DOLAR
19,0510
EURO
20,5023
ALTIN
1.211,97
BIST
5.031,98
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Yağmurlu
13°C
Diyarbakır
13°C
Yağmurlu
Cumartesi Yağmurlu
16°C
Pazar Hafif Yağmurlu
17°C
Pazartesi Az Bulutlu
19°C
Salı Hafif Yağmurlu
16°C

Biden û Pûtîn bi telefonê dozên herêmî û cîhanî nîqaş kirin

Biden û Pûtîn bi telefonê dozên herêmî û cîhanî nîqaş kirin
13.04.2021
0
A+
A-

Îro Koşka Spî ragihand ku serokê Amerîkayê Jeo Biden bi hempîşeyê xwe yê rûsî Vladimîr Pûtîn re bi telefonê li ser têkiliyên di navbera her du welatan û gelek dozên herêmî û cîhanê axivîn.

Koşka Spî bi daxuyaniyekê ragihand ku her du serokan li ser gelek dozên herêmî û cîhanî nîqaş kirin, li gel wê jî li ser niyeta DYA’yê û Rûsyayê ya berdewama diyaloga li ser aramiya stratejî jî hate nîqaşkirin.

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku divê di van diyalogan de li ser pirsgirêkên sînordarkirina çekdarkirinê û pirsgirêkên nû yên di aliyên ewlehiyê de werin nîqaşkirin.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku serokê Amerîkayê Jeo Biden ji Pûtîn re metirsiya DYA’yê li ser sewqiyetên leşkerî yên Rûsyayê yên nîşkan ve li Qirim û sînorê Ukrayna anî ziman û bang li Rûsyayê kir ku nakokiyê çêneke. Li gel wê jî Biden soza piştgiriya DYA’yê ji serweriya Ukrayna re nû kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Biden behsa destwerdana rûsî di hilbijartinên Amerîkayê û êrişên wê yên hakerê li dijî saziyên Amerîkayê de kir û got dê Amerîka li hember parastina berjewendiyên xwe bi tund be û dê bersiva tevgerên Rûsyayê yên mîna van êrişên haker û destwerdana li hilbijartinan bide.

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.