DOLAR
9,6155
EURO
11,1969
ALTIN
554,22
BIST
1.480
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Az Bulutlu
Cumartesi Az Bulutlu
26°C
Pazar Az Bulutlu
27°C
Pazartesi Parçalı Bulutlu
24°C
Salı Az Bulutlu
19°C

Bayik: Em ê bi têkoşîneke hevgirtî, polîtîkaya sed salî ya dewleta Tirk têk bibin

15.04.2021
0
A+
A-

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê: Bi şerê gerîla, têkoşîna civakî, çalakiyên li bajaran û têkoşîna piralî em dixwazin dewleta Tirk biguherînin. Bi têkoşîneke wiha hevgirtî em ê polîtîkaya sed salî ya dewleta Tirk têk bibin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bersiv da pirsên malpera Responsible Statecraft. Hevpeyvîna ku bi Cemîl Bayik re hatiye kirin wiha ye:

Gelek kes we sûcdar dike ku ji bo Rojava dibin sedema gelek pirsgirêkan, dibin weke barekî. Gelek kes di wê baweriyê de ne ku lîderên weke Mazloûm Abdî û Elham Ahmed li gorî we û lîderên PKK’ê tevdigerin. Têkiliya we ya bi Rojava re çi ye?

Yên ku ji bo me dibêjin ku em ji bo Rojava bar in, em nizanin ku xwe dispêrin çi û vê dibêjin. Lê belê yên ku bi vî rengî dibêjin, xuya ye haya wan ji dîroka nêz a Sûriye û Rojava nîne. Niha şoreşeke heye ku bandorê li tevahiya mirovahiyê dike. Bi pêşengiya şoreşa jinê şoreşeke demokrasiyê pêk hatiye. Jin, ciwan, extiyar tevahiya gelê Rojava veguheriye îradeyeke demokratîk. Ne netewperestî, ne jî olperestî serdest e. Nasname û baweriyên cuda bi rengekî azad bi hev re dijîn. Ev ne tenê ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê mînak e. Vî gelî hem li Sûriyeyê li dijî rejîma Baas serî hilda, hem jî herêmên xwe azad kirin. Hem jî xwe spartin vê sîstema xwe ya demokratîk û azadîparêz û DAÎŞ têk birin. 12 hezar şehîd dan. Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Tirkmen li gel hev şer kirin. DAÎŞ ne tenê bi hêza leşkerî têk birin. Bi esasî, bi feraseta neteweya demokratîk û karakterê azadîparêziyê, DAÎŞ têk birin. Eger ne ji fikr û nêzîkatiyeke bi vî rengî ya polîtîk bûya, piraniya Ereban li Sûriye û Iraqê wê piştgirî bidan DAÎŞ’ê û DAÎŞ nekarîbû bê têkbirin. Feraseta demokratîk û nêzîkatiya polîtîk a li Rojava derkete holê, encama fikrên Rêber Apo ye. Rêber Apo ku 20 salan li vê qadê ma, ji her alî ve bandor li Kurdan kir.
Gelo ev bandora Rêber Apo û PKK’ê çêdibe ku weke bar bê dîtin? Bandora Rêber Apo rê li ber ti pirsgirêkê venekiriye; berevajî kiriye pirsgirêkên çareseriya wan pêkan nedihate dîtin, çareser bibe. Eger Şoreşa Rojava neketibûya bin bandora fikrê Rêber Apo ne Rojava azad dibû, ne jî DAÎŞ dikarîbû bihata têkbirin. DAÎŞ’ê li Şengalê Êzidî qir bikira, wê Başûrê Kurdistanê jî dagir bikira. Bi hezaran gerîlayên me çûn Rojava, li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û şehîd bûn. Gerîlayên ji çar parçeyên Kurdistanê yên di nava PKK’ê de bûn çûn Rojava, di şerê dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûn. Gelo ev çawa dikare bibe barek? Li Bakurê Kurdistanê bi hezaran jin û mêr ên ciwan ên sempatîzanê PKK’ê di bin êrişên çekdar ên dewleta Tirk de ji sînorên Kobanê derbas bûn û li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Gelo ev çawa dikare bibe barek? Gerîlayên me nebûna wê paytexta DAÎŞ’ê Reqa nekarÎbûya bihata azadkirin. Li şûna ku spasiya PKK’ê bê kirin, gelo li kîjan heqaniyetê tê kir ku PKK weke bar bê dîtin? Em li her derê di çarçoveya azadî û demokrasiya Kurdan de bandoreke erênî dikin. Me ti carî tiştekî neyînî teşwîq nekiriye; em tenê tiştên erênî teşwîq dikin.
Mazlûm Abdî û Îlham Ahmed bi dehan salan di nava PKK’ê de man, rêveberî kirin. DYE jî, Ewropa jî, Tirkiye jî tevahiya cîhan bi vê zane. Di nava PKK’ê de hevalên me yên Rojavayî hene. li Sûriyeyê dema ku krîza siyasî rû da ji bo azadkirina xaka xwe derbasî Rojava bûn. Ev daxwaz mafê wan bû û çûn Rojava. Di nava gelê Kurd de ku ji xwe rêxistinbûyî bû berpirsyarî dan ser milê xwe û beşdarî şoreşê bûn. Tiştekî xwezayî ye ku yên bi dehan salan di nava me de man bikevin bin bandora fikra Rêbertî û PKK’ê. Nepêkane ku bandoreke wiha nebe. Eger bi wan re taybetmendiyeke erênî hebe, ev yek bi vî rengî çêbûye. Destketî û ezmûna xwe bi vî rengî bi dest xistine. Bêguman hevbeşiya di fikir û hest de bi çûyîna cihekî cuda bi dawî nabe. Lê belê li cihekî ku bi milyonan Kurd, Ereb û Suryan hene, rêxistinbûna wan heye. Bi me re pêwendiyeke xwe ya rêxistinî û organîk nîne. Biryarên xwe bi xwe didin. Eger ku qala bandora îdeolojîk û polîtîk dikin; ev yek bi awayekî heye. Gelê Rojava ketiye bin bandora Rêber Apo û PKK’ê. Beriya ku Şoreşa Rojava pêk were, bi hezaran Rojavayî cihê xwe di nava HPG û YJA Starê de girtin; bi hezaran di têkoşîna dijî dewleta Tirk de şehîd bûn. Bi kurtasî bandoreke fikrî û hestewarî heye. Bandora vê ya polîtîk dibe ku bibe. Ji xwe em qala gelekî cuda, welatekî cuda nakin. Rojava beşek ji Kurdistanê ye. PKK bandorê li çar aliyên Kurdistanê dike. Têkiliya me ya bi Rojava re di asta fikrî û hestewarî de heye. Diyarkirina polîtîkayê û rêveberî ya wan bi xwe ye. Ji xwe ji aliyê polîtîk ve hin alî hene ku em rexne dikin. Rexnekirin û piştgirîdayina li tevgereke Kurd jî divê weke mafekî me yê herî xwezayî bê dîtin.

Hûn banga rêveberiya xwecihî dikin, lê di heman demê de otorîteya li nava PKK’ê di destê çend lîderên extiyar de ye ku herêmên gelekî dûrî xwe jî kontrol dikin. Gelo ev ne nakokî ye?

Em xwedî xeteke polîtîk a welê ne ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin welat demokratîk bibin û li ser vê bingehê Kurd jî li nava sînorên heyî yên siyasî xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ya rast, hemû zîhniyetên otorîter û zordar, feraseta dewletê ya navendîperestiyê ferz dikin. Em dixwazin sıstema civakî jî konfederal a demokratîk be. Gelo kîjan rêveberiya siyasî ya ku xwe dispêre sîstemeke wiha ya civakî dikare otorîter be? Di nava sîstema me de ya esasî ew e ku her qad xwedî însiyatîf be. Her yekîneyeke konfederal xweser e û xwedî hêza biryardanê ye. Jin û ciwan xwedî rêxistiniyên xwe ne. Biryarên li ser karê xwe bi xwe didin. Wezîfeyên xwe bi xwe diyar dikin. Hêzên leşkerî jî xwedî rêxistiniyeke bi vî rengî ya azad û xweser e. Zehmet e ku tevgereke mîna me berfireh bi rengekî navendî bê birêvebirin. Nepêkane ku deverên gelekî dûr yekser û rojane bi rê ve bibe. Berevajî ji ber ku herêmên me û gelek rêxistinên me bi însiyatîfa xwe biryaran werdigirin, hin pirsgirêk jî carna rû didin. Em vê yekê jî weke encamên taybetmendiya sîstema xwe dibînin ku tevgera me xurt dike. Aliyê demokratîk û xurt ê sîstema Demokratîk Konfederal dibe ku carna pirsgirêkên bi vî rengî bi xwe re bîne. Lewma rast nîne ku be gotin, ji aliyê îdeoojîk û teorîk ve sîstemeke bi vî rengî ya siyasî di destê çend lîderên extiyar de be. Rêveberiya ku azadîparêziya jinê ji xwe re dike esas, rêxistiniya azad a jinê û îradeya wê lê xurt e, nikare otorîter be. Her wiha ne rast e ku pêkhateyên rêveberiya me ji extiyaran pêk tê. Mirovên bi temenê navîn û ciwan di nava rêveberiya me de serdest in. Ji xwe li gorî rêziknameya me nîvê rêveberiya me ji hevalên bi temenê navîn, ciwan û jinan pêk tê. Temenê pêkhateyên rêveberiya me li gorî rêveberiyên siyasî yên li cîhanê yê herî ciwan e.
Divê em vê yekê destnîşan bikin ku PKK ew partî ye ku herî zêde kongre û civînan li dar dixe. Biryarên xwe hemû jî di civînên bi beşdariya xurt de werdigire. Rêveberî tenê van biryaran pêk tîne.

Rêxistina we li çiyayên dûr tecrîdkirî ye û ji bilî çekên berê yên Rûs tiştek di dest de nîne. Tirkiye di heman demê de ji aliyê hilberîna balafirên bêmirov ve welatekî pêşenge e. Ji aliyê leşkerî ve hûn ê dewleta Tirk çawa têk bibin? Stratejiya we ya niha ji bo xurtkirina leşkerî ye yan jî lêgerîna li aştiyê ye?

Rast nîne ku em li çiyê tecrîd bûne. Bêguman qadên me yên çiyayî gelekî fireh in. Kurdistan ji aliyekî ve weke welatê çiya tê naskirin. Li van çiyayan 40 sal in şerê gerîla tê meşandin. Ev yek nîşan dide ku çiya û gerîla bûne yek. Lê belê tevgera me ne tenê li çiyê ye. Di nava tevgerên mîna me têkoşîna neteweyî demokratîk dimeşînin de em ew tevger in ku herî zêde piştgiriya civakî werdigirin. Li çar aliyên Kurdistanê bingeheke me ya civakî ya mezin heye. Em li çiyê asê nemane. Bingeheke me ya gel heye ku bi dehan sal in li ser piyan e. Çend salên dawî bi zexta hikumeta faşîst a li Tirikyeyê heta astekê pêşî li çalakiyên civakî hatibe girtin jî gelê Kurd bi tevgera me ve girêdayî ye û piştgiriya xwe jî di her firsendê de nîşan dide. Rastiyeke ku ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin; em ew tevger in ku li nava gelê Kurdistanê piştgiriya herî xurt werdigirin.
Bêguman derfetên me yên çekan di asta envantera çekan a dewleta Tirk de cûrbecûr û pêşketî nîne. Tirkiye çekên NATO hemûyan bi kar tîne. DYE û hin welatên Ewropayê bi her awayî piştgiriyê didin. Em jî hin çekên Emerîkî ji bazarê peyda dikin. Têkoşîna ku em dimeşînin gelek caran dewleta Tirk anî ber hilweşînê. DYE û welatên Ewropayê dewleta Tirk ji hilweşînê rizgar kirin. Di ti şerê gerîla de serweriya çekê di destê gerîla de nebû. Ya jî ti ji têkoşîna gerîla bi serweriya çekê nehatiye qezençkirin. Bi mafdariya xwe, bi serweriya fikrî û hêza xwe ya moralê bi ser ketiye. Serketina me ya li dijî dewleta Tirk jî bi vî rengî pêk tê.
Salên dawî dewleta Tirk bû xwedî çekên cûrbecûr û balafirên bêmirov. Ji ber ku li pêşberî têkoşîna gerîla gelekî tengav bû, derfetên xwe hemû li çekên bi vî rengî xerc kir. Lewma bû xwedî wan çekên ku we qalê kirin. Bêguman hin pirsgirêkên ji ber van çekan rû dan. Lê belê em êdî rêxistinî û têkoşîneke gerîla ya ku van çekan bêbandor dike dimeşînin. Ji xwe karakterekî şerê gerîla jî bi vî rengî ye. Li dijî balafirên bêmirov û konseptên şer ên li ser vê bingehê em jî konsepta xwe diafirînin. Dewleta Tirk 10’ê Sibatê êrişeke berfireh bir ser qada Garê ya gerîla û têk çû, neçar ma ku xwe vekişîne. Ev yek encama rêbaza nû ya gerîla ye.
Bi şerê gerîla, têkoşîna civakî, çalakiyên li bajaran û têkoşîna piralî em dixwazin dewleta Tirk biguherînin. Bi têkoşîneke wiha yekpare em ê polîtîkaya sed salî ya dewleta Tirk têk bibin. Gerîla parçeyek ji vê têkoşînê ye.
Me pêşniyareke çareseriyê ya maqûl danîn holê ku li cîhanê ti tevgerê pêşkêş nekiriye. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe daxwazên me yên qebûlkirinê ne. Lê belê dewleta Tirk bi ti awayî çareseriya siyasî ya Kurd qebûl nake. Armanca wan qirkirina Kurdan e. Dixwaze Kurdan hemûyan bike Tirk û Kurdistanê jî veguherînin qada berbelavbûna netewetiya Tirk. Yanî neçareserî ne ji ber zêdebûna daxwazên me yên siyasî ne. Em ji bo gelekî pêşniyarên herî maqûl dikin. Bi kurtasî daxwazên me yên siyasî sedema neçareseriyê nîne. Nasnameya neteweyî û mafên herî rewa yên gelekî nayên qebûlkirin. Em bi rêyên leşkerî li çareseriyê nagerin. Em li çareseriyeke siyasî demokratîk digerin. Di vê mijarê de jî me her rê û rêbaz ceriband, lê belê dewleta Tirk gav neavêt. Dewleta Tirk ji me dixwaze ku em dest ji daxwazên xwe, dest ji Kurdîtiya xwe berdin. Her tiştên ku hebûna Kurdîtiyê dewam dike, red dike. Bêguman çareseriya aştiyane daxwaza me ye. Lê belê heta ku zîhniyeta heyî ya dewletê û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dewam bike tiştekî bi vî rengî nepêkan e. Dema ku ev desthilatdarî hilweşiya hingî çareseriya demokratîk jî aştî jî pêkan dibe.

We li Iraqê dîlên şer ên Tirk kuştin yan na? Divê cîhan kengî ji çîroka we bawer bike?

Nêzîkatiya me ya li êsîran 40 sal in diyar e. Tevgera me di mijarên cuda de dikare bê rexnekirin, lê belê di mijara nêzîkatiya li êsîran de nabe ku rexne li me bê kirin. Me heta niha gelek caran êsîr berdan û ti ji wan jî negotin ku em bi rengekî neyînî nêzî wan bûne. Di vê mijarê de her tim fikrên erênî anîn ziman. Li gorî derfetên xwe, em di çarçoveya peymana Neteweyên Yekbûyî de nêzî wan dibin. Di mijara êsîran de pratîk û nêzîkatiya me ya heta niha, soza me ye. Bi 50 balafiran 4 rojan bombe li qadekê barandin ku kampa êsîran lê bû. Bi bombeyên qazanê erdnîgariya herêmê hate guhertin. Li kampa ku êsîr lê bûn, êsîr jî, gerîlayên ku ew diparastin jî di encama vê êrişa giran de jiyana xwe ji dest dan. Li bedena nîvê gerîlayên ku êsîr diparastin şopa fîşekan nîne. Ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye. Her kes zane ku ew êsîr beriya wê operasyonê sax bûn û xwedî tenduristiyeke baş bûn. Lê belê di encama bombardûmana giran û şer de ew mirin.
Li kampa ku êsîr lê bûn şerekî giran qewimî. Artêşa Tirk ji bo bikeve nava kampa ku êsîr lê bûn li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar anî. Di encama êrişeke wiha de ku armanc kuştina her kesî bû, nîşan dide ku berpirsyarê kuştina êsîran kî ye. Ji xwe fermandariya gerîla bang li hêzên bêalî kir ku lêkolînê bike.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) we weke rêxistineke terorê pênase dike. Bi dîtina we gelo divê we ji wê lîsteyê derxîne?

DYE’yê ji ber sedemên siyasî PKK xist lîsteya rêxistinên terorê. Têkiliya bi endamê NATO’yê Tirkiyeyê re kir ku biryareke wiha werbigire. Ev biryar ji bo xweşkirina dilê Tirkiyeyê hatiye wergirtin. Ketiye nava ferzkirineke bi vî rengî. Gerîla, rêxistina me li dijî DYE’yê ne yekser ne jî neyekser çalakiyek jî nekiriye. Ev yek ji bo welatên Ewropayê jî derbas dibe. Lewma sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku têkoşîneke azadiyê ya gel ji bo berjewendiyên siyasî bi vî rengî bê pênasekirin. DYE li dijî gelê Kurd sûc dike. Rêberê me jî bi destê DYE’yê dîl hatiye girtin. Divê DYE ji van pratîkên xwe vegere ku sûc e. Bi navê gelê Emerîkayê mafê xwe nîne ku li dijî tevgera me û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd biryarên bi vî rengî bigire. DYE’yê navê me xistiye lîsteya kesên ku bi berdêla dayina xelatê li wan digere. Ev yek neheqî û bêhurmetiyeke mezin e. Divê rexnedayina xwe bide. Naxwe DYE wê weke dewleteke ku li dijî gelê Kurd sûcê li dijî mirovahiyê kiriye û bûye hevparê qirkirina Kurdan. Tevgera me piştî salên 1990’î guhertinên mezin kir. Ne ji aliyê îdeolojîk ne jî ji aliyê siyasî ve ti bandora Şerê Sar li ser tevgera me nemaye. Me guhertinên bingehîn kir. Lê DYE hîn jî bi refleksa şerê sar tevdigere. Nêrîn, lîteratur û polîtîkaya şerê sar neterikandiye.
Em tevgereke welê ne ku niha di çarçoveya teoriya Modernîteya Demokratîk de sosyalîzma demokratîk diparêzin. Em bawer nakin ku bêyî demokrasiyê sosyalîzm pêk were. Em, gotinên weke dîktatoriya proleteryayê şaş dibînin, weke pênaseyên nedemokratîk dibînin. Em demokrasiyê û sosyalîzmê ji hev cuda nakin. Em ne xwedî feraseta klasîk a hilweşandina dewletê ne. Di çarçoveya formula dewlet+demokrasiyê de em têkoşînê datînin ber xwe. Me dest ji feraseta klasîk a şoreşê berdane. Li gel parastina demokrasiya civakîparêz me guhertinên bingehîn kir. Tevgera me ji salên 1990’î û vir ve şoreşa herî mezin a zîhniyet û wijdanê jiya. Bêguman em demokrasiya radîkal diparêzin. Hîmê bingehîn ê vê yekê jî ew e ku em civaka bi azadiya jinê û ekolojîk ji xwe re dikin esas. Di van mijaran de li cîhanê tevgera me li refên herî pêş e. Rêberê me bi gotina ‘azadiya jinê ji azadiya neteweyî û çînî hêjatir e’ feraseta me ya azadiyê destnîşan kiriye. Hişmendiya bingehîn jî weke hişmendiya ekolojîk pênase kiriye.
DYE jî Ewropa jî baş zanin ku me guhertineke mezin kirine. Lê belê feraseta me ya demokrasiyê radîkal dibînin, nikarin li vê rastiyê mikur bên.

Serok Biden beriya demeke kurt Hûsî ji lîsteya rêxistinên terorîst derxist. Li Washîngtonê, hin kes dibêjin ku pêwîstî bi têkiliya bi we re heye, ji ber ku li dijî terorîzma Îslamî şer dikin. Hûn bawer dikin ku rêveberiya Biden hebûna we ya di lîsteyê de binirxîne?

Tê zanîn ku têkoşîna herî mezin a li dijî DAÎŞ’ê ji aliyê me ve hate meşandin. Di serî de Rojava milîtanên me yên herÎ hêja di şerê dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûn. Li Rojava di serketina şerê dijî DAÎŞ’ê de bandor û rola me diyarker e. Reqa çawa hate rizgarkirin? Wê serketina li dijî DAÎŞ’ê ya li Reqayê bê dîtin, lê belê bi hezaran gerîlayên ku di wê serketinê de şehîd bûn neyên dîtin! Ev nayê qebûlkirin. Eger qala exlaq, wijdan, edaletê bê kirin, hingî divê durust û ji dil bin. Herhal nikare bê gotin, ‘mirina we baş e, jiyana we nebaş e’. Derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê beriya her tiştî barekî DYE’yê ku divê ji ser pişta xwe biavêje. Wê ji Tirkiyeyê re tiştek neyê gotin, ku li cîhanê herî zêde piştgirî da DAÎŞ’ê, lê belê wê ji bo PKK’ê ya ku li dijî delweteke bi vî rengî xwedî armancên qirêj û piştevanê DAÎŞ’ê têdikoşe re neheqiya herî mezin bê kirin! Beriya her tiştî wijdan û edaleta gelê DYE’ye vê yekê qebûl nake. Xistina PKK’ê li lîsteya terorê beriya her tiştî îstîsmarkirina erka bi navê xelkê DYE’yê ye. Dema ku Obama bû desthilatdar jî me ji rêveberiya DYE’yê xwest ku neheqiya li PKK’ê hatiye kirin sererast bike; eger Serokê DYE’yê Biden wê bi edalet, heqaniyet û wijdan be divê vê şaşitiyê sererast bike. Biryara têkildarî 3 rêveberên PKK’ê, ji aliyê rêveberiya Trump ve hate dayin ku dostê Tayyîp Erdogan bû. Eger polîtîkayên Trump ên têkildarî Tirkiye û herêmê wê bê guhertin, divê ev biryar jî ji holê bê rakirin.

Di nava çend salên dawî de we ti têkilî bi DYE’yê re danîn? Eger pêk hatibe ev yek bi rêya navbeykarên li Rojava û Şengalê bû, yan yekser bû?

Di ser Rojava û Şengalê re car carna peyamên neyekser dihatin. Me jî hin peyamên xwe bi rê dikir. Ji xwe m name ji hemû rêveberiyên DYE’yê yên hilbijartî re şandin. Hin yekîneyên me û hin yekîneyên wan ên xwecihî car carna bi rêya navbeynkaran hevdîtin kirin. Herhal xwestine ku fikrê me ji nêz ve hîn bibin. Ev ne hevdîtinên di asta herî bilind de bûn. Ji ber ku em têkoşîna herî mafdar a cîhanê dimeşînin, em ji fikrê xwe, ji mafdarî û polîtîkayên xwe bawer dikin. Em xwe ji kesî venagirin, nabêjin ku bi filan re têkiliyê danaynin. Di têkoşîna me ya 50 salî de me gelek caran bi dewleta Tirk re jî têkliî danîn, hevdîtin kirin. Em ji xwe bawer dikin. Em têkiliyê bi her kesî re datînin ên ku zerarê nadin têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê me. Lê belê ti têkiliyê jî bi rengekî ku li dijî hinekan danaynin. Em nabin aliyê ti têkiliyê ku zextê li îradeya me ya azad bike. Eger DYE di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de polîtîkayê bimeşîne, em çima ji vê re bêjin na? Ji xwe me ji DYE’yê gelek caran xwest ku di vê mijarê de bi rola xwe rabe. Ji ber ku hêza bingehîn a li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê asteng e, hevalbendê DYE’yê yê li NATO’yê Tirkiye ye. Em bi israr dibêjin ku divê NATO û DYE bi piştgiriya bi polîtîkayên qirkirina Kurdan nebe hevparê vê polîtîkayê.

Ji dema Obama û vir ve gelek caran hate gotin ku Emerîka ji bo balê bikiîne ser Ewropa û Asya Rojhilat wê zêde balê nede ser Rojhilata Navîn. Serok Biden di meha destpêkê de bi telefonê bi lîderên Rojhilata Navîn re neaxivî. Gelo li gorî we Rojhilata Navîn ji bo Emerîkayê êdî ne qadeke sereke ye? Li gorî Kurdan û partiya we, ev yek rewşeke erênî ye yan neyînî ye?

Tê gotin ku eleqeya xwe ya ji bo Rojhilata Navîn wê kêm bibe, wê giraniyê bide ser Rojhilata Dûr. Ev yek nêrîneke aborî ye. Divê ev dîrok û çand biçûk neyê dîtin. Ji bo kapîtalîzm jêxwarin gelekî girîng bûye. Nirxandinên ku dibêje ‘mirovên bixwin li Asya Rojhilat gelekî zêde ye’ nirxandineke sivik e. Rojhilata Navîn erdnîgariyeke ku dîrok û çanda xwe kûr e. Bi nirxandina rewşa heyî re şaş e ku biçûk bê dîtin. Ji aliyê din ve şaş e ku Rojhilata Navîn ji Ewropayê cihê bê nîşandan. Ya ku Ewropa kiriye Ewropa ew e ku nêzî Rojhilata Navîn a xwedî kûrahiya dîrok û çandê ye. Îro jî mîna ku Ewropa û Rojhilata Navîn bûne yek. Eger heta îro girîngiya Ewropayê kêm nebûbe, ya Rojhilata Navîn jî kêm nabe. Hîn jî mijarên herî tevlîhev ên siyaseta cîhanê li Rojhilata Navîn û derdora wê ye. Di dema nêz de çiqasî ib DAÎŞ’ê re mijûl bû. Destwerdana li Efganistan û Iraqê ne dûr e. Wekî din divê neyê jibîrkirin ku Îsraîl li Rojhilata Navîn e. Tê gotin ku ji bo girîngiya Rojhilata Navîn bê dîtin têrê dike ku mirov tenê li erdnîgariyê binerin. Ji ber ku bala DYE’yê diçe hin aliyên cuda nabe ku mirov erênî yan jî neyînî binirxînin. Em di wê baweriyê de ne ku girîngiya Rojhilata Navîn wê kêm nebe. Li cîhana ku tê gotin bûye gundekî global, nabe ku girîngiya Rojhilata Navîn biçûk bê dîtin. Berevajî, dikare bê gotin ku wê girîngiya Rojhialta Navîn xurtir bibe.
Dema ku Rojhilata Navîn dibe mijar, girîngiya Kurdistanê kêm nabe. Karakterê demokratîk ê gelê Kurd, feraseta xwe ya neteweya demokratîk û pêşengiya ji jiyana bi nasname û baweriyên cuda re, girîngiya gelê Kurd zêdetir kiriye. Kurd bi polîtîka û çanda xwe li Rojhilata Navîn bûne bingeha aştî, aramî û demokrasiyê.

Di dema nêz de me dît ku Ewropayê têkildarî Rojhilata Navîn roleke serbixwe û bi îdîa da ser milê xwe. Mînak; Serokkomar Macron tevlî krîza Lubnanê, rageşiya deryayê ya navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê bû. Bi giştî têkiliya we ya bi Ewropayê re çawa ye?

Eleqeya welatên Ewropayê ya li Rojhilata Navîn tê fêhmkirin. Divê eleqe û bala Ewropayê li ser Rojhilata Navîn be. Bêguman divê ev yek erênî be. Çawa ku Rojhilata Navîn ji Ewropayê cuda nayê dîtin, eleqe û têkilî jî wê hebe. Wê demê ev têkilî û eleqe divê li gorî berjewendiyên aliyan be. Berpirsyariyên dîrokî yên Fransa û Îngilistanê ji bo Rojhilata Navîn hene. Dibe ku DYE’yê niha ev berpirsyarî ji Îngilizan wergirtiye, yan jî bi hev re dikin. Bala Fransayê ji xwe timî li ser Lubnan û Sûriyeyê bû. Ji xwe eger bala xwe ne li ser van deveran be wê têkiliya xwe ya bi Rojhilata Navîn re bibire. DYE jî bi eleqeya Fransayê ya li ser Sûriye û Lubnanê zane, lewma têkildarî van herêman hevkariyê bi Fransayê re dike.
Di çareserkirina pirsgirêka Kurd de em ê bi rengekî neyînî nêzî hewldanên Ewropayê nebin. Ji xwe pirsgirêka Kurd esasî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji aliyê Îngilistan û Fransayê ve hate afirandin. Li Lozanê di berdêla Mûsil û Kerkûkê de destûr dan dewleta Tirk ku Kurdan qir bike. Yan jî dewleta Tirk ji bo Kurdan qir bike Mûsil û Kerkûk ji hegemonya Îngilistanê re hişt. Lewma yê ku pirsgirêka Kurd afirand û heta niha piştgiriyê dide polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk, Ewropa ye. Em dixwazin ku Ewropa di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi roleke erênî tevbigere.
Li Ewropayê nifûseke girîng a Kurdan heye. Li ser vê bingehê bi rê û rêbazên cuda têkiliyên me bi welatên Ewropayê re çêdibin. Li ser raya giştî ya demokratîk û gelê Ewropayê bandoreke me ya erênî heye. Bi hin hêzên siyasî re jî têkiliya me heye. Lê belê têkiliya berjewendiyan a dewletên Ewropayê bi dewleta Tirk re û endametiya NATO’yê dike ku ev têkiliyên me zêde bandorê li siyasetê neke. Welatên Ewropayê tevgera me nas dikin. Dibînin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn em dikarin bi roleke erênî rabin. Lê belê têkiliya wan a bi dewleta Tirk re hîn jî mîna dema şerê sar e, lewma piştgiriyê didin dewleta Tirk. Ji ber vê yekê ew jî bûne hevparê polîtîkaya dewleta Tirk a qirkirina Kurdan.

Serok Biden nêta xwe eşkere kir ku li peymana nukleerê ya bi Îranê re vegere û bang li Îraniyan kir ku di mijara nukleerê de li danûstandinan vegerin. Serketina vê diyalogê çi dibe bila bibe, gelo wê bi rengekî erênî yan jî neyînî bandorê li Kurdan û tevgera we bike? Têkildarî peymana 2015’an hûn çi difikirin?

Em ne çêkirina çeka nukleerî rast dibînin ne jî pêkanînên ku bandoreke neyînî li gelan dikin. Lewma peymana 2015’an eger bi rengekî erênî nêzîkatî lê bê kirin, peymaneke erênî bû. Li Rojhilata Navîn bi qasî ku yek bibe xwedî çeka nukleerî tiştekî şaş û metirsîdar nîne. Çeka nukleerî weke nîşaneyeke hêzê nabe ku bê dîtin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hate dîtin ku ev yek bêexlaqî ye û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Çekên nukleerî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo xelkên Îranê jî tiştekî bi zerar e. Feraseta ku bi çeka nukleerê xwe bi hêz dibîne, mejiyê şerê sar e. Em di wê baweriyê de ne ku serketina peymanê wê ji bo gelên Rojhilata Navîn erênî be. Divê raya giştî ya hundir û derve bala xwe bi temamî nede tiştên bi vî rengî, lewma demokratîkbûna Îranê rêya herî rast û esasî ye. Pêwîstiya Komara Îslamî ya Îranê jî bi demokatîkbûnê heye. Em rast nabînin ku Îslam û demokrasî li hemberî hev bê dîtin. Lewma Rêber Apo feraseta Îslam a Demokratîk afirand. Di vê çarçoveyê de em hêzên Îslamî yên demokratîk weke pêkhateyek ji jiyana demokratîk dibînin.

El Kazimî weke serokwezîrê ku serweriya Iraqê ji nû ve pêk bîne tê pênasekirin. Gelo bi dîtina we El Kazimî wê karibe li ber Tirkiye û Îranê rabe ji ber ku dest li karên Iraqê werdidin? Ev yek ji bo partiya we tê çi wateyê? Hûn jî li nav axaka Iraqê ne, bi giştî têkiliya we ya bi Bexdayê re çi ye?

Kazimî nikare li ber Îranê û Tirkiyeyê rabe, di rewşeke wiha de nîne. Niha hêzeke xwe ya bi vî rengî nîne. Serweriya Iraqê jî bi kesan nabe, bi zîhniyetê dibe. Ji bo Iraqê pêwîstî bi feraseta neteweya demokratîk heye. Pêwîstî bi nêzîkatiyeke polîtîk û îdeolojîk heye ku civakên bawerî û etnîkî yên cuda bi feraseta neteweya demokratîk bi hev re bijîn. Divê neteweperestî jî mezhebperestî jî serdest nebin. Eger Iraq demokratîk bibe kes nikare dest li karên wan ên navxweyî werde. Em li dij in ku dest li karên navxweyî yên Iraqê bê werdan.
Herêmên Parastinê yên Medyayê ku hêzên me lê ne, bi esasî herêmên li ser sînorê Tirkiyeyê ne. Tirkiye bi hevkariya bi PDK’ê re êrişî van deveran dike. Iraq jî ji ber ku ne xurt e nikare dengê xwe bike. Têkiliyên me bi Iraqê re xerab nîne. Ji xwe pozîsyoneke me nîne ku yekser bi Iraqê re li ber hev rabin. Carna Tirkiye carna jî Îran zextê li Iraqê dikin û hewl didin ku li ber me rake. Lê belê hebûna me zerarê nade Iraqê, lewma ev hewldan bêencam in. Dema ku em li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan, Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî diyar kir ku KCK welatiyên wan diparêze, lewma spasiya KCK’ê kir. Bû yekemîn welat ku hewldan û berdêlên me yên li dijî DAÎŞ’ê silav kir. Serokê PDK’ê Mesût Barzanî jî ji ber ku em li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan û me Hewlêr parast, spasiya gerîla kir. Lê belê piştre li dijî hêzên gerîla yên ku spasiya wan kir, êrişa dewleta Tirk pejirand û rewa kir. Bi Bexdayê re têkiliyeke me ya gelekî xurt nîne. Carna ji bo fêhmkirina polîtîkayên xwe li hin qadan yekîneyên me hevdîtinan dikin. Lê belê me rexne kir ku di 9’ê Cotmehê de bêyî ku nêrîna Êzidiyan werbigirin bi PDK’ê re li ser Şengalê peyman mohr kir. Yên ku Şengal radestî DAÎŞ’ê kirin Iraq û PDK bûn. Lewma ne wijdanî, ne heqanî ne jî li gorî exlaqa siyasî bû ku Iraq û PDK bêyî ji parêzvanên Şengalê bipirse, bêyî ku nêrîna wan werbigire peymaneke wiha çêkirin. Ev peyman jî li gorî ku hate plankirin nekarî bi cih bînin. Ji xwe DYE ya ku digot bila Iraq, dewleta Tirk, PDK bên pirsgirêka Şengalê çareser bikin, dît ku aliyê Êzidiyan di nava vê peymanê de nîne. Herhal DYE’yê dîtiye ku çareseriyek bi beşdariyeke xurt a Êzidiyan wê çareseriya herî rast be.

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.