Çavkaniyekî ewlehî yê iraqî daxuyand ku bargeha artêşa Tirk a dagirker a li Nînawayê bi du moşekan hate hedefgirtin.
Çavkanî ji Someriye Newsê re ragihand ku îşev baregeha artêşa Tirk a dagirker a li Nînawayê bi du moşekan hate armanckirin.
Heman çavkanî da zanîn ku di baregeha li navçeya Baîşqa ya girêdayî Nînawayê de leşkerên dewleta Tirk hene.
Mesrûr Berzanî li ser hesabê xwe yî twîtterê belav kirîye ku bi wezîrê derve yên Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu re li ser vê bîyerê axivîye.