DOLAR
8,6396
EURO
10,1418
ALTIN
492,03
BIST
1.407
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
34°C
Diyarbakır
34°C
Az Bulutlu
Perşembe Gök Gürültülü
29°C
Cuma Çok Bulutlu
26°C
Cumartesi Parçalı Bulutlu
29°C
Pazar Az Bulutlu
30°C

Çend peyv li ser Pirtûka Mîrze Çelîk(Mirze Mehmet Çelik) ya Wêneyan

Çend peyv li ser Pirtûka Mîrze Çelîk(Mirze Mehmet Çelik) ya Wêneyan

Dema mirov qala bajarên me Kurdan dike, hertim êş û jan, bindestî, bêkesî, şer û malwêranî tên bîra mirov lê rastî ne wisa ye.

Belê rast e, bindestîyê ji her awayî de pişta me şikênandîye lê em xwedî dîrokekî kûr, çand û kulturekî bêhempa ne. Behempabûna kultura me herî xweş xwe di zimanê me de nîşan dide. Lewra tişta ku îro di destê me de maye bitenê zimanê me ye û zimanê me, ji naveka Hîndîstanê heta kendava Îngilîstanê diçe û ji wê jî heta Amerikaya bakûr berbela dibe.

Mirze Mehmet Çelik

Niha gelek kes hene ku bêjin ‘te kêçê kir fîl’, na, wek gotinek Eşîra Badikan dibê, “şênîya waran ji rêyên wan de xwûya ye”, îro li navenda Hîndîstanê jî ji şêr re ‘şer’ tê gotin û li navenda Amerikayê, ji stêrkê re ‘star’ tê gotin!

Gelo milletek ku xwedî hewçend zimanek berbela be, çewa dibe şûnwarên dîrokî avanekiribe û heta roja îroyîn hatibe!

Gelek şûnwarên meyî dîrokî hene ku em xwe ket lê nakin xwedî jî.

Tiştek awha ketîye devê me teva, dema em qala dîrokê dikin, ya em dibên Pers, Rom(Bizans) ya jî em dibên Ermen lê nayê bîra me ku Sassanî Kurd bixwe bûn!

Mirze Mehmet Çelik

Med û Pers, çewa ji yek nîjadî bûn lê neyartîyek wana desthilatdarîyê hebû Sassanî jî ji Kurdan, Farsan, Ermenan û pêkhateyên din yê Aryan hatibû pê.

Meseleya ku me û Ermenîyan hew çend ji hev dûr xistîye jî meseleyek dînî ye ne millî ye.

Hinek zanyar wer bawer dikin ku Mîr û Key û Şahên serdema Sassanîyan têkilîyekî gelek xurt li gel Xirîstîyanên destpêka Xiristîyanîtîyê avakiribûn û jiber vê dostanîyê, Dewleta Romêya wê serdemê Xirîstîyanîtîyê bi fermî qebûl kir lewra rikberîyekî gelek kûr dinavbeyna Kurd-Faris û Romîyan de hebû. Ji ber vê rikberîyê, Romê jibo ku nifûsa xwe wenda neke, Xiristîyanîtîyê ji mecbûrî qebûl kir. Û bi qebûl kirina Xiristîyanîtîyê re Kurd û Ermen(Ar-man yanê Aryan) ji hev cuda bûn.

Mirze Mehmet Çelik

Çima gelo dema qala dîrokê dibe Kurd xwe ji her tiştî pêpar dihêlin û qala yên dinê dikin?

Ez wîsa bawer dikim ku sebebê wêyayî yekem ol e. Kurd dema derbasî ola Îslamê bûn êdî hew xwestin ku tiştên berê bînin bîra xwe lewra dema tiştên berê bianîna bîra xwe, dê xwesteka wana li ola xweya bêrê veger jî biketa ser mêjîyê wan. Lê ola Îslamê Mecûsîtîyê gelek olekî nebaş didît. Ev sedemek e û ya din jî, ez dibêm jiber sedemên ku kultura Ereb û Farisa ji ya Kurdan berbelatir bû û zanyarî û perwerde dibin banê dewletên ne-Kurd dabû, li ser dîrok û kultura Kurdî kêm kesan lêkolîn û lêgerînê dikirin û berheman didan.

Mirze Mehmet Çelik

Ji xwe dema piştî Şoreşa Fransa û merkezîbûna dewletan, wê rêyê nedan Kurdan ku dewletek netewî ya Kurdî bêavakirin.

Ger dewletek me jî hebûya û me jî xebatên sîstematîk û zanyarî kariba bikira, me mîratêyên xweyî dîrokî bi destên milletê dinê de bernedida.

Mirze Mehmet Çelik

Li gorî hinek zanyarên Kurd, mîrekîyên Kurdan heta van demên dawîn yên Osmanîyan, heta bighîje  bajarê Amasyayê jî hukim dikirin lê em Kurd ne di wê têgihiştin û bîrûbawerîyê de ne!

Dema em dibêjin Fars, em devoka Erebî bikartînin, di eslê xwe de peyv Pars e û jiber ku di Erebî de ‘p’ tune vedigere ‘f’yê

Mirze Mehmet Çelik

Pars kî ne gelo?

Persan dema desthilatdarî ji Keyên Medî girtin bûn xwedî nav û nîşan lê ev nayê wê wateyê ku Kurdan ji alî etnîkî de qirkirin ya jî mînanî vê serdemê asîmîle kirin. Na, Kurd û Faris bi hevra dijîyan lê reveberî îca di destê Persan de bû, ewqas.

Her çiqas nav li ser Farisan be jî Dewleta Pars anko Pers ji Kurdan û Farisan tê pê. Yanê qeweta serekê ya wê dewletê qeweta Kurd û Farsa ye lê tabî hukmê dewletê ji  qeraxê Behra Egeyê heta Afxanîstan, Tacikîstan û Turkîstanê diçe û gelek netewan digre nava xwe.

Dema Iskenderê Mezin dewleta Persan têk birîye heta hidûdê Hîndîsta(Pakîstanê) qewetek wek qeweta dewleta Pers li hember xwe nedîtîye, yên mayî tev pêkhatêyên herêmî bûne û têkçûna wan ne gelek zehmet bûye.

Gava ku Makedon-Yewnan-Greek desthilatîya Kurdistan û Faristanê bidest xistine, li tevahîya wan waran zimanê Kurdî-Farisî qedexe(yasak) kirinê.

Yanê birîna qedexekirina zimanê Kurdî birînek gelek kûr û dûr e.

Wek hûn jî dizanin dema dewletên modern, unîter hatin avakirin Kurd ji vî karî bêparman û ziman û dîrok û çand nehat modernîzasyonkirin. Jiber vê yekê ye ku em Kurd dema qala bajarên xwe dikin, em mîrateyên xwe teslîmî pêkhateyên dine dikin û jixwe zext û zulm û qedexeyên dewletên demên modern yên Ereb û Faris û Tirk jî nahêlin ku Kurd di vî warî de çevên xwe wekin.

Min 15 salan di mektebên dewleta Tirk de mekteb xwendîye, ez di asta vê perwerdeyê de tucarî qala Sassanîyan ne hatime. Ya tenê çend hevokên kin û nav, ya jî qet.

Gelo sebebê vêya çî ye?

Sebebê vêyayî herî berbiçav ev e ku Sassanî mîrateya Kurdan ne lê dema qala wê dikin jê re dibên Pers û derbas dibin!

Îca îro dem guherîye, dibe em Kurd êdî li dîrok û mîratêyên xwe xwedê derkevin û wan nekin male miletên dine.

Hîttît gelo Kurd bûne?

Ez nizanim lê ez baş zanim ku Hîttît ji nan re gotine ‘nan’ û Kurd jî welê dibên.

Sumerî(Somerî) gelo Kurd bûn, ez nizanim lê ez zanim ku axa Sumeran û Kurdistan yek e. Herî dawî li Duhokê bajarek Sumerî li ber qeraxê ava Dîcle hat kifşkirin.

Gelo Girê Mirazan(Tirkan çûn nave vî kirin ‘gobeklitepe’) mîratêyê Kurdan e?

Ez nizanim lê Li Îngilîstanê ‘Stonehenge’ heye ku dişibê Girê Mirazan û Zimanê Kurdan û Înglîzan ji yek kanîyê derketîye!

Pirtûka Birêz Mîrze Çelîk mîratêyên bav û kalên me, cî û warên me, av û axa me anîn bîra min.

Dema Kurd qala bajarên xwe dikin, nizanin ku bê xwedî çi dîrok û kulturek qûr in.

Dema em dibên Kulp, gelo kanên Mîrên Kelê, Mîrên Xîyan, Mîrên Şîrnasê, Mîrên Kulpê?

Kanên mîratêyên wan mîr û began?

Belê Kulp, wek Mûş û Çewlik(Bîngolê) waregehtîya Kurd û Ermenan li gel hev bi hezar salan kirîyê.

Hê jî navên gelek deveran bi Ermenî ye lê tabî ev nayê wê wateyê ku Ermenî ji Kurdan bêtirtir bûne.

Li Kurdistanê kêm dever hene ku Ermenî têde ne jîyabin lê nifûsa wan negihîştîye ya Kurdan. Ez baş ne serwextim lê hinek zanyar dibêjin dibe ku li Harpêtê Ermenî ji Kurdan zêdetir bin, ez wisa texmin dikim ku li Muş û Çewlikê jî Ermenî ji Kurdan zêdetir nebin jî dibe ku biqasî nifûsa Kurdan hebûn e.

Çûn, mixabin, Ermenî bi dare zorê çûn û dewlemendîya zenaetkarî jî bi wan re çû, ticaret û gelek îlm û zanyarî jî bi wan re çû. Kulturek xwedî hezar salan di axa me de hat veşartin ya jî barkir berbi xerîbîyê de çû hey çû.

Dor va hatîye ser me jî.

Dewleta Tirk jixwe kê ji me dikuje dikuje, yên mayî jî dike kerûlalê kultura bav û kalan, me ji me didize, zarokên me cahil dike, asîmîlasyonê li ser me dide meşandin da ku em li dîrok û kultura xwe cardin wenegir, xwe nas nekin, nizanibin em kî ne.

Mîrze Çelîk(Mirze Mehmet Çelik) Pasûra me, Kulpa me ya ku kes qayîlîya xwe pênayne û ji niştecihên wê re dibên ‘çîyayî’ kirîye objeya hunermendîya wênekêşîya xwe.

Mîrzeyê hêja hem dilê me gelekî şad dike hem jî me berbi dîroka bav û kalan de dikşîne. Ez hêvî dikim, her bajar û bajarokên Kurdan li ser dîroka xwe wegerin û şûnwarên xweyî dîrokî bi wêne û nivîsan bikine bin qeydan. Dibe ku em rojekî ji zilmê xelas bibin û ji nû de li mîratêyên bav û kalan xwedî derkevin, nûjen bikin!

ETİKETLER: , , , , ,
Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.