Serokê DYA’yê Jeo Biden di kongreyeke çapemeniyê de agahiyên derbarê kuştina şêfê çeteyên DAIŞ’ê Ebullah Qirdaşî li bajarokê Atmê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de eşkere kir. Biden spasiya QSD’ê kir û wiha got: “Em spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin ku di operasyona kuştina şêfê DAIŞ’ê li bajarokê Atmê de alîkarî da me.”
Biden anî ziman ku şêfê DAIŞ’ê berpirsê gelek komkujiyan e, nemaze êrişa li ser girtîgeha Hesekê û got: “Ebdullah El-Qirdaşî li girtîgeha Xiwêran çavdêriya qetilkirina sivîlan dikir.”
Serokê DYA’yê destnîşan kir ku şêfê DAIŞ’ê yê hatiye kuştin, xwe teqand û guh neda ferdên malbata xwe û bi bombeyê ku li xwe pêşandibû ew kuştin.
Wezareta Parastinê ya DYA’yê vê sibehê ragihand ku hêzên taybet ên Amerîkayê bi fermana fermandariya navendî ya Amerîkayê mîsoya têkoşîna li dijî terorê li bakurê rojavayê Sûriyê pêk anîn. Her wih got, mîsyon serkeftî bû û ziyan bi hêzên amerîkî nebû.
Mûdîrê SOHR’ê Ramî Ebdurehman daxuyand ku helîkopterên amerîkayê ji baregeke leşkerî ya li Kobanê derket , hêzên taybet ên QSD’ê beşdarî operasyona li Idlibê bûn.