Di raporekê de hate gotin, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken dê beşeke mezin ji gera xwe ya li Ewropayê di vê hefteyê de, bide çareserkirina şerên li Lîbyaya û Sûriyê, her wiha hemleyên tunekirina DAIŞ`ê.
Li gorî rapora The National a Îmarata Erebî ku Blinken di kongreya Berlin ê duyemîn de der barê Lîbyayê û civîna li ser asta wezîran a der barê tunekirina DAIŞ`ê li Romayê got, ew ê girîngiyê bide çareserkirina şerên li Lîbya û Sûriyê her wiha tunekirina DAIŞ`ê.
Blinken roja çarşemê dê tev li kongreya Berlin a der barê Lîbyayê bibe. Her wiha wezîrê karê derve yê Îtaliyayê Luigi Di Maio jî dê di 28`ê Hezîranê de tev li civîna li ser asta wezîran a der barê tunekirina DAIŞ`ê ku li Romayê dê were lidarixstin, bibe.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di vê der barê de got: “Wezîr dê rêbazên berdewamiya zextê li ser DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê û sekna li hember torora DAIŞ`ê li deverên din di nav de Afrîka, nîqaş bikin.”
(bx)
ANHA