Rêxistinên Suryan, bi banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriy û rawestandina projeya mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî, vegera ewle ya koçberan bi garantiya navneteweyî û çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryara 2254’an a navneteweyî, duh çalakiya kon dabû destpêkirin.
Çalakî bi diruşma “Na ji siyasetên dijminane yên li ser gelên herêmê re” ji aliyê Partiya Yekitiya Suryan, Yekitiya Jinên Suryan, Yekitiya Ciwanên Suryan a Pêşverû ve li taxa Wista ya bajarê Qamişlo hatibû organîzekirin, îro bi dawî bû.
Endamên partî, rêxistin û saziyên Suryan Asur, TEV-DEM, Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê, partiyên siyasî yên li herêmê û metranê Cizîrê û Firatê Moris Emseh beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakiya roja duyemîn bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê TEV-DEM’ê Hogir Mihemed axivî û got: “Tevahî sûc û siyasetên ku li dijî gelên herêmê têne kirine, li pêşiya çavê cîhanê têne kirin, lê hîna cîhan bêdeng e.”
Hogir Mihemed, êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Bi navê fermandariya Meclisa Leşkerî ya Suryan Onel Yûsif jî got: “Kombûna îro ji bo hevgirtinê û sekna li hemberî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca têkbirina destekftiyên ku di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hatine bidestxistin de ye.”
Endama Partiya Yekitiya Suryan Elîzabeth Goriyê çalakiya sazî û rêxistinên herêmê yên li hemberî dagirekeriya Tirk û çeteyên wê silav kir û got: “Bi vê sekinê we îradeya gelên me û asta girêdana wê bi nirx û xwîna şehîdên wê xuya kir.”
Metranê Cizîrê û Firatê Morîs Emseh jî ev tişt anî ziman: “Ev kon nameya hezkirin û aştiyê ye, mayîna me li ser xakê û hevgirtina me nîşan dide ku tu kes nikare me ji xaka me bide koçberkirin. Em li dijî komployên ku pêkhateyê Suryan, Kildan, Xiristiyan û Asur çi li Iraqê be anî ji li ser xeta sînor a ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û hewldanên guhertina demografiya herêmê ne.”
Çalakî bi dayîna daxuyeniyekê bi dawî bû. Berpirsa Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyê Îlham Metlî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser tevahî pêkhateyên herêmê û hate gotin, projeya Tirkiyê îdia dike ji bo avakirina ”herêmeke ewle” li seranserî xeta sînorî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêmê dixe bin gefan û sivîl û leşkeran ji Dêrikê hata Kobanê dikin hedef.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em partî û saziyên Suryan Asur baş dizanin ku planên Tirkiyê li Sûriyê û Iraqê ne, ji ber vê yekê êrişî van herêman dike û ziyanên mezin dighîne gelên herêmê bi taybet, Suryan, Asur, Kurd, Ermen û Êzidî. Domandina koçberkirina van gelan xeter e û ya jê xetertir guhertina demografî, çewisandina nasnameya dîrokî ya van gelan e.”
Di daxuyaniyê de her wiha bal hate kişandin ser hevgirtina pêkhateyên herêmê di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û hate gotin ku pêkhateyên herêmê di bin sîwana QSD’ê bi hev re li hemberî komên terorîst şer kirin, ev rêveberî û gelên wê di bin gefên planên dijminane yên dewleta Tirk de ne, ku armanca wê têkbirina rêveberiya gelan û serkeftinên ku bi saya bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin e.
Partî û rêxistinên Suryan û Asur bang li civata navneteweyî kirin ”Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koçberkirina şêniyên wê û guhertina demografiya herêmên dagirkirî rawestînin, vegera ewle ya niştecihên resen di bin garnatiya navneteweyî misoger bike, ji bo aktîvkirina çareseriya siyasî li gorî biryara neteweyî ya 2254 bi xebitin û di hemû aliyan de destekê bidin Rêveberiya Xweser.” Her wiha banga xwedîderketina li gelên Suryan, Asur û Êzidî yên li Şengalê hate kirin.
ANHA