DOLAR
9,2949
EURO
10,7905
ALTIN
528,13
BIST
1.413
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Çok Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Çok Bulutlu
Salı Parçalı Bulutlu
24°C
Çarşamba Az Bulutlu
23°C
Perşembe Az Bulutlu
24°C
Cuma Az Bulutlu
25°C

Cansu Ozdemîr: Destgîrkirin dê têkoşîna me nesekinîne

Cansu Ozdemîr: Destgîrkirin dê têkoşîna me nesekinîne
12.06.2021
0
A+
A-

Hevseroka Koma Hamburgê ya Partiya Çep a Almanyayê Cansu Ozdemîr li gel şandeyê ku xwest ji Balafirgeha Dusseldorf a Almanyayê li hember êrişên dagirkeriyê biçe Hewlêrê, li balafirgehê hate destgîrkirin. Cansu Ozdemîr  got “Em ê çalakiyên xwe li her derê bidomînin.”

Polîsên Alman îro şandeya aştiyê ku dixwest biçe Başûrê Kurdistanê, asteng kir. Li Balafirgeha Dusseldorfê 20 kes hatin destgîrkirin. Hevseroka Koma hamburgê ya Partiya Çep a Almanyayê Cansu Ozdemîr ku di nava şandeyê de cih digirt, agahî dan ajansa me.

Cansu Ozdemîr diyar kir ku ew wek şande ku ji 20 kesan pêk tê, li Balafirgeha Dusseldorfê hatine destgîrkirin û got:  “Ji dema ku em ketin balafirgehê, wêneyên me kişandin, em difikirin ku ji aliyê îstîxbaratê ve ev yek tê kirin. Îstîxbarata Tirk bi awayekî aşkera wêneyên me dikişandin, dixwestin xwe nîşanî me bidin. Piştî ku em li ser rêya balafirê kontrol kirin, polîsan dor li me girt û em birin odeyekê. Her yek ji me birin odeyên cuda. Polîsên Alman, nasname û pasaportên me ji destê me girtin.”

Cansu Ozdemîr diyar kir ku ji polîsan re gotiye ku ew parlamenter e lê wan guh nedaye vê yekê û ev agahî dan:  “Gotin heke tu parlamenter î jî, em ê ji bo te prosedureke taybet çênekin. Dema parêzer hatin, lêpirsîna der barê min de vekişandin. Lê belê zexteke giran li hevalên me yên din dikin. Li hemberî me li hemberî şandeya aştiyê tawanbarî hene. Gotin hûn ê banga PKK’ê pêk bînin û bibin mertalên zindî. Gotin hûn ê herin û li Iraqê bibin mertalên zindî. Polîsên Alman ji me re got çalakiyên bi vî rengî dê bandoreke neyînî li têkiliyên Almanya û Tirkiyê bikin.”

Cansu Ozdemîr da xuyakirin ku armanca bingehîn a dewleta Alman ew e ku şande negihîje balafirê û got: “Piştî ku em hatin destgîrkirin û pasaportên me hatin desteserkirin, bagajên me ji balafirê hatin girtin. Hevalên ku ketin balafirê, got pîlot diyar kiriye ku ew nizane çima 27 kes winda ne û çima ji aliyê polîsan ve tên girtin. Hin hevalên me hatin berdan. Îfadeyên hin hevalên me jî didomin. Li gelek hevalên me, derketina derveyî welat qedexe kirin.”

Cansû Ozdemîr diyar kir ku ew ê li her derê têkoşîna xwe bidomînin û wiha lê zêde kir:  “Em li dijî dagirkirina Başûrê Kurdistanê derketin rê. Em hatine destgîrkirin û piştî berdana hemû hevalên me em ê nirxandinekê bikin û bi planekê çalakiyên xwe bidomînin. Heta niha me peyamên piştgiriyê ji Partiya Keskan û gelek kesên din wergirtine. Em ê li dijî êrişa dagirkeriyê ya li ser Başûr li her derê têkoşîna xwe bidomînin . Li Almanyayê raya giştî çêbûye û em ê ji niha û pê ve li her derê van çalakiyên xwe pêk bînin.”

Her wiha parlamenterê Partiya Çep a Alman Hakan Taş jî ku li Hewlerê hatibû destgîrkirin, serbest hate berdan.

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.