DOLAR
13,8164
EURO
15,6712
ALTIN
789,77
BIST
2.038
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Yağışlı
12°C
Diyarbakır
12°C
Yağışlı
Cuma Parçalı Bulutlu
10°C
Cumartesi Az Bulutlu
13°C
Pazar Az Bulutlu
14°C
Pazartesi Az Bulutlu
15°C

Bernard Kouchner: Kêmbûna avê xeteriyeke mezin e

29.09.2021
0
A+
A-

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ragihand ku êvara Sêşemê wan wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê Bernard Kouchner tevî feylezof û pisporê karûbarên kurdî Gérard Chaliand û endamê Saziya Hevkariya Fransayê ya Avê Alain Boaneh, pêşwazî kiriye.

Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve, hevserokê Daîreyê Ebdulkerîm Omer û endama Desteya Rêveberiyê ya Daîreyê Sena Deham, şande pêşwazî kiriye.

Li gorî malperê, herdu aliyan di hevdîtinê de mijarên qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve li ser herêmê, xebatên siyasî, danûstandinên aştiyê, diyaloga kurdî-kurxdî nîqaş kiriye.

Malperê diyar kir ku Ebdulkerîm Omer geşedanên dawîn li herêmê ji şandeyê re şirove kirine û bal kişandiye ser gef û êrişên domdar ên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha behsa binpêkirinên rojane yên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî, hatî kirin.

Malpera Daîreya Têkiliyên Derve li ser zimanê Ebdulkerîm Omer wiha got: “Divê biryara girtina dergehê Til Koçer ji nûve di ber çavan re bê derbaskirin, ku ji ber wê biryarê alîkariyên mirovî nagihêjin 5 milyon mirovên li herêmê. Her wiha belavbûna şewba Koronayê bi lez dewam dike û pêwîstî bi gihandina derziyên Korona û pêdiviyên tenduristî heye.”

Kouchner bal kişand ser girîngiya beşdariya wan di Komxebata Navneteweyî ya Avê de û wiha got: “Lê belê kêmbûna avê li vê herêmê em matmayî hiştin. Ev rewş dê bandorê li gel bike, dê gel miqdara pêwîst ji xwarinê û ava vexwarinê nikaribe bi dest bixe, dê av jî têra çandiniyê neke.  Ji lewre lidarxistina vê kongrayê wekî hişyariyekê ji her kesî re ye ku ev pirsgirêkeke navneteweyî ye û dê bandorê li Sûriye û Iraqê jî bike. Em dibînin ku ev xeteriyek mezin û lezgîn e.”

Li gorî malperê, Alain Boaneh jî teqezî bi girîngiya parastina mafên sivîlan di avê de, kir û kêfxweşiya xwe ji ber beşdarbûna komxebatê nîşan da û wiha got: “Min zanî ku dewleta Tirk avê ji ser sivîlên li vê herêmê qut dike, li seranserê cîhanê ev yek nayê qebûlkirin, divê ji bo sivîlan em parastina vê dozê bikin.”

Boaneh wiha dewam kir: “Derfeta Rêveberiay Xewser heye ku beşdarî Komxebata Avhewayê ya Navneteweyî bibe, ku dê Adara 2022`an li Dakar were lidarxistin. Li wir dikare rewşa vê herêmê şîrove bike. Bawer im ku raya giştî dê li kêleka Rêveberiya Xweser be. Divê saziyên NY`yî di van rewşan de alîkar bin. Em car din durbare dikin ku qutkirina avê ji ser xelkê vê derê û li tu deverên din ên cîhanê nayê qebûlkirin.”

(cx)

ANHA

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.