DOLAR
12,4902
EURO
14,1332
ALTIN
720,04
BIST
1.776
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sağanak Yağışlı
14°C
Diyarbakır
14°C
Sağanak Yağışlı
Pazartesi Parçalı Bulutlu
16°C
Salı Parçalı Bulutlu
17°C
Çarşamba Gök Gürültülü
13°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
12°C

Bedû.. dîrokeke têkoşînê ya dagirtî li dijî Osmanî û neviyên wan e

17.04.2021
0
A+
A-

Osmaniyên ku beriya bi sedan salan herêmên berfireh dagir kirin, nikarîn qebîleyên Bedû bixin bin serweriya xwe. Dema ku mijar dibû dagirkirina xakê û destdirêjiya li çand û dîrokê, Bedû berxwedaneke bêhempa raber dikir. Îro jî Bedû di xendeqên berxwedana li dijî dagirketiya Tirk de cih digirin.

Bedû.. dîrokeke têkoşînê ya dagirtî li dijî Osmanî û neviyên wan e

Osmaniyên ku beriya bi sedan salan herêmên berfireh dagir kirin, nikarîn qebîleyên Bedû bixin bin serweriya xwe. Dema ku mijar dibû dagirkirina xakê û destdirêjiya li çand û dîrokê, Bedû berxwedaneke bêhempa raber dikir. Îro jî Bedû di xendeqên berxwedana li dijî dagirketiya Tirk de cih digirin.

17 Nisan 2021, Şemi, 06:01 –ROJANE
 KOBANÊ-NÎHAD KERHO-DICLE EHMED


Bedû şêniyên çolistanê ne û li dijî jiyana bajaran in, ji ber ku bi nêrîna wan jiyana azad a li çolistanê sînordar dike. Xwedîkirina sewalan, debara sereke ya jiyana Bedû e.

Qebîleyên Enze û Şemer ketin dîrokê. Qebîleya Enze ku li Mexrib, Misir, dewletên Kendavê, Iraq, Filistîn, Sûriye, Lubnan û Iraqê belav dibe, roleke mezin li herêmê lîst.

Bedû li piraniya parêzgehên Sûriyê hene. Piraniya wan bi awayekî sereke li Humus, Dêrazor, Hesekê û Şamê dijîn. Cara yekemîn di sala 1830`î de ji Nîvgrava Ereban hatin û li beravên çemê Firatê bi cih bûn.

 LI PÊŞIYA DAGIRKERIYA OSMANÎ BÛN BENDEKE ASÊ

Di parastina Sûriyê û çanda wê ji êrişan û mêtîngeriyê de, Bedû roleke mezin lîst. Ji dagirkeriya Osmanî bigire û heta mêtîngeriya Fransa û niha jî ya dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide demografiya herêmê bi rêya dagirkirina wê û koçberkirina şêniyên resen, biguherîne.

Di şerê li dijî osmaniyan de jî roleke sereke lîstin. Li gorî gelek rojhilatnasên ku li ser dîroka Bedû a li dijî dagirkeriya Osmanî nivîsandine, sultanên Osmaniyan nikarîn bi awayekî yekser çolistanê kontrol bikin.

Rûbera ku Osmaniyan bi awayekî yekser tenê 6 kîlometrên li rojhilatê Şam, Humus, Hema, Heleb û Reqayê yên ku Bedû lê bûn, dagir kiribû. Lê hin caran bi rêya bertîlê karîbûn hin şêxên Bedû bixin bin serweriya xwe.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/04/16/182613_fars-alhwran.jpg

Rûspiyê qebîleya El-Fedaan a gundewarên navçeya Eyn Îsayê Faris El-Horan got: “Osmaniyan gelek zext li qebîleyên El-Enze û El-Fedaan dikir ji ber ku her du qebîle li dijî wan bûn. Ji ber ku bacên mezin li ser qebîleya El-Fedaan dihatin ferzkirin, wê qebîleyê siyasetên zordestiyê red dikir.”

El-Horan wiha domand: “Dema ku qebîleyê ew siyaset red dikir, di navbera wan û Osmaniyan de 3 caran şer rû da. Şerê sereke şerê El-Mestaha li ser sînorên Reqayê bû, ku tê de bi sedan leşkerên osmanî hatin kuştin. Her wiha şerê herêma El-Meskene ku tê de zêdetirî 20 leşker hatin kuştin û di nav de efserek osmanî jî hebû. Piştî wan şeran, hikumeta Tirkiyê ji bo razîkirina qebîleyên El-Enze, şêxê qebîleyê pere pêşkêşî Şêx Horan kirin da ku berê xwe bide Helebê, lê belê wî ew yek red kir.”

Osmaniyan li hemberî dijberên xwe siyaseta xiyanetê dimeşand. Piraniya şêxên Bedû ên ku li dijî osmaniyan derketine ev siyaset li ser wan hate meşandin. Ciwanên wan di şerên li dijî Fransa û Brîtanyayê de dihatin bikaranîn.

Ev yek bi Şêx El-Horan re çêbû ku piraniya qebîleyên Bedû di sesala 18`emîn de bi rêve dibir. Di 1842`an de li herêma El-Cebûl hat El-Horan hate hedefgirtin, piştre biraziyê wî Şêx El-Cedaan Bin El-Mihêd şûna wî girt û li dijî Osmaniyên li heêrmê şer kir û zirarên mezin ên madî û canî gihandin wan. Her wiha karîbû ku bacan li ser rêya herîr û rêya Hîcaz ferz bike, ku dewleta Osmanî ew yek red kir.

Hespên resen ên Bedû jî roleke mezin di şerên wê demên ên li dijî dewleta Osmanî de lîstin. Bi rêya wan hespan bi hêsanî ji Osmaniyan direvîn. Her wiha danîna taktîkên leşkerî ji aliyê Bedû ve, rol di tunekirina leşkerên Osmanî li herêmê de lîst û helwestan Bedû li hemberî aliyên ku destdirêjiyê li aramî û îstiqrara wan dikin, xurttir dikir.

BEDÛ PIŞTÎ RAGIHANDINA RÊVEBERIYA XWESER

Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya pêkanîna projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş de tevahiya çînên civakê û pêkhateyên wê cih di saziyên Rêveberiya Xweser de girtin.

Bedû bi rêya kesayetên ku heta niha li ser kar in, roleke bingehîn di danîna rêgez, qanûn û pergalên Rêveberiya Xweser de lîst. Her wiha ji ber naskirina wan bi xwezaya herêmê, erdnîgariya wê û çandên wê bûne xwedî roleke çalak.

Bedû bi tevlêbûna nava Rêveberiya Xweser, cih di rûniştandin têgeha neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş de girt.

Rûspiyê qebîleya El-Fedaan û endamê Meclisa Şûra ya qebîleyê Omer Diyab El-Idêdan dibêje: “Qonaxên ku herêm beriya Rêveberiya Xweser tê re derbas bûne, ji dagirkeriya osmanî bigire heta bigihêje mêtîngeriya fransî û partiya Baas em hatibûn paşguhkirin.  Îtîraf bi hebûna me wek qebîleyên Bedû ku li Sûriyê dimînin, nedihat kirin. Ruxmî ku dîroka me bi destkeftiyan dagirtî ye ku hikumeta Şamê di rûpelên dîrokê de nenivîsandiye, lê mixabin rojhilatnasên alman û brîtanî behsa me kirin.”

Ji destpêka şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê ve, ji Kobanê bigire heta bigihêje Baxozê Bedû li rex Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn û beşdarî pêkanîna ewlehiyê li herêmê bûn û ji bo wê gelek şehîd û fedekariyên bêhempa dan. Tenê di rojekê de dema rizgarkirina Baxozê 20 ciwanên wê şehîd ketin.

TEVLÊBÛNA NAVA REFÊN QSD LI DIJÎ TIRKIYÊ

El-Idêdan destnîşan kir ku ji hezarên salan ve ew û gelê Kurd xwedî dîrokeke hevbeş in û wiha berdewam kir: “Ji destpêkê ve em li rex QSD`ê bûn, ji ber ku em bi terora DAIŞ`ê qani nebûn. Bedû dîtin ku fikirê Rêveberiya Xweser ku li ser bingeha biratiya gelan hatiye avakirin, çareseriya tekane ya aloziya Sûriyê bi giştî ye. Her wiha rêya xilaskiya tevahiya sûriyan e. Ji lew re bi hejmareke mezin tev lê bûn.”

El-Idêdan teqez kir ku şervanên Bedû, niha bi QSD`ê re di heman xendeqên berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk de yên li eniyên Eyn Îsayê cih digirin û destanên lehengiyên xêz dikin, mîna ku pêşiyan wan li hemberî osmaniya li ber xwe dan. Ji ber ku ew serkeftin di yekitiyê, hevgirtinê û biratiya gelan de dibînin.

El-Idêdan destnîşan kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk ew ê li rex QSD`ê bin û got, Eyn Îsa mînaka herî ber bi çav a wê yekê ye ku êdî bûye keleha berxwedanê û hêviyên Erdogan û çeteyên wê, şikandin.

TIRKIYE DEWLETEKE DAGIRKER E

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/04/16/182639_amr-dyab.jpg

Tirk li ser şopa sultan Ebdulhemîd siyaseta guherandina fikirê gelan, derxistina tevliheviyê û tirkkirina herêmê diçin. Der barê vê El-Idêdan got: “Rewşa li herêmên dagirkirî, ne baş e, ji ber tirs û îşkenceyê ku rastî wê tên. Em bi wêne û dîmenên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têkildarî vekirina dibistan, peymangeh û zanîngehan belav dikin, nayin xapandin.”

El-Idêdan da xuyakirin ku guhertina demografiya herêmê, siyaseta tirkkirinê ku li dibistan û zanîngehan dide meşandin, sûcên xeternak in ku di encamê de dê nifşên girêdayî Tirkiyê derkevin. El-Idêdan diyar kir ku guhertina demografiya Efrînê îsbat dike ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna timayên xwe vê yekê dike ne ku mîna îdia dike ku dixwaze demokratiyê belav bike.

Di dawiyê de El-Idêdan ev yek got: “Dewleta Tirk dewleteke dagirker û timaker e. Em xwediyê rasteqîn ên vê axê ne. Tu cudahî di navbera Ereb, Kurd an jî pêkhateyên din de tune ye. Ew welatparêz in û me bi xwe bang kir ku di Sûriyeyeke demokratîk û azad de xwe bi xwe bi rêve bibin. “ 

(şx)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.