DOLAR
17,9695
EURO
18,3299
ALTIN
1.029,50
BIST
2.790,61
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
39°C
Diyarbakır
39°C
Açık
Salı Açık
38°C
Çarşamba Parçalı Bulutlu
39°C
Perşembe Açık
40°C
Cuma Açık
40°C

Bi saya fedakariyên QSD`ê piştî 44 salan vegerî welêt

29.11.2021
0
A+
A-

Şemsedîn Şemûn piştî 44 salan biryara vegera li gundê xwe Dirêcîk da. Şemûn got “Welatê xelkê tu carî nabe welatê mirov, kesayet tenê li ser xaka pêşiyên me temam dibe. Min bi saya berdêlên QSD`ê li ser xakê dane, xewna xwe bi cih anî.”

Li Kurdistanê civaka êzidî her tim dibû hedefa dewletên mêtinger, komên tundraw û sîstemên hakim ku hewldan nasnameya civaka  êzidî ya resen biçewisînin û koka wê biqelînin. Di encamê de ji bo têkbirina çanda gelê Kurd a resen, komkujî li dijî vê civakê pêk anîn.

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê êzidî li gelek gundên bakurê navçeyê dijiyan, ji wan yek jî gundê Dirêcîk e. Gund bi pirrengiya niştecihên xwe tê naskirin; misilman, êzidî û Suryan. Lê piştî qanûna sererastkirina çandiniyê ya serdema hikumê Cemal Ebdulnasir a 1961-1958`an û dûre jî Kembera Erebî di 1974`an de, bi hezaran malbatên herêma Cizîrê ji ber siyaseta hikumeta Baasê ya desteserkirina erdên wan û rewşa debarê, koçber bûn.

Ji wan malbatên ku hikumeta Baasê erdên wan desteser kirin û li kesên ji gundê Heleb û Reqayê belav kirin, malbata Şemsedîn Şemûn a êzidî ye. Malbat neçar ma koçberî Almanyayê bibe û wekî gelek malbatên din ên êzidî li wir bijî.

Piştî şoreşa Rojava, Şemsedîn Şemûn piştî 44 salan biryara vegera li welatê xwe da.

Şemsedîn Şemûn diyar kir ku piştî hikumeta Baasê zeviyên êzidiyan desteser kirin ku wê demê her malbatek derdora 250 donimê wan hebû, welatî neçar man koçber bibin û gihaşt wê astê ku liba zeytûnê li hev parve bikin.

Li gundê Dirêcîk 14 malbatên êzidî hebûn, lê koçber bûn û tenê 4 malbat mane. Her wiha malbatên Suryan û Kurd jî ji ber heman siyasetê koçber bûn. Şemsedîn da zanîn ku hîn jî dewsa malên wan hene.

‘44 SAL E EZ LI BENDA VEGERÊ BÛM’

Şemsedîn Şemûn di sala 1975’an de ber bi Almanyayê ve çûye û ev 44 sal e li wir dimîne. Şemûn îşaret pê kir ku di pêvajoya van salan de wî her tim hêviya vegera li gundê xwe dikir û îro bi saya berdêlên QSD`ê ku ewlehî misoger kir û teror ji herêmên wan derxist, xewna xwe bi cih anî.

Şemsedîn Şemûn bang li malbatên êzidî kir ku vegerin warên xwe û di nava civak û mîrateyên xwe yên dîrokî de bijîn.

(eh)

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.