DOLAR
16,3545
EURO
17,6171
ALTIN
974,64
BIST
2.450,84
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
32°C
Diyarbakır
32°C
Açık
Cumartesi Açık
33°C
Pazar Parçalı Bulutlu
35°C
Pazartesi Parçalı Bulutlu
35°C
Salı Az Bulutlu
34°C

Berxwedana 9 şervanên di girtîgehê de pêşî li reva bi hezaran çeteyan girt

Berxwedana 9 şervanên di girtîgehê de pêşî li reva bi hezaran çeteyan girt
25.01.2022
0
A+
A-

9 şervanên ku di girtîgeha Sînaa de hatibûn dorpêçkirin li ber xwe da û nehişt çete birevin û komkujiyan li dijî şêniyan çênekin.

Şervanên di girtîgeha Sînaa de li ber xwe daye, berxwedaneke mezin raber kir û rizgarbûna wan mîna mûcîzeyekê bû. 5 rojan li hember çeteyên DAIŞ’ê yên girtî li ber xwe da, nehiştin ew piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên ji derve ve ji girtîgehê birevin, bi hemû hêza xwe, bêyî av û xwarinê bi çekên xwe yên sivik li hember çeteyên terorîst li ber xwe da.

Şervanên di girtîgehê de li ber xwe dane bûn mertalên xurt û rê li ber komkujiyên nû li dijî şêniyên Hesekê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê girtin.

QSD’ê di 24’ê vê Çileyê de ew koma ji 9 şervanan pêk tê ku destanên lehengane di 5 rojan de nivîsandine, rizgar kir. Yek ji wan şervanan Bawer Cûdî ye. Bawer Cûdî ji ajansa me re hin hûrgiliyên di girtîgehê de parve kirin û wiha got: “Roja pêncşemê teqînek çêbû, me çekên xwe rakirin û berê xwe da derve, gule avêtin me. Em nikarîn derketana. Me jî bersiva wan da. Di heman demê de çeteyek di pêş min re derket û hewl da çekê ji min bistîne. Axaftin di navbera me de çêbû, dûvre çeteyek din hat û bi alaveke tûj li serê min da.”

Bawer Cûdî wiha domand: “Piştî derbeyê, ez ketim xwarê û piştî hişê min hate serê min, min çeka xwe nedît, min tenê cercûr dît. Yekser ez hilkişiyam qatê jor. Çete dan pey min û hewl dan me wek dîlan bigirin. Piştre mayîneke destan avêtin, di encamê de heval Akif şehîd ket. Min çekê hevalê xwe yê şehîd rakir û tevî derbeya min xwariye, min bersiva çeteyan da. Min nehişt çete hilkişin qatê jor, min û hevalên xwe ev qat kontrol kir.”

Bawer Cûdî da zanîn ku wan tedbîrên guncaw girtin û wiha pê de çû: “Di qata jor de me li ber xwe da û me nehişt ew derkevin. Kî ji avahiyê derdiket û hewl dida bireve me li wan dida. Lê piştî dîtin ku nikarin, çeteyan agir bi qatê jêr xist û dûmanekî gur ber bi me ve hilkişiya. Gotin xwe radest bikin, lê me guh neda wan û me rewş kontrol kir.”

Bawer Cûdî eşkere kir ku şervanên QSD’ê li derve li hember çeteyên ku êriş kirine û yên piştî êriş çek rakirine li ber xwe didan û ev tişt got: “Min di pencereyekê re bi destê xwe îşaret hevalekî li derve kir, dema ez dîtim mîn nîşaneya serkeftinê hilda û wî jî nîşaneya serkeftinê hilda û yekser ji wî cihî çû. Ez li vir fikirîm, gelo wî hevalî ez nas kirim û zanî em dorpêçkirî ne?Gelo çû planek ji bo derxistina amade bikin? An ez nas nekirim?”

Cûdî wiha gotina xwe berdewam kir: “Piştî demeke kurt tevgereke xurt bi rêya çekên giran û erebeyan a hevalên me yên QSD’ê çêbû û nêzî avahiya ku em tê de bûn û dest bi operasyonekê li derdora avahiyê kir. Piştre bi rêya speakeran bang kir û gotin heval Bawer dakeve em ê te rizgar bikin. Ez yekser daketim, lê sekvanê çeteyan ji avahiya li hember gule ber bi min ve avêt, lê erebeyên hevalan rewş kontrol kir û derbasî avahiyê bû û ez rizgar kirim.”

Bawer Cûdî îşaret bi dema dengên çeteyên di girtîgehê de dihat û wan têkilî bi yên derve re datanî kir û wiha got: “Çeteyên li derve digotin em nikarin têkevin girtîgehê, ji ber ku berxwedaniyek heye.”

Cûdî behsa tiştê di girtîgehê de dîtiye kir û wiha lê zêde kir: “Me bêserûberiya êrişê û danûstandina bi hin dîlgirtiyan re dîtin. Dîlgirtiyekî birîndar şewitandin. Betanî avêtin ser wî û bi zindî agir bi wî xistin û serê hin hevalên dîlgirtî jê kirin.” 

Şervan Bawer Cûdî got, çete niha di goşeyeke girtîgehê de hatine dorpêçkirin û diyar kir ku niha girtîgeh bi temamî di bin kontrola QSD’ê de ye û çeteyek jî nikare bireve.

Şervan Bawer Cûdî di dawiyê de îşaret bi berxwedana ku raber kirine, kir û got ew berxwedan bû mertalek, rê li ber komkujiyên mezin girt û nehişt bi hezaran çete ji girtîgehê birevin.

(fr)

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.