iştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê, werzîş li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî berbiçav bi pêş dikeve.
Cara yekemîn li bajarokê Rimêlanê yê herêma Cizîrê werzîşa hilkişînê (çiyagerî) bi tevlêbûna bi dehan zarok û ciwanan li Kluba Cûdî ya girêdayî Yekitiya Werzîşê tê lidarxistin.
Li gorî berpirsên klubê ku armanc ji werzîşa hilkişînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek rêyeke rizgarkirinê ji şerê psîkolojîk li gel zarok û ciwanan, her wiha geşkirina behreyan li gel zarok û mezinan e.
Klub rojên pêncşem û înê vekirî ye. Perwerdekar waneyên hilkişînê didin zarokan. Perwerdekar Mihemed Idrîs di vê derbarê de wiha got: “Ji beriya 2 mehan ve em zarok û ciwanan fêrî werzîşa hilkişînê di Kluba Cûdî de dikin. Em destekê didin wan ku behreyên xwe yên werzîşê xurt bikin.”
Her wiha Vîn Besam Mihemed (10) ku ji bajarokê Rimêlanê ye û fêrî werzîşa hilkişînê dibe, got: “Ji beriya 2 mehan ve ez fêrî vê werzîşê dibim. Ez ji vê werzîşê pir hez dikim û ez pir kêfxweş im.”
(bx)
ANHA