DOLAR
19,0958
EURO
20,6297
ALTIN
1.202,11
BIST
4.997,80
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
20°C
Diyarbakır
20°C
Az Bulutlu
Salı Az Bulutlu
17°C
Çarşamba Az Bulutlu
9°C
Perşembe Az Bulutlu
8°C
Cuma Parçalı Bulutlu
12°C

Beşdarên Kongreya Ol û Baweriyan: Divê ol ji destên sextekaran were derxistin

Beşdarên Kongreya Ol û Baweriyan: Divê ol ji destên sextekaran were derxistin
11.01.2022
0
A+
A-

Di rûniştina yekemîn a Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê de hate gotin ku li herêmê krîzeke rasteqîn heye, ji ber ku pergala global a serwer destê xwe dirêjî tevahî bawer û nirxên mirovahiyê kirine û ew ji cewherê wê yê rasteqîn derxistine. Her wiha hate diyarkirin ku divê ol ji destên sextekaran were rizgarkirin.

Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê li bajarê Qamişlo berdewam dike.

Rûniştina duyemîn a kongreyê ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk û hîndekarê Zanîngeha Rojava Şêx Ebdurehman Bedirxan ve hate birêvebirin. Endamê Meclisa Niştimanî ya Têkoşîna li dijî Teror û Tundrawiyê ya Misirê Dr. Hanî Lebîb bi rêya bernameya Zoomê beşdarî kongreyê bûn û mijara “Dozên ku li pêşiya ol dibin asteng da ku bibe zemîna hevjiyana aştiyane” şîrove kir.

Dr. Hanî Lebîb behsa dîroka tevgerên tundraw û rola wan di jihevistina civakê de kir. Mamoste û çalakvanê di warê dozên civakî û avakirina piran bi rêya ol û etnîkan de yê ji Hindistanê, Mylene Duane behsa rola hêzên hegemon û desthilatdar di bikaranîna olan de ji bo berjewendiyên xwe kir. Her wiha Komîsera Komîteya Azadiya Ol û Baweriya a Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Maenza jî îşaret bi astengiyên li pêşiya azadiya olan kir. Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif jî qala bandora tundrawiyê li jinan kir.

‘RÊVEBERIYA XWESER MODELA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ YE’ 

Nedine Maenza kêfxweşiya xwe anî ziman ku beşdarî kongreyê bûye û got: “Ez serbilind im ku niha li vê kongreyê me. Sala 2019’an dema min serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir Tirkiyê êrişî herêmê dikir û niha jî êriş dike. Sûriyayên ku ji komkujiyên Tirkiyê filitîne rewşa wan pir dijwar e, ev jî dilê mirov diêşîne. Min bi dirêjahî behsa olên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, min didît ku Hêzên Sûriya Demokratîk herêm ji DAIŞ’ê rizgar dikirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê edaleta civakî heye, divê her kes vê bizanibin.”

Nedine Maenza diyar kir ku êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in, ji ber êrişên Tirkiyê û aloziyan aboriya Sûriyê bi awayekî mezin hilweşiyaye.

Nedine Maenza îşaret pê kir ku cihê yekane ku edaleta civakî lê heye, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha domand: “Min bi gelek xiristiyanan û niştecihên din ên li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine re hevdîtin pêk anîn, diyar kirin ku ew ji ber êrişên Tirkiyê azaran dikişînin.”

Nedine Maenza got, divê siyaseta azadiya olan li her deverê were belavkirin û anî ziman ku ev ne li dijî siyaseta Amerîkayê ye, divê civak sivîl be

Komîsera Komîteya Azadiya OI û Baweriya a Navneteweyî ya Amerîkayê behsa siyasetên “Îtîlafa Sûriyê ya opozîsyonê” jî kir û wiha domand: “Çawa wê îtîlafa Sûriyê îtîlafeke be ku nûnertiya sûriyayan bike, lê nikare azadiya olan û herêmê biparêze. Sûc û binpêkirin li dijî azadiyan, jin û zarokan tên kirine. Em ê bixebitin da ku cezaya li ser komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bibirin.”

Nedine Meanza di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Amerîka û civaka navneteweyî hîna Rêveberiya Xweser nasnekirine û got: “Tenê beşê wê yê leşkerî nas dike. Hêvîdar im ku rêveberiya Amerîka têbighêje ku Rêveberiya Xweser jêdera îstiqrar û aştiyê ye.”

Nedine Meanza da zanîn ku Rêveberiya Xweser modela demokrasî û azadiyê li herêmê û bang li dewleta Amerîkayê kir ku bi vê rêveberiyê re tevkar be da ku îstiqrar li herêmê pêk were.

‘DIJBERTIYA JINAN DIJBERTIYA OLAN E’

Foza Yûsif jî axivî, diyar kir ku li herêmê aloziyeke rasteqîn heye û wiha domand: “Li gel aloziya aborî û siyasî, aloziya ruhî, manewî û exlaqî heye, ji ber ku pergala global destê xwe dirêj tevahî bawerî û nirxên mirovahiyê kiriye û ew ji cewherê wê yê rasteqîn derxistine.”

Her wiha destnîşan kir ku sîstema kapîtalîst a serwer armanc dike ku mirovan bi jiyana madî mijul bike û ev tişt anî ziman: “Li dijî bawerî û olan komplo hene, ji ber ku ol banga exlaq û mirovahiyê dike. Di roja me ya heyî de bi navên ol û xweda sûcên herî hovane têne kirin.”

Foza Yûsif diyar kir ku ol şoreşeke rasteqîn e û wiha pê de çû: “Zeredeştî li dijî fanatîkan bû, şoreşa Mûsa li hemberî cûhiyên tundraw bû, şoreşa Îsa li dijî xiristiyanên tundraw bû. Her wiha şoreşa Mihemed li dijî cahiliyetê bû. Bi demê re kapîtalîzmê zilm li şoreşên olî kir ku ya herî zêde berdêl da jin bû. Ji ber ku jin hêza manewî ya civakan in. Bi navên cûda ol berevajî kirin û êrişên mezin li dijî jinan pêk anîn,  bi navên cûda jin şewitandin û recm kirin. Ji wê demê ve û heta niha jiyan li gorî du xeta dimeşe, xeta berxwdanê û xeta zilmê. Dijbertiya jinan di cewherê xwe yê rasteqîn de dijbertiya olan e.”

Foza Yûsif diyar kir ku dema ku ol ji cewherê wê dûr xistin êriş li ser jinan dan destpêkirin û wiha got: “Ev êrişî hîna berdewam in. Êrişên li ser Şengalê mînakeke. Bi navê îslamê jin hatin qetilkirin, kolekirin û destdirêjî li wan hate kirin. Em baş dizanin ku îslam li dijî qetilkirina jinan e û qetilkirina jinan an ku binaxkirina wan bi saxî heram kiriye. Niha jî bi navên cûda xiyanetê li îslamê dikin. Bi navê ol, urf û adet jin tên qetilkirin û zilmeke mezin li ser wan tê meşandin. Rejîma Erdogan a îdiaya îslamê dike, rojane behsa rizgarkirina Qudisê dike, lê jinan qetil dike û destdirêjiyê li wan dike. Yê ku îdiaya îslamê dike bi hezaran kes ji herêmê dan koçberkirin. Erdogan bi navê îslamê bêbextiyê dike.”

Foza Yûsif di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku girîng e ku ol li cewherê wê yê rasteqîn were vegerandin û got: “Mizgeft û dêr berê dibistan zanist û feqhê bûn, her wiha cihê nîqaşkirina mijarên civakî bûn. Lê DAIŞ’ê ev cih vegerandin cihê serjêkirin, nejadperestî û înkarkirinê. Divê em bixebitin da ku ol ji destên wan sextekaran derxînin û rizgar bikin. Heger ol ji destên sextekaran were rizgarkirin wê ev cih ol bibin minaryên belavkirina aştî, hezkirin û azadiyê.”

Foza Yûsif her wiha li ser asta diyaloga di navbera oldaran de wiha got: “Diyaloga doktrînî, yanî her olek baweriya xwe ya mutleq heye û nabe ku li ser wê nîqaş were kirin, ji ber ku nîqaş wê bê kêr bin. Tenê di rewşekê de dibe ku li gel wan paşxaneyên teolojîk, hiqûqî, felsefî û zanistî hebin. Diyaloga civakî ji bo rêzgirtina li hember ol, pêkanîna azadiya bawerî, mafên olî, wekhevî, aştî û hezkirinê û redkirina hemû cûreyên nejadperestiyê, nefretê di navbera olan de ye. Ev yek dê bi pêkanîna qanûnên xwedayî yên ku di dilê her kesekî de heye, pêkan e.”

‘BAWERMENDÊN RAST ZORÊ LI SER OLAN NAKIN’

Foza Yûsif behsa bikaranîna olan jî kir û wiha got: “Ol baweriyeke ku di wijdanê mirovan de ye, nabe tu kes oleke din li ser ola kesekî zorê bike. Bi gotineke din nabe bi rêya tirs an îşkencekirina zorê li mirovekî bikin ku baweriya xwe biguhere. Bawermendên rast vê yekê nakin, lê yên bêbext û derewçîn wiha dikin. Di navbera olan de şer tune ye. Tevî cudabûna bawerî, qanûnî û ayninan, ol naçe meydanên şer. Lê carê em dibin ku ol ji bo berjewndiyên siyasî, civakî û aborî têne bikaranîn.”

Kongre bi mijara duyemîn berdewam dike.

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.