DOLAR
9,2949
EURO
10,7905
ALTIN
528,13
BIST
1.413
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Çok Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Çok Bulutlu
Salı Parçalı Bulutlu
24°C
Çarşamba Az Bulutlu
23°C
Perşembe Az Bulutlu
24°C
Cuma Az Bulutlu
25°C

Beşdarên Komxebatê: Divê hemû hewldanên şerê navxweyî werin rawestandin

08.07.2021
0
A+
A-

Di beşa duyemîn a komxebata diyalogê de banga rawestandina hewldanên şerê kurd bi kurd, vekişandina hêzên PDK’ê ji qadên gerîla hatin kirin.

Komxebata diyalogê ya li bajarê Qamişloyê hatiye lidarxistiye piştî navbera nîvro bi mijara duyemîn a bi navê “Di vê pêvajoyê de ji kurdan çi tê xwestin?”dewam kir. Ev mijar ji aliyê endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif û parêzer Fadil Mûsa ve hate şîrovekirin.

Parêzer Fadil Mûsa diyar kir ku şerê Tirkiyê ne tenê li dijî PKK’ê ye, lê belê li dijî tevahî kurdan e, ji ber ku gerîlayên PKK’ê ji bo gelê Kurd li her parçeyên Kurdistanê, Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê berdêlên giran dan.

Mûsa da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker PDK’ê ji bo derxistina şerê navxweyî sor dike û wiha got, hewldanên mîna van ji bo têkbirina diyalogên kurdî-kurdî li Rojava jî hene. Her wiha diyar kir ku armanca sereke ji van hewldanan jihebelavkirina nêrîna kurdî ye.

Mûsa bal kişand ser helwesta gelê Kurd û diyar kir ku gelê Kurd li gelemperiya Kurdistanê banga yekitiya kurdî û stratejiya kurdî dike û ji vê hewldanan dike. Mûsa destnîşan kir ku pêwîste komîteye ji tevahî hêzên kurdî û kurdistanî were avakirin da ku ji bo destekdayîna têkoşîn û berxwedana niha ya li dijî dagirkeriya Tirk diyalogan bike.

Parêzer Fadil Mûsa îşaret pê kir ku pêwîste hêzên kurdî diyalogan pêk bînin, ji xiyaet û provakasyonan ku civaka kurdî ji hev belav dike û ji hevabendiyên herêmî yên ku nakevin xizmeta ê tevahî gelê Kurd dûr bikevin.

Foza Yûsif jî axivî û got: “Di sala 2011’an de derfeteke mezin ket destê kurdan, kurdan ev derfet bi kar anîn, piştre di sala 2013’an de hêzên kurdî hewl dan yekitiya xwe ava bikin, kurdan di vî warî de gelek gav avêtin, lê ji ber destwerdanên derve ev hewldan bi ser neketin. Di sala 2017’an referandom li Başûrê Kurdistanê hate ragihandin, lê hêza tekane ya ku li hember vî refrandomê sekinî dewleta Tirk a dagirker e, ev nîşaneya dijminahiya  dewleta Tirk a li kurdan e.”

Foza Yûsif diyar kir ku gelê Kurd di sala 2014’an rêza xwe kir yek, destek da şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê û ev yek diyar kir: “Lê hêzên dagirkerên Kurdistanê ji vê helwestê tirsiyan û hewl dan Kurdan parçe bikin. Heger gelê Kurd dema êrişên Heşid El-Şabî yên sala 2017’an yên li ser bajarê Kerkûkê û li hemberî êrişên dagirekriya Tirk ên sala 2018’an ên ser Efrînê heman helwest nîşan dabaya herêmên kurdî nedihatin dagirkirin.”

Foza Yûsif diyar kir ku şoreşa Rojava roleke mezin û sereke di yekitiya kurdî de lîst û wiha dom da axafina xwe: “Hêzên mêtîngerên Kurdistanê hewl didin kurdan vegerînin mîna berê kole, ji ber ku kurdekî mirî yê bê îrade dixwazin. Ev hewldan piştî serkeftinên mezin ên kurdan li dijî çeteyên DAIŞ’ê eşkere derketin holê, bi taybet dema ku tevahî cîhanê ev serkeftin silav kir.”

Di berdewama nirxandinên xwe de Foza Yûsif destnîşan kir ku gelê Kurd hebûn, çand û zimanê xwe îsbat kir û bi hemû hêz û îsrara xwe tê dikoşe û got: “Her kes dizane ku heger Kurd bibin yek tu hêz nikare hebûna wê tune bike, ev yek di şerên li dijî DAIŞ’ê de diyar bû.”

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê bi bomdarî got: “Ya niha tê xwest, divê hemû hewldanên derxistina şerê Kurd bi Kurd werin rawestandin. Ji ber vê yekê divê PDK’ê hêzên xwe ji herêmên Parastinê yên Medyayê vekişîne ji ber berxwedana HPG’ê ya li dijî êrişên Tirkiyê asteng dikin. Her wiha divê hêzên kurdî li gorî peymana sala 1982’yan a ku di navbera rêber Ocalan û Îdrîs Barzanî de hatibû îmzekirin tev bigerin û peymanên li dijî hêzên kurdî îmze nekin, zimanê xiyanet û provakasyonên ku hin dezgehên çapemeniyê dimeşînin ku nakokiyên kurdî zêdetir dikin, bi kar neyinin. Divê nakokî bi zimanê diyalogan werin çareserkirin, ji bo lidarxistina kongreyeke neteweyî kurdî xebat were kirin û zext li hêzên ku ji lidarxistinê direvin were kirin.”

Beşdaran li ser mijarê nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. Ji nêrînên ku derketin pêş; pêwîst e zext li hêzên ku xizmeta dijminên gelê Kurd dikin were kirin û werin muhasebekirin, pêwîste kongreyeke neteweyî ya kurdistanî were lidarxistin û komîteyek an dadgehek were avakirin da ku hesab ji hêzên ku yekitiya kurdî asteng dikin bixwazin.

Her wiha hate gotin, divê hêzên kurdî ji hegemoniya dewletên mêtînger û berjewendiyên partiyetî yên teng xilas bibin.

Beşdaran destnîşan kirin ku pêwîst e PDK’ê helwesta xwe nîşan bide û hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re rawestîne.

Tê payîn ku komxebat bi encamnameyê bi dawî bibe.

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.