DOLAR
13,8164
EURO
15,6712
ALTIN
789,77
BIST
2.038
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Yağışlı
12°C
Diyarbakır
12°C
Yağışlı
Cuma Parçalı Bulutlu
10°C
Cumartesi Az Bulutlu
13°C
Pazar Az Bulutlu
14°C
Pazartesi Az Bulutlu
15°C

Bextewarî di ”Etîka Nikamakhos”ê de-Ali Gurdilî

Bextewarî di ”Etîka Nikamakhos”ê de-Ali Gurdilî
26.10.2021
0
A+
A-

Tiştê ku mirovan bextewar dike çi ye gelo? Di ”Etîka Nikamakhos”ê de, hewl daye xwe ku wan faktorên ku bandûrê li jiyanî mirovî dikin, raxe holê. Dibêje ku temamiya mirovên serkeftî, xwediyê hinek wesfên diyar in û xwediyê hinek fazîleta ne. Li gor dîtina wî, divabû em jî têbigihêjine wan wesfan, bibin xwediyê wan û bikaribin wan vebiguhezine hinek kesên din.

Li gor nêrîna Arîstotales, yazdeh erdem hene, ku ew jî ev in: wêrekî, maqûlî, azadî, bêhempatî, gewretî, anor, sebir, rastgotî, jîrîtî, hişmendî û nefsbiçûkî. Arîstotales têdigihêjê ku hemû erdem, di navbera du mezîyetan de cih digrin. Wate, di navbera du wesfên dijraber de ne. Ji vê têgihiştinê dide rê û dibêje ”Rêya Navînî”.

Mesela di kitêba duyem ya li ser etîkê de, behsa kêf û şahiya ji hedê xwe zêde û bêhntengiyê dike. Li gor nêrîna wî; axêveriya baş, kilîda jiyaneke baş e. Ji ber vê yekê jî, li rê û rêgehên axêveriya baş vedikole. Li gor nêrîna wî; hinek mirov, bi ser nakevin. Çimkî ne esprîtuel in. Ev rewş jî, bêhna mirovan teng dike û dibe sebebê, aciziyê.

Di rewşekê wiha de jî, dê behsa miroveke ku bi kêrî tu tiştî nayê, xeydok e û bi kêrî têkilî û danûstandina sosyal nayê, bê kirin. Lêbelê kesên din, yarî û henekan wekî rê û rêgeheke bikar tînin. Palyaçoyek, li hemberî henekekî nikare li ber xwe bide. Rêzê ji kesî re nagre û dibe sebebê ken û tîqetîqê.

Û gelek gotinên ku hinek nikarin xeyala wan jî bikin, dike. Mirovê xwedîerdem, li vir emelê zêrînî ye. Hişmend e, lêbelê kubar e. Arîstotales tabloya temamiya erdeman, di lewnê emelan de amade kiriye, ku bi rastî ev xebat hêjayî pesinandinê ye. Gotiye ku wiha zû bi zû, em nikarin tevgerên xwe biguherînin.

Lêbelê, guherîn  pêkan e. Li gor nêrîna wî; başî, encameke kurmên (hînbûnî, habit) mirovî ye. Lewma jî, jê re wext, wêrekî û fersenda kirinê, divê. Dîsa li gor dîtina feylesof; mirovên ku ne dilpak (xwedîerdem) in, ew ne mirovên xirab in; lêbelê, mirovên bêsiûd in. Loma jî tiştê ku pêdiviya wan pê heye, ne şermezarî yan heps e. Pêdiviya wan, bi perwerdehî û mamosteyên, baş heye.

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.