine yan jî ew malên wekî “xenîmetên şer” bi dest xistine, vala bikin û derbarê vê yekê de tu sedem diyar nekir.Ev biyar piştî du rojan hate kirin ku Awstralya çeteyên Tehrîr El-Şam û Hurasudîn ên ku Idlibê kontrol dikin, xist lîsteya terorê re.Li gorî çavdêran, çete bi vê gavan dixwazin navê xwe li pêşberî raya giştî baş bikin, ji ber ku gelek dewletan ew xistine lîsteya terorê ya qedexekirî. Her wiha da ku xwe wekî oposîzyona nerm bide xuyakirin, lê hin kes pêşbîn dikin ku ev zexta li ser çeteyên biyanî yên tev li komên çeteyên Ehrar El-Şam nebûne ku bi wê re armanc dikin, tev li komên wan bibin an jî ji herêmên di bin kontrola çeteyan de derkevin. An jî çeteyan li ser pêkanîna planên nû yên xizmeta piştevanên wan dike, razî bike di nav de Tirkiyê.Di çarçoveya tengavkirin û dorpêçkirina komên din ên tundraw de, çeteyên Tehrîr El-Şam, beriya niha gelek çete û serçeteyên biyanî girtibûn.Nîvê Cotmeha 2018`an, hemleyeke leşkerî û ewlehiyê ya berfireh li dijî çeteyên Cund El-Şamê ya bi serkêşiya Muslêm El-Şîşanî û Cundullah a bi serkêşiya Ebû Fatîme li rojavayê Idlibê dest pê kirin. Wê demê şerên dijwar di navbera wan de çêbûn. Di dawiyê de çeteyên Tehrîr El-Şam gelek dever li Cisir El-Şixur, derdora wê, gundên Zeytûne, Yamdiya û Cebel El-Turkmen ê li rojhilatê Laziqiye kontrol kirin.Li gel nakokiya di navbera her du aliyan de, Rûsya dixwaze çeteyan tune bike ku wek rêxistinên terorîst bi nav dike. Li aliyekî din Tirkiyê hewl dide lihevkirina agirbestê bi Moskovê re pêk bîne ku di 5`ê Adara 2020`an de îmze kiribû û kembereke ewlehiyê li ser aliyên rêya navneteweyî Heleb-Laziqiye (M4) ava bike.ÇETEYÊN BIYANÎ YÊN LI SÛRIYÊ KÎ NE?Piştî ku aloziya Sûriyê veguherî nakokiyeke çekdarî ji ber mudaxeleyên hêzên herêmî û navneteweyî bi taybet Tirkiye, Qeterê ku mezintirîn destekkerên komên çeteyan e, ji hemû deverên cîhanê ji Efganistan, Filipîn, heta bigihêje beyara mezin a li parzemîna Afrîkayê, çeteyên biyanî berê xwe dan Sûriyê û tev li çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Idlibê û derdora wê li bakur rojavayê Sûriyê bûn.Ev çete dabeşî du beşan dibin. A yekê ; çeteyên ku Tehrîr El-Şam di du salên derbasbûyî de hewl dan ji hev bikin. Di nav de Hurasudîn a girêdayî El-Qaîde. Ew jî bi xwe du beş in ; yek tundrew in û hejmara wan gelek kêm e. Çeteyên Tehrîr El-Şam jî armanc dike ji wan xilas bibe û ji Idlibê derxe. Ruxmî ku gelek ji wan girtin.Beşa din çeteyên biyanî yên serbixwe ne. Piraniya wan di bin ala “Heqil El-Dawa” de kar dikin. Di nav wan de çeteyên berê yên Tehrîr El-Şam hene ku di du salên derbasbûyî de gelek caran hatin girtin û serbest hatin berdan. Gelek ji wan, di malan di bi cih bûn ku di vê dawiyê de jê tên xwestin ku vala bikin.Li gorî analîvanan, ev beş bi gelemperî dê ber bi gundewaran ve bê qewitandin, da ku wan neçar bikin di nav çeteyên Terîr El-Şam de kar bikin.Beşa din a çeteyan, ên ku ji bo berjewendiyên Tehrîr El-Şam kar dikin, beşek ji binesaziya leşker, rêxistî û ewlehî ya Terîr El-Şam e. Di nav de Cebhet Ensarullah El-Dîn, Hizbulislamî ya Tirkistan, Selahudîn El-Kurdî, Ozbeg û gelek çeteyên din hene. Li gorî gelek analîzvanan, ev beş dê di pêvajoyên bê de bi wan werin mijulkirin. Dê tev li civaka xwecihî werin kirin.

XÊZKİRİNA NEXŞEYÊLêkolînerê kar û barên tevgerên tundraw û terorê yên navneteweyî Mûnîr Edîb, têkildarî armanc û sedemên neçarkirina çeteyên Tehrîr El-Şam, çeteyên biyanî yên li Idlibê dijîn ku ji malên xwe derkevin, got: “Ev yek vedigere nexşeyekê ku dewletên destekerên wan komên terorîst xêz dikin da ku planên xwe pêk bînin. Heyet Tehrîr El-Şam li bakurê rojavayê Sûriyê bi cih bûye. Di navbera wê û Amerîka û Tirkiyê de koordîne heye. Gelek dewlet di sêrî de delweta Tirk desteka wan dike. Ez di wê baweriyê de me ku DYA`yê jî ji hebûna wê razî ye û desteka wê dike. Dibe ji ber vê destekê, ev dewlet nexşeyekê xêz dikin.”Mûnîr Edîb wiha dom kir: “Nexşe, taybet a kar, kombûn û cihên Heyet Tehrîr El-Şam e, ji ber vê yekê eger li herêmekê pêwîstî bi karekî leşkerî hebe, dê ji Heyet Tehrîr El-Şam were xwestin ku derbasî wir bibe yan jî leşker û çekdarên xwe bişîne wir. Ji lewra ez bawer im ku hizira valakirina mala bi hebûna vê tevgerê û operasyonên leşkerî ve girêdayî ye ku dewletên piştgiriya wan koman dikin di nav de Tirkiyê plan dikin.”Munîr Edîb diyar kir ku dibe ku çeteyan bişînin Bakur û Rojhilatê Sûriyê yan jî herêmên din ên Sûriyê û wiha pê de çû: “Lê di dawiyê de veguhastina van çeteyan bi operasyonên leşkerî yên vê tevgerê ve girêdayî ye ku bi destê dewletên li derdorê di nav de Tirkiryê tên bikaranîn. Yanî dema Tirkiyê bixwaze li hember dijberên xwe tiştekî bike, van milîsan bi kar tîne ku fonên wan dide yan jî bi rêbazên din desteka wan dike.”DERKETİNA Jİ EBAYA TERORÊLi rex wê jî, fermandarê giştî yê çeteyên Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed El-Colanî bi gelek caran bi cilên sivîl derket pêşberî girese. Çavdêr wê wiha şîrove dikin; ew dixwaze xwe wekî kesayetekî nerm nîşan bide ku xizmeta şêniyan dike.Her wiha Edîb destnîşan kir ku El-Colanî ji vê yekê armanc dike, wêneya çeteyên Tehrîr El-Şam xweşik bide nîşandan û wiha domand: “Heyet Tehrîr El-Şam beriya vê jî hewl da ji ebaya El-Qaîde derkeve û navê xwe ji Cebhet El-Nursa kir Heyet Tehrîr El-Şam. Lê dîsa jî tevgereke tundraw e û navê wê di lîsteya terorê de derbas dibe, ji ber ku têkiliyên wê bi DAIŞ û El-Qaîdayê re hene. Heta ku têkiliyên wê bi her du rêxistinên terorîst re tune bin jî, lê ew ji her du rêxistinan ne cuday ye û ne jî rêxistineke nerm e.”

Piştî DYA û Meclisa Ewlehiyê navê wê xist lîsteya terorê,  çeteyên Tehrîr El-Şamê hewl dan bi awayekî eşkere nîşan bidin ku wan têkiliyên xwe bi El-Qaîde û rêxistinên din ên terorîst re qut kirine û sala 2016`an navê xwe ji Cebhet El-Nusra kir Cebhet Fetih El-Şam û di dawiyê de sala 2017`an piştî ku gelek komên çeteyên din tev lê bûn bû navê xwe kir Heyet Tehrîr El-Şam.DYA`yê sala 2012`an Cebhet El-Nusra (Tehrîr El-Şam) xist lîsteya terorê. Meclisa Ewlehiyê piştî 6 mehan El-Nusra xist lîsteya terorê. Tirkiyê mezintirîn piştevanên Cebhet El-Nusra sala 2018`an qebûl kir ku ev rêxistin wek rêxistineke terorîst were binavkirin. Ruxmî ku desteka wan didomîne.KAXİZEKE ZEXTÊ YA NAVNETEWEYÎTêkildarî sedemên liv û tevger çeteyên Tehrîr El-Şamê bê ka planeke navneteweyî ye yan jî lihevkirineke tirkî-rûsî ji bo valakirina herêmê û radestkirina wî ji hikumeta Şamê re ye Edîb got: “Tu agahiyên zelal têkildarî valakirina herêmê yan jî lihevkirinek di navbera Rûsya û Tirkiyê têkildarî radestîkriina herêmê ji hikumeta Şamê re tune ne. Lê di dawiyê de Rûsya yan jî Tirkiye van rêxistinan û Heyet Tehrîr El-Şam li gorî berjwendiyên xwe bi kar tînin.”Munîr Edîb wiha berdewam kir: “Heke lihevkirinek di navbera Rûsya û Tirkiyê de têkildarî radestkirina herêmê ji hikumeta Şamê re, ev tê wateya ku hîna têkiliyên Tirkiyê bi Heyet Tehrîr El-Şamê re hene. Yanî tê wateya ku têkilî di navbera van çeteyan û hikumeta Şamê de heye. Ev yek cihê metirsiyê ye ku ev çete careke din li herêmeke din were bi karanîn. Yan jî têkilî bi wan re pê çêkirin da ku rola xwe ya wêranker temam bikin.”Lêkolînerê kar û barên tevgerên tundraw û terorê ya navneteweyî Munîr Edîb got: “Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ji komên din ên terorîst ku sînoran û parzemînan derbas dikin, ne cuda ye. Ew di destê Tirkiyê û DYA`yê stratejiyên herî xurt in da ku li hember dijminên xwe bi kar bînin. DYA dixwaze wan li hember rejîma Sûriyê û Rûsyayê ku baregehek leşkerî li Sûriyê û Rojhilata Navîn ava kir bi kar bîne. Di heman demê de Tirkiyê ji bo pêkanîna armancên din dixwaze van koman bi kar tîne. Ev dewlet ji bo ku armanc û siyasetên xwe pêk bînin, li cem wan ferq nake heta ku destê xwe  bixin destê van komên terorîst. Armanca wan a sereke berjewendiyên xwe yên siyasî pêk bînin.”

(eh-dx)

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.