DOLAR
9,6155
EURO
11,1969
ALTIN
554,22
BIST
1.480
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Az Bulutlu
Cumartesi Az Bulutlu
26°C
Pazar Az Bulutlu
27°C
Pazartesi Parçalı Bulutlu
24°C
Salı Az Bulutlu
19°C

Bayik: Şoreşa Rojava şoreşeke girîng û mezin e

15.07.2021
0
A+
A-

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku şoreşa Rojava li ser îdeolojî û felsefeya Rêber Apo ava bû, ji ber wê karîbû li ser piyan bimîne û ji bo her kesî bû hêvî.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik tevlî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û têkildarî salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, şehîdên meha Gulanê, armanca Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan ji serdana Amedê, salvegera Şoreşa Rojava, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana li dijî van êrişan axivî.

Bayik di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku meha Tîrmehê ji bo gel û tevgera wan meheke gelekî girîng e û got, “Hem êşên mezin lê hatin kişandin, hem jî destketiyên mezin hatin afirandin. Heval Vedat Aydin, berxwedêrên 14’ê Tîrmehê, şehîdên Rojava di vê mehê de gihîştin asta şehadetê. Her wiha komkujiya Zîlanê di vê mehê de hate kirin. Di şexsê şehîdên meha Tîrmehê de şehîdên demokrasî û azadiyê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînim. Ew ji bo me nirxên mezin e. Ev tevger wê heta dawiyê xwedî li şehîdan derkeve.”

Cemîl Bayik salvegera 39’an a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1984’an bi bîr xist û got, “Şoreşgerên 14’ê Tîrmehê bi rêzdarî bi bîr tînim. Ev berxwedêr pêşengê me ne. Em têkoşîna wan ji xwe re dikin esas.”

Bayik got, “Hevalên Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi çalakiya xwe Rêber Apo, PKK, milîtaniya partiyê û lehengiya gelê Kurd nîşanî dijmin dan.

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê di nava şert û mercên gelekî giran de li dijî siyaseta 12’ê Îlonê serî hildan û ev siyaset têk birin. Ji ber vê yekê gotin Berxwedan Jiyan e. Ev yek serketina felsefe û îdeolojiya PKK’ê ye. Ev yek ruheke, rêbazeke jiyanê ye. Divê mirov 14’ê Tîrmehê bi vî rengî fêhm bike. Vî ruhî û vê têkoşînê karakterê gelê Kurd û şoreşa Kurdistanê diyar kir.

‘LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BERXWEDANEKE DÎROKÎ HEYE’

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê nîşan dan ku pîvanên têkoşînê divê çawa bin. Yanî gotin, divê şoreşgerî û welatparêzî bi vî rengî be. Ev yek ji bo gelê Kurd, milîtanên PKK’ê, welatparêz û şoreşa Kurdistanê bû qanûnek. Şoreşa Kurdistanê li ser vê qanûnê dewam kir. Me ruhê vê têkoşînê qezenç kir. Ew ruh ji bo gelê Kurd û milîtanên PKK’ê her tim pêwîst e. Îro li Zap, Avaşîn, Heftanîn, Metîna, Xakurkê, Bakur û gelek eyaletan bi ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê têkoşîn tê meşandin.

Gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer dikin, dibêjin ‘Em bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê têdikoşin, li ber xwe didin’. Ji ber ku berxwedana 14’ê Tîrmehê di nava zor û zehmetiyên gelekî giran de pêk hat. Îro jî hevalên li Herêmên Parastinê yên Medyayê têdikoşin di nava şert û mercên gelekî giran de li ber xwe didin. Dibe ku hinekî ji hev cuda ye, lê belê ji gelek aliyan ve dişibe hev. Çawa ku berxwedêrên zindanan li dijî darbeya 12’ê Îlonê bi ser ketin, îro jî li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, li dijî her cûre dorpêçî, êriş, zehmetî û bikaranîna çekên kîmyewî, gerîla bi rengekî dîrokî li ber xwe dide.

Vê yekê ne tenê ji bo PKK’ê yan jî gelê Kurd dikin. Têkoşînê ji bo tevahiya mirovahiyê dimeşînin. Ji ber vê yekê berxwedaneke gelekî bi rûmet e. Lewma dişibe berxwedana 14’ê Tîrmehê. Bi vê wesîleyê gerîlayên li Metîna, Zap, Heftanîn, Avaşîn û bakru li dijî qirkerî û dagirkeriyê bi rengekî dîrokî li ber xwe didin hemûyan pîroz dikim, silav dikim.”

Cemîl Bayik anî ziman ku dewleta Tirk bi çekên NATO’yê êrişî Avaşîn, Heftanîn, Zap, Metîna û eyaletên Bakur hemûyan dike, çekên kîmyewî jî bi kar tîne û got, “Tevî vê yekê PDK jî qadên gerîla dorpêç dike. Hûlûsî Akar ev yek xwest. Hevalê Mûrat Karayilan jî ev yek eşkere kir. Dewleta Tirk a ku bi hezaran leşker-çete û çekên xwe yên kîmyewî nekarî encamê bi dest bixe, ji PDK’ê xwest ku bikeve nava şer.

‘EM Ê DAWÎ LI DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê BÎNIN, BILA HER KES JI VÊ BAWER BIKE’

Hin hêzên taybet ên PDK’ê hene, ew pêşmerge nîne. Pêşmerge tevlî şer nabe. Ew hêzên taybet dorê li qadên gerîla dipêçin. Ev dorpêçî jî bi kêrî dewleta Tirk tê. Ne ji vê dorpêçiyê be dewleta Tirk wê derbên mezin bixwe û têk biçe. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî dewleta Tirk a dagirker mezintir bikin. Em ê dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin. Bila her kes ji vê yekê bawer bike.”

Bayik bi bîr xist ku ji bilî çekên ferdî derfeteke cuda di destê gerîla de nîne û got, “Gerîla bi vê yekê li ber teknîka dewleta Tirk radibe, derbê li dagirkeran dixe. Nahêle ku dijmin hîn bêhtir Başûr dagir bike. Yanî gerîla ne tenê ji bo xwe, her wiha ji bo Başûr, Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê têdikoşe. Êriş gelekî mezin e, lê berxwedan û têkoşîn jî gelekî mezin e.”

‘PÎVANÊN WELATPARÊZIYÊ XWEDÎDERKETINA LI GEL, WELAT Û NIRXÊN WELÊT E’

Di vê çarçoveyê de Cemîl Bayik bal kişand ser pîvanên welatparêziyê û wiha dewam kir, “Welatparêzî çi ji mirovan dixwaze? Rabûna li ber komkujî û dagirkeriyê dixwaze. Pîvanên welatparêziyê hezkirina ji welat û gel e. Xwedîderketina li nirxan e. Xwedîderketina li xweza, cografya, bedewiya Kurdistanê ye. Heta ku ev neyê kirin gelo mirov dikare qala welatparêziyê bike? Em îro dibînin ku dewleta Tirk a faşîst dagirker li hemû parçeyên Kuridstanê dixwaze nirxên me hemûyan ji holê rake. Vê yekê veşartî nake, bi rengekî eşkere dike. Li dijî van hemûyan jî Rêber Apo, gelê Kurd, gerîlayên HPG û YJA Starê li ber xwe didin. Di nava zor û zehmetiyên giran de destanan dinivîsînin. Tenê canekî gerîla heye, wî canê xwe jî feda dike. Ji bo vî welatî, ji bo vî gelî vê berdêlê dide. Me dixwest ku yên ji xwe re sosyalîst, alîgirê demokrasî û mafên mirovan dibêjin, li kêleka gerîla li ber dewleta Tirk a dagirker rabin.

Em li bendê bûn ku li dijî dewleta Tirk a faşîst têbikoşiyan. Hêvî û daxwaza me ev bû. Lê mixabin me dît ku bi taybetî rêveberiya PDK’ê li Behdînanê li dijî dagirkeriya Tirk li kêleka me cih negirtin. Çima ev nekirin? Dibe ku gelek sedemên xwe hebin. Em bi van zanin. Naxwazim bi dûr û dirêjî qalê bikim. Madem bi me re li ber dagirkeriya Tirk ranebûn, qet nebe diviyabû dagirkeriya Tirkiyeyê rewa nekiribûna. Ev yek ji wan dihat. Her kes jî li benda vê bûn. Her kesî dixwest PDK li ber dagirkeriya Tirk rabe. Lê mixabin di pratîkê de çi hate dîtin? Hem li çapemeniya xwe hem jî rêveberên wan axivîn. Ne tenê daxuyanî dan. Hin hêzên ser bi PDK’ê, ku eleqeya wan bi pêşmergeyan re nîne û ji bo pereyan tevdigerin, hewl didin gerîla dorpêç bikin. Hîn bêhtir zêdegaviyê dikin. Dixwazin gerîla tengav bikin. Di nava hewldaneke bi vî rengî de ne. Hewl didin têkiliya navbera hin herêman qut bikin, bi vî rengî liv û tevgera gerîla asê bikin. Dixwazin ku pêşî li peydakirina pêwîstiyên gerîla bigirin.Bi rêya van hemûyan xizmetê ji dewletên dagirker re dikin. Daxwaza me ji wan ew bû ku li kêleka me nebin jî qet nebe li pêşiya me nebin asteng. Ev kiryarên wan di nava dostên Kurdan, hunermendên Kurd û hin derdoran bû sedema fikar û gumanan. Ji ber vê yekê gelek dostên Kurdan, hunermendê Kurd, siyasetmedar û hin saziyan diyar kirin ku ew vê qebûl nakin. Li ber vê rabûn û çalakî kirin. Mînak, bi navê Însiyatîfa Parastina Kurdistanê karekî gelekî girîng hate kirin û vî karî xizmeteke mezin ji gelê Kurd re kir. Bi vê wesîleyê silav û hurmetên xwe pêşkêşî her kesî dikim ên ku keda wan di vî karî de heye.”

Cemîl Bayik destnîşan kir ku ji niha û pê ve divê karekî xurt bê meşandin ku dawî li êrişên li ser gerîla bê anîn û got, “Yanî di vê demê de di navbera PKK û PDK’ê de şer nîne. Di vê pêvajoyê de di navbera PKK û dewleta Tirk de şer heye. Ev şer şerê navbera gelê Kurd û dewleta Tirk a faşîst e. Bêguman armanca hunermendan, Însiyatîfa Parastina Kurdistanê û hin siyasetmedaran, rabûna li ber dagirkeriyê bû. Wan careke din pîroz dikim, hurmetên xwe pêşkêş dikim.”

Bayik diyar kir ku divê mirov her tiştî li nava refên welatparêziyê bikin yek, li dijî dagirkeriyê eniyekê ava bikin û got, “Ji bo şikandina dorpêça li ser gerîla divê hewl bê dayin. Gerîla ji bo gelê Kurd têkoşîneke bi rûmet dimeşîne, destanan dinivîsîne. Lewma divê her kes li kêleka gerîla bin, piştgiriya gerîla bikin.”

‘MADEM KEK MESÛD LI SER SOZA XWE YE, HINGÎ BILA BI CIH BÎNE’

Cemîl Bayik bi dewamî got, “Hinek çûne bi Birêz Mesûd Barzanî re hevdîtin kirine û Birêz Barzanî ji wan re gotiye ku ew li ser soza xwe ya berê ye. Ev yek ji me re gotin. Eger bi vî rengî be wê çaxê girîng e, hêja ye. Yanî em ji vê kêfxweş in. Em dixwazin ev yek bi cih bê anîn. Ev gotin ji bo me hêja bû, hîn jî hêja ye. Bila her kes bi vê zanibe. Em daxuyanî û daxwazên Însiyatîfa Parastina Kurdistanê, hunermendan û gelek hêzên hêja ji xwe re dikin esas, weke talîmatê dibînin. Bi ti awayî nêt û armanca me nîne ku li hemberî PDK’ê şer bikin. Madem Kek Mesûd jî gotiye ku ew li ser gotina xwe ye, wê demê divê ev gotin bi cih bê anîn. Bi vî rengî wê guman hemû ji holê rabin. Em amade ne ku berpirsyariya dikeve ser milê xwe bi cih bînin. Baweriya me ew e ku sozên hatine dayin wê dewam bikin û ev hewldanên bicihbûnê wê bi dawî bibe. Ev bibe wê pirsgirêk hemû bi rêya diyalogê çareser bibe.”

‘ERDOGAN JI BO ÎMAJA XWE SERERAST BIKE ÇÛ AMEDÊ’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser serdana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li Amedê û wiha dewam kir; “Erdogan hem li hundir hem jî li derve gelekî teşhîr bûye. Ji ber vê yekê xwest biçe Amedê û îmaja xwe ya neçê sererast bike. Ji bo karibe polîtîkaya xwe ya qirêj û înkarê bimeşîne hewl dide zemîneke guncaw biafirîne. Sedema çûyîna Erdogan a li Amedê wiha ye. Divê kes ji gotinên wî bawer neke. Ji ber ku Erdogan desthilatdariya xwe heta niha bi siyaseta xapandin û derewîn meşand. Êdî her kesî ev rastiya wî dîtiye. Bi taybetî Kurdan ew di vê mijarê de baş nas kirine. Lewma nikare êdî Kurdan bixapîne. Dibe ku li derveyî Kurdan hin kesan bixapîne. Erdogan tevî Suleyman Soylû çû Amedê. Suleyman Soylû dijminê Kurdan e, kujerê Kurdan e. Yekî welê ye ku her cara devê xwe vedike qala komkujî û zilma li Kurdan dike, van komkujiyan jî bi kêfxweşî tîne ziman. Dibêje ku wê nefret û komkujiyên xwe dewam bike. Erdogan jî heman tiştî dibêje.”

Bayik bi bîr xist ku Erdogan li dijî HDP’ê hin axaftin kir û got, “Ev daxuyanî çima da? Ji ber ku li dijî HDP’ê, ji bo girtina HDP’ê pêvajoyek dane destpêkirin. Bêguman zanin ku piştî vê doza girtinê eger HDP’ê bigirin wê nerazîbûneke mezin li dijî wan rû bide. Ji bo pêşî li vê nerazîbûnê bigire û mirovan bênerazîbûn bihêle, axaftinên bi vî rengî dike.”

‘YÊN KU QIRKIRINA ÊZIDIYAN NAS DIKIN, DIVÊ LI BER ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK JÎ RABIN’

Cemîl Bayik di dewama axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê nirxand.

Bayik bi bîr xist ku heta niha herî kêm 73 ferman li civaka Êzidî rabûye, xelkê Êzidî li dijî van fermanan dixwaze xwe bi rêve bibe, xwe biparêze.

Bayik got, “Dema ku DAÎŞ’ê êrişî Êzidiyan kir her kesî dengê xwe bilind dikir. Niha dewleta Tirk êrişî xelkê Êzidî dike, lê kes dengê xwe nake. Ev yek durûtî û bêexlaqî ye.”

Bayik diyar kir ku dewleta Tirk mîna DAÎŞ’ê dixwaze Êzidiyan qetil bike û got, “Xelkê Êzidî vê rewşê dibîne û dibe xwedî hêrseke mezin. Du dewletên Ewropayê Hollanda û Belçîkayê qebûl kirin ku xelkê Êzidî hatiye qirkirin. Ev biryar girîng e. Ji ber van biryaran em spasiya wan dikin. Eger bi rêya van biryaran komkujî û qirkirina li ser Êzidiyan qebûl kiribin, hingî divê li ber êrişên dewleta Tirk jî rabin. Dema ku ev kirin, wê hingî biryara wan bi wate be. Yanî li gel naskirina qirkirinê, bêdengiya li pêşberî êrişên dewleta Tirk sekneke rast nîne. Bendewariya me ew e ku li gorî biryara standine li ber êrişên dewleta Tirk rabin.”

‘HERÎ ZÊDE DIVÊ IRAQ BI QÎMETA ÊZIDIYAN ZANIBE’

Bayik destnîşan kir ku di vê mijarê de ya ku herî zêde divê bi berpirsyarî rabe hikumeta Iraqê ye û wiha dewam kir; “Ya ku herî zêde divê bi qîmetê Êzidiyan zanibe hikumeta Iraqê ye. Eger hikumeta Iraqê mafên rewa yên Êzidiyan nas bike wê ev yek ji bo Iraqê gaveke gelekî girîng be. Wê li cîhanê îmaja xwe xurt bibe. Ev yek wê di heman demê de bandoreke erênî li têkiliyên navbera gelê Kurd û hikumeta Iraqê jî bike. Daxwaz û bendewariya me bi vî rengî ye. Bêguman di vir de tiştekî din ê girîng heye. Eşkere bû ku eger xelkê Êzidî bi vî rengî karekî xurt bimeşînin wê qirkirina li wan hatiye kirin bi gelek welatan di asta fermî de bidin qebûlkirin. Eger hîn bi xurtî bixebitin wê hem ji aliyê naskirina mafên xwe yên parastina rewa hem jî naskirina komkujiya li wan hatiye kirin encamên girîng werbigirin.”

SALVEGERA ŞOREŞA ROJAVA

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi wesîleya salvegera 10’an a Şoreşa Rojava jî wiha axivî: “Di destpêkê de her kesên ku ji roja destpêkê ve cihê xwe di nava vê têkoşînê de girtine silav dikim, pîroz dikim. Di dema şoreşê de gelek şehadet çêbûn. Wan bi minet û rêzdarî careke din bi bîr tînim. Di pêvajoya şoreşê de gelek gaziyên me çêbûn, ji wan re jî şîfayê dixwazim. Şoreşa Rojava bi rastî jî şoreşeke gelekî girîng û mezin e. Ev şoreş li ser îdeolojî û felsefeya Rêber Apo ava bû. Xelkê Rojava ev şoreş li ser van esasan pêk anî. Eger ev şoreş karîbûye li ser piyan bimîne, ji ber vê yekê ye. Di nava pêvajoya şoreşê de ji hundur û derve gelek êriş hatin kirin.

Armanca xwe jî qedandina şoreşê bû. Lê nekarîn vê bikin. Eger şoreş bi ser ketibe, sedema vê jî xeta Rêber Apo ye. Gelê li wê derê li ser xeta Rêber Apo xwe bi nirx û nasnameya xwe bi rêxistin kirin. Her kes bi nasname û zimanê xwe bi rengê xwe tevlî vê şoreşê bûn. Ji ber vê yekê piştevanî, biratî û hevgirtin çêbû. Ev rewş hem li Sûriyeyê hem li Rojhilata Navîn hem jî ji bo gelên cîhanê bû modelek. Ji bo her kesî bû hêvî. Lewma gelek hêz û derdor xwedî li vê şoreşê derketin. Dijberên desthilatdariyê, alîgirên demokrasiyê, sosyalîst, jin û ciwan her kesî dît ku ev şoreş ji bo wan mînak e.”

‘AMBARGOYA LI SER MEXMÛRÊ ŞERMEKE MEZIN E, DIVÊ TAVILÊ BI DAWÎ BIBE’

Têkildarî ambargoya ku 3 sal in li ser wargeha Mexmûrê, Cemîl Bayik wiha axivî: “Ambargoya li ser Mexmûrê hîn jî dewam dike. Bi rastî jî şermeke mezin e. Yên ku vê ambargoyê ferz dikin divê tavilê dawî lê bînin. Ji ber ku tiştekî bi wan jî nade qezençkirin. Ev rewş di heman demê de ji bo xelkê li Mexmûrê zilmeke mezin e. Xelkê Mexmûrê li ber dagirkerî û mêtingeriyê rabûye, têkoşiya ye. Gelekî welatparêz û bi rûmet e. Ji ber ku serî li ber zilmê netewandiye li wir bi cih bûne. Ambargoya li ser gelekî bi vî rengî şermeke mezin e. Divê tavilê bi dawî bibe.”

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.