DOLAR
9,5064
EURO
11,0660
ALTIN
549,28
BIST
1.519
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
25°C
Diyarbakır
25°C
Az Bulutlu
Perşembe Sağanak Yağışlı
24°C
Cuma Sağanak Yağışlı
15°C
Cumartesi Sağanak Yağışlı
20°C
Pazar Sağanak Yağışlı
21°C

Bandor û encamên vekişîna Washingtonê ji Iraq û Efganistanê

Bandor û encamên vekişîna Washingtonê ji Iraq û Efganistanê
30.07.2021
0
A+
A-

Vekişîna Amerîka ji Efganistan û Îraqê dawiyê li çîroka 20 salan tîne, ku ji Çînê re ji aliyê aborî ve û ji Rûsan re ji aliyê leşkerî ve vala bibe. Li aliyekî din jî ji ber siyasetên wê yên şewt li dijî gelên herêmê hişt ku Tehran û Enqere bibe hêza hegemon li Lîbya, Iraq, Sûriyê, Lubnan heta Efganistanê jî.

Serokê Amerîkayê Jeo Biden ragihand ku dê 31’ê Tebaxê bibe dîroka bidawîbûna vekişandina hêzên welatê wî ji Efganistanê û gotibû “Washingotinê armancên xwe di têkoşîna li dijî gefên terorê de pêk anîn. Amerîka ne ji bo avakirina neteweyekê çûbû Efganistanê, lê belê ew yek berpirsiyariya Efganistanê ye. Baweriya me bi artêşa Efganistanê heye ku wê li hember tevgera Talibanê bisekine ku serweriya xwe li herêman fireh kiriye.”

Biden piştrast kiribû ku dê DYA’yê erka xwe ya şerkirinê li Iraqê di dawiya îsal de bi dawî bike û tenê hinek hêzên xwe bihêle ji bo ku artêşa Iraqê perwerde bike û şêwirên leşkerî bide wan.

Piştî danûstandinên Biden bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re di vê hefteyê de, vekişîna ji Iraqê ragihand. Niha li Iraqê, 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hene ku alîkariya hêzên herêmî li dijî bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê dikin.

Li gorî çavdêran, tê texmînkirin ku hejmara hêzên Amerîkayê li Iraqê di dema bê de wek xwe bimîne. Lê ev ragihandin dibe ku bi armanca alîkariya serokwezîrê Iraqê be.

ZIYANÊN AMERÎKAYÊ LI EFGANISTAN Û IRAQÊ

Ji destpêka şerê 2001’ê yê li dijî Talîbanê, zêdetirî 2 hezar û 300 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin, her wiha nêzî 20 hezar û 660 leşker di şer de birîndar bûn. Li aliyekî din jî, li gorî lêkolîneke Zanîngeha Brown di 2019’an de zêdetirî 64100 leşkerên artêşa nîştimanî û polîsan li Efganistanê hatin kuştin.

Li Iraqê jî, ji dema destwerdana Amerîkayê di 2003’yan û heta Tebaxa 2010’an, 4 hezar û 421 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin û 32 hezar birîndar bûn. Ji 2014’an ve di şerê Koalîsyona Navneteweyî yê li dijî DAIŞ’ê de 66 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin û 305 birîndar bûn.

GELOAMERÎKAYÊN ARMANCÊN KU RAGIHANDIBÛN, PÊK ANÎN?

Dema ku piştî mehekê ji êrişên 11’ê Îlona 2001’ê ku di encamê de 3 hezar amerîkî hatin kuştin, Amerîkayê berê xwe da Efganistanê, wê demê serokê Amerîkayê  George Bush Jr gotibû: “Armancên operasyonên leşkerî pir girîng in, da ku Efganistan nebe navendeke sereke ya terorê û ji bo binesaziya leşkerî ya rejîma Talibanê were têkbirin.”

Niha û piştî 20 salan, Amerîka ji EFganistanê bêyî ku armancên xwe pêk bîne vedikişe û nikarî rêxistina El-Qaîde têk bibe, her wiha nikarî binesaziya leşkerî ya tevgera Talîbanê ku bi vekişîna Amerîkayê re gelek dever xistin bin kontrola xwe, têk bibe.

REWŞ LI IRAQÊ ÇAWA BÛ?

Dema ku Amerîka di Adara 2003’yan de destwerdana Iraqê kir, serokê Amerîkayê George Bush Jr û serokwezîrê Brîtanya Tony Blair gotibûn “Armanc ji destwerdanê, kişandina çekên wêrankirina giştî ji Iraqê û rawestandian piştevaniya Sedam Husên ji terorê re û rizgarkirina gelê Iraqê ye.”

Lê piştre hat eşkerekirin ku li gel Iraqê tu çekên wêrankirina giştî tune ne û piştevaniya El-Qaîdê nedikir. Bi bilindbûna lêçûna êrişa Amerîkayê ji Iraqê re, serokê Amerîkayê Barack Obama di 21’ê Cotmeha 2011’an de bi rêya civîneke çapemeniyê li Koşka Spî ragihandibû ku hêzên Amerîkayê yên mayî û rahênerên din wê di dawiya salê de ji Iraqê derkevin.

Lê piştî vekişînê, rêxistina El-Qaîdê ev valahî bi kar anî û ji nû ve çalakiyên xwe bi destpêkirina qaşo şoreşên Buhara Gelan, piştevaniya dewleta Tirk û Qeterê ji komên Îslama Siyasî re zêde kirin. Ji wê jî rêxistina DAIŞ’ê derket û bi lez serwerî li rûberên fireh li Iraq û Sûriyê kir û “Dewleta Xîlafetê” di Hezîrana 2014’an de ragihand. Bi wê re DYA’yê neçar ma ku vegere, lê vê carê jî bi navê Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê vegerî.

‛AMERÎKA LI PEY XWE NAKOKIYÊN KÛR DI CIVAKÊN HERÊMÊ DE HIŞTIN’

Girêdayî mijarê, rojnamegerê pisporê kar û barên Rojhilata Navîn Hesen Remo wiha got: “Dema DYA’yê destwerdan li Iraq û Efganistanê kir, xwest ji tevahî cîhanê re bibêje ku ew hêza leşkerî ya yekemîn li cîhanê ye û dikare her tiştî bike. Armanca wê ya yekeser rojekê jî ne ji bo mayîndekirina demokrastiyê bû yan jî çareserkirina pirsgirêkên gelên herêmê yan jî têkbirina El-Qaîde û DAIŞ’ê bû. Nîşaneya vê jî ji Efganistanê vekişîn û piştî 30 salan welat li beramber şerê bi tehlûke yê nû hişt. Ji ber ku gelê Efganistanê bi destpêka destwerdana Sovyetê ya 1979’an û bi destwerdana Amerîkayê gelek qurbanî da, her wiha jî nikarî rêxistina El-Qaîde û tevgera Talibanê têk bibe.”

Remo da zanîn ku li Iraqê jî Amerîka li pey xwe rejîmeke li ser esasê kotakirinê hişt û wiha domand: “Hate îsbatkirin ku Amerîka nikarî demokrasî û aramî li Iraqê pêk bîne û nakokiyeke etnîkî û neteweyî di navbera Sune û Şîa ji aliyekî ve û di navbera Kurd û Turkmen û Ereban de ji aliyekî ve derxist. Ev jî tê wateya ku li gel hebûna çîna siyasî ku li pey razîkirina hêzên derve diçin, bi taybet dewleta Tirk û Îranê, nakokî û şerê navxweyî berdewam bikin.”

ASTENGIYÊN NÛ Û GUHARTINA STRATEJIYAN

Tevî ku DYA’yê û hevalbendên wê yên NATO’yê armancên xwe li herêmê pêk neanîn jî, lê  belê ji bo li hember xeteriya stratejî ya Çîn û Rûsyayê bisekinin, dest bi vekişînê kir û ji nû ve dest bi belavbûna leşkerên xwe li parçeyên dîtir ên cîhanê kir, da ku ji Moskov û Pekînê re vala bibin.

Li gorî analîzeke Enstîtuya Rojhilata Navîn, ji NATO’yê re roleke siyasî ya mezin hatiye dayîn, lê pêşîlêgirtina dijminatiya Rûsyayê ku armanca sereke ye, li ser kaxizê ma. Lê hêza fikirî û madî bi awayekî zêde li dijî şerê terorê de bû. Wê jî hişt guhartinek di bawerî, alav û perwerdehiyê de çêbibe û şîrketên nû li herêmê ava kirin û diyaloga xwe bi Moskovê re berdewam kir anku ji stratejiya xwe hêza rûsî da aliyekî.

Lê tiştê NATO matmayî hişt, dijminatiya Rûsya li Georgia, Girava Crime û rojhilatê Ukrayna ye, ji wê zêdetir jî êrişên sîberê yên Rûsyayê. Digel mijûlbûna rojavayan di şerên derve de, Rûsya alava xwe ya leşkerî (yê ku heta piştî hilweşîna Sovyetê pêşketî ma) bi pêş xist û rêbazên xwe yên neleşkerî jî bi pêş xist, ji şantajkirina aborî bigire heta bi agahiyên derewîn. Bi wê re roleke mezin da leşkertiyê. Lê NATO’yê ev tişt baş nizanîn. Ji wê zêdetir jî Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li dewletên Baltîk û Polanda xurt kir.

Gelek endamên NATO’yê Çîn şopand û pê re danûstandin weke ajandeyeke cîhanê kir ku dibe ku vegere stratejiyekê. Heta demekê li ser vê bingehê pê re danûstandin hat kirin ku ew jî wek şanseke aborî ye. Lê belê rêwiştî hat guhartin. Ev yek jî di daxuyaniya civîna NATO’yê ya dawî de hat eşkerekirin ku divê di radeya yekemîn de girîngî ji bo xeteriya Çînê û di radeya duyemîn de jî ji bo Rûsya were dayîn.

Li gorî nirxandina stratejî ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Çîn mezintirî gefên li dijî DYA’yê ye û kete lîsteya hevirkên xeter.

Serokê Erkanê yê Amerîkayê ya hevbeş general Mark Millie hişyarî li ser pêşdeçûna hêzên leşkerî yên çînî yên berdewam da ku ew jî xeteriyek e ku gefan li aramî û aştiya cîhanê dixwe.

Mark Millie li pêş Senatoyê gotibû Çîn hêza xwe ya leşkerî bi asteke pir xeter zêde dike û berdewam e.

Millie di daxuyaniya xwe ya li pêş Komîteya Hêzên Çekdar a Senatoyê de bang kir ku divê ew pêşengtiya hevrikî û teknolojiya xwe ya xurt biparêzin.

Ev daxuyaniyên Millie piştî wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ji Wezarata Parastinê (Pantagonê) xwest ku girîngiyê zêde bidin Çînê, pêk hatin.

Stratejiya parastina neteweyî ku Pantagonê di 2018’an de daniye hat diyarkirin ku Çîn hevrikekî stratejî ya sereke ye. Lê belê koma xebatê dît ku ji bo sekna li hember astengiyên Pekîn ferz dike, gelek tişt nehatine kirin.

Ji agahiyên navborî tê diyarkirin ku dijwar e ku Washington û hevalbendên wê ve di heman demê de li hember xeteriya terorê li herêmê û xeteriya Çîn-Rûsya bisekinin.

‛ÎXANETA LI HEVALBENDAN Û WÊRANKIRINA HINEK DESTKEFTIYAN’

Pisporan diyar kir ku vekişandina Washingtonê li hember hevalbendên herêmê îxaneteke mezin e û wêrankirina miqdareke biçûk a destkeftiyan e. Têkildarî vê yekê, lêkolînerê payebilind ê Enstîtuya American New Lines, Nicholas Heras ji ajansa me re wiha got: “Rêveberiya Biden li siyaseta xwe ya niha nanêre ku siyaseta derketina ji Iraqê ye. Ji ber Biden bi rêya guhartina çawaniya aktîfkirina hêzên Amerîkayê bi hêzên Iraqê re dixwaze xeteriyên li ser hêzên xwe di Rojhilata Navîn de kêm bike.”

Li ser vê yekê, fîzîknas Albert Einstein dibêje nezanî ew e ku tu heman tiştî du caran bi heman rêbazî û pêngavan bike û li benda encamên cuda bimînî.

DYA’yê di 2012’yan de jî ji Iraqê vekişîbû, wê jî hişt DAIŞ serweriya xwe li Sûriyê û Iraqê bike û îro jî Washingtonê biryar da, ku ji Efganistan û Iraqê bikişe, lê ev vekişîn dê bi xwe re encamên neyênî li ser Rojhilata Navîn bînin.

Lêkolînerê Enstîtuya Amrican Enterprise (AEI) Michael Rubin ji ajansa me re li ser vekişîna Amerîkayê axivî û wiha got: “Vekişîn ne tenê îxaneta li hevalbendên (Kurd li Sûriy) li herêmê ye, lê bel dê bixwe valahiyekê bîne ku milîsên girêdayî Îran û dewleta Tirk dagirin. DYA’ê texmîn dike ku vebijêrka vekişînê li gorî berjewnediyên wan e, lê li herêmê dewlet texmîn dikin ku ev nîşaneya lawaziyê ye û dê bi xwe re tundiyeke zêde bîne.”

Nicholas Heras jî wiha got: “Tu guhartinên pêşbîn di siyaseta DYA’yê de li beramber Sûriyê tune ne, bi taybet DYA’yê dixwaze hebûna xwe li baregeha Hewlêrê biparêze.”

HÊZÊN HERÊMÊ Û NAVNETEWEYÎ LI BENDA ŞANSEKÊ NE KU VALAHIYÊ DAGIRIN

Bi ragihandina DYA’yê ya vekişîna ji herêmê re, gelek hêzên herêmê û navneteweyî dest bi amadekariyan kir ku valahiya li pişt vê vekişînê dagirin, di serî de jî Rûsya, Îran, Tirkiyê û Pakîstan.

Têkildarî bandorên vekişîna Amerîka û sûdwariya Tehran û Enqereyê ji vê yekê, Nicholas Heras wiha got: “Hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê têrê nake ku siyaseta Îranê yan jî dewleta Tirk li Rojhilata Navîn biguhere, herî kêm jî di Iraqê de. Dê Îran û dewleta Tirk hewl bidin serweriya xwe li tevahî Rojhilata navîn berdewam bike û dê Iraq û Sûriyê jî bibin nuqteyên wan ên bingehîn.”

Pispor dibêjin ku Tehran û heta dewleta Tirk êdî li herêmê hegemon in, çi li Lîbya yan jî li Iraq an jî li Sûriyê yan li Lubanê û heta li Efganistanê dibe. Ji lew re bi vekişîna Amerîkayê re dê bandorên neyînî çêbibin û dê bi xwe re pêşdeçûna Îran û Tirkiyê li herêmê bînin.

Di vî warî de Rubin wiha gotina xwe berdewam kir: “Mirov bi dilê xwe Amerîka dişopînin û lê bi mejiyê xwe li Îran û Tirkiyê dinêrin. Ji ber Amerîka li tevahî herêmê hevalbendên xwe fêr kir ne pêkan e kes bi DYA’yê bawer bike, lê Îran û Tirkiyê eşkere dikin ku tu kesên li hember wan bisekinin dê werin kuştin. Dê bi wê re serweriya Îran û Tirkiyê li herêmê mezintir bibe.”

GELO TÊKILDARÎ XERERIYA RÛSYA Û ÇÎNÊ ÇI HEYE?

Têkildarî xeteriya Çîn-Rûsya Nicholas Heras wiha li gotina xwe zêde kir: “Stratejiyên Çîn û Rûsya ji bo berfirehkirina serweriya xwe li Rojhilata Navîn in. Li gel wê jî Çîn hewl dide aboriya xwe mezin bike û Rûsya jî hewl dide baregeheke xwe ya mayînde yên hêzên leşkerî ava bike.”

Nicholas Heras wiha li gotinên xwe zêde kir: “Dê DYA’yê bi deh hezaran hêzên xwe yên leşkerî li Kendavê bihêle. Ev jî serweriya Çîn û Rûsya li herêmê qeyd dike û dê DYA’yê rola xwe wek hêzeke leşkerî li Rojhilata Navîn berdewam bike.”

Rubin texmîn dike ku bandora Rûsya ji Çîn zêdetir e û wiha got: “Kapîsîteya xebata Çîn li Efganistanê diyarkirî ye.  Her wiha ne diyar jî nakokiya Îranê bi Çîn re zêde bibe. Bi wê re jî Rûsya girîngiyê dide Sûriyê û Iraqê, lê tê texmînkirin pêngavên mezin di geşkirina serweriya xwe de pêk bîne.”

Dê bi vekişînê re xeterî li ser ewlehiya neteweyî ya DYA’yê çêbibin. Li gorî Rubin, Biden ji aliyên stratejî ve mirovekî nezan e û nikare tiştê ku duh bûye bîne bîra xwe. Ew jî ji bilî tiştên 20 salan bûne. Bi vê re diyar dibe ku ew li ser çewtiyên ku beriya 11’ê Îlona 2001’ê pêk hatine bi îsrar e.

Li gorî pêşketina bûyeran û da ku DAIŞ ji hêla Washingtonê ve têk neçe, gelek komên tundraw ên sunî girêdayî dewleta Tirk û şîa yên girêdayî Îranê li ser hesabê hêzên muitedil ên li herêmê hatin avakirin. Bi wê re jî dijwar e ku ew hêz ji nû ve baweriyê bi DYA’yê bikin.

(fr)

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.