DOLAR
9,3028
EURO
10,8434
ALTIN
530,75
BIST
1.430
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
24°C
Diyarbakır
24°C
Az Bulutlu
Perşembe Az Bulutlu
25°C
Cuma Az Bulutlu
26°C
Cumartesi Az Bulutlu
27°C
Pazar Az Bulutlu
27°C

Bangawaziyên ji bo naskirina Rêveberiya Xweser zêde dibin

19.07.2021
0
A+
A-

Di salvegera 9`emîn a destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê de ku Rêveberiya Xweser yek ji berhemên wê ye, bangawaziyên ji bo naskirina Rêveberiya Xweser wekî rêbaza yekane ya demokratîkkirina Sûriyê zêde dibin.

Çirûska Şoreşa 19`ê Tîrmehê sala 2012`an ji bajarê Kobanê dest pê kir û li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Şoreşa ku bi saya fedekariyên bi hezaran şehîdan di şerê li dijî DAIŞ, dewleta Tirk û çeteyên wê de destanên lehengî û qehremaniyê nivîsand.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwe spart rêgeza biratiya gelên Kurd, Ereb û Suryan û pêkanîna wekheviyê bi rêya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, mafê diyarkirina çarenûsê û azadiya nêrînê bide her pêkhateyekî. Lê belê ruxmî cihê vê rêveberiyê di dilê gelên cîhanê de girtiye jî, hîna jî ji aliyê hêzên navneteweyî ve tê înkarkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê bi awayekî fermî di 21`ê Çileya 2014`an de hate ragihandin. Piştre Rêveberiya Xweser li kantonên Efrîn û Kobanê hate ragihandin. Bi rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê re di Cotmeha 2017`an de, sazûmaniya Rêveberiya Xweseriya Demokatîk hate guhertin û bû Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku sala 2018`an hate ragihandin.

Ruxmî bangawaziyên li ser hev ji aliyê hemû beşên civakê ve jî, lê hîna jî civaka navneteweyî Rêveberiya Xweser paşguh dike.

Têkildarî mijarê, hevseroka Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Delal Xelîl destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser di demeke wiha de hate avakirin ku şêniyên herêmê li benda xilasbûna ji azaran û avakirina projeya demokratîk bûn.

RÊVEBERIYA XWESER ÎTIRAFÊ BI HEMÛ PÊKHATEYAN DIKE, EM JÎ ÎTIRAFÊ PÊ DIKIN

Delal Xelîl got, Rêveberiya Xweser rê li pêşiya hemû pêkhateyên herêmê vekir da ku çand û ola xwe vejînin, bi serbestî fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin, her wiha mafên wan pejirand û mafê diyarkirina çarenûsê û azadiya nêrînê da wan. Delal wiha lê zêde kir: “Ev tişt hemû beriya damezirandina Rêveberiya Xweser, li herêmê tune bûn. Pêkhateyên herêmê hatibûn paşguhkirin. Lê niha rewş cuda ye, Rêveberiya Xweser îtirafê bi hemû pêkhateyan dike. Em jî îtirafê bi rêveberiyê dikin. Ji ber ku projeyeke demokratîk e, ev yek jî çareseriya aloziya Sûriyê ye û jiyana bi ewle ye, ku tê de nêrînên cuda tên qebûlkirin û welat di aliyê siyasî, aborî û civakî de tê pêşxistin.”

RÊVEBERIYA XWESER, YEKANE PROJEYA DEMOKRATÎK LI SÛRIYÊ YE

Delal Xelîl bang li hêzên navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û bi domdarî got: “Projeya Rêveberiya Xweser, yekane projeya demokratîk li Sûriyê ye. Ji ber ku hemû pêkhateyên herêmê hembêz kir. Divê civaka navneteweyî rêveberiyê nas bike, da ku tiştên baştir pêşkêş bike.”

Endamê Kongreya Civaka Îslama Demokatîk a navçeya Dirbêsiyê Mûsa El-Behrî jî diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi salan e hewl dide hemû astengiyên li pêş civakê rake.

El-Behrî îşaret bi girîngiya vekirina deriyê diyalogê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de û hevgirtina ji bo parastin û pêşxistina Sûriyê kir û wiha got: “Em hemû li Sûriyê dijîn, mafên me yên rewa hene. Divê tu alî neyên înkarkirin û divê em hevgirtî bin. Rêveberiya Xweser bi şerê li dijî DAIŞ`ê karîbû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewlehiyê pêk bîne, di aliyê perwerdeyê û avakirinê û azadiya jinan de civak bi pêş xist. Rêveberiya Xweser ji bo civakê projeyeke bi sûd e, em hêvî dikin ev proje li tevahî Sûriyê pêk bê.”

Endama Kongreya Civaka Îslama Demokatîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Elî jî girîngiya naskirina Rêveberiya Xweser destnîşan kir û wiha axivî: “Rêveberiya Xweser bi rêjeyeke mezin hişt ku civak ji feraseta çewisandinê ku rejîmên li ser hikumê ferz dikirin, xilas bibe. Her wiha karîbû dozên bi girêk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareser bike, hemû ol û mezheb pejirandin û wekhevî pêk anî. Her wiha rêz li mafên pêkhateyan girt û demokrasî mayînde kir, berovajî rejîma berê ku tenê bi tayîfeyekê îtiraf dikir.”

Ebîr destnîşan kir ku înkarkirina Rêveberiya Xweser dê ji hemû aliyên siyasî, aborî û civakî ve bandoreke neyînî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û wiha dewam kir: “Di 10 salên şerê Sûriyê de, Rêveberiya Xweser di oxira parastina herêmê de bi hêza xwe ya leşkerî bi deh hezaran şehîd da, derfetên kar ji welatiyan re peyda kir. Înkarkirina rêveberiyê wekî înkarkirina fedekariyên şehîdan û vegernadina herêmê wekî berê ye. Divê em hemû yek bin da ku em welat bi pêş bixin û aloziya Sûryê çareser bikin û em gavan paş ve navêjin.”

Ebîr bang li civaka navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser nas bike û piştgiriyê bidê yê û got: “Projeya Rêveberiya Xweser projeyeke geşkirinê ye, aktorên wê rast in û armanc jê xizmetkirina civakê ye. Ji lew re divê bi fermî bê naskirin û piştgirî jê re bê dayîn.”

(cx)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.