Desteya Çandê ya herêma Cizîrê bi hevkariya Komîteya Wêjeyî ya Rojava berhemê yekemîn a pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” bi navê “Kenê Buharê” bi şahiyeke îmzeyê derxist.
Di 15`ê Îlona 2020`an de Desteya Çandê ya herêma Cizîrê bi hevkariya Komîteya Wêjeyî ya Rojavayê Kurdistanê ji bo teşwîqkirina zarokan li ser xwendina pirtûkan û berfirehkirina çarçoveya çanda xwendinê li herêmê, yekemîn pêşbirka zarokan bi navê “Nivîskarê Pêşerojê” li Qamişloyê li dar xist.
Pêşbirk bi du beşên zimanan (erebî û kurdî) û li ser sê qonaxan bû, di pêşbirka yekemîn a sala borî de 60 zarok beşdar bûn.
12 zarokên ku qonaxa yekemîn û duyemîn bi serkeftî derbas kirin, çîrokeke ji xeyala xwe nivîsandin. Di nava wan de 6 zarok bi erebî û 6 din bi zimanê kurdî berhema xwe nivîsandin. Berhemên van zarokan bi pirtûkekê bi navê “Kenê Buharê” de hatin komkirin.
Îro Desteya Çandê ya herêma Cizîrê ji bo derxistina berhemê bi navê “Kenê Buharê” û îmzekirina wê ji aliyê zarokan ve şahiyek li baxçeyê Xwendinê yê Qamişloyê li dar xist.
Di şahiyê de malbatên zarokan, endamên Desteya Çandê û Komîteya Wêjeyî ya Rojavayê Kurdistanê hazir bûn. Di şahiyê de endamê komîteya amadekar a Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” Ebdulmecîd Xelef axivî û bixêrhatina beşdaran kir.
Pişter endama Komîteya Wêjeyî ya Rojavayê Kurdistanê Narîman Evdikê axivî û da xuyakirin ku ew amadekariyên pêşbirka duyemîn dikin û hêvî kir ku tevlêbûn zêdetir û balkêştir be.
Paşê zarokên ku di berhema bi navê “Kenê Buherê” de çîrok nivîsîbûn ji bo imzekirina pirtûkê hatin vexwendin ji aliyê komîteya amadekar ve da ku li ser pirtûkan imze bikin.