DOLAR
18,6344
EURO
19,6306
ALTIN
1.077,07
BIST
4.962,97
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
14°C
Diyarbakır
14°C
Açık
Pazar Az Bulutlu
13°C
Pazartesi Çok Bulutlu
12°C
Salı Çok Bulutlu
11°C
Çarşamba Az Bulutlu
12°C

Bajarê medan yê wenda: Pterîa/Kerkenez-Agid YAZAR

Bajarê medan yê wenda: Pterîa/Kerkenez-Agid YAZAR
05.01.2022
0
A+
A-

Bavê dîrokê Heredot ê Îonyayî di berhema xwe ya giranbuha ya bi navê Dîrokê de, qala bajarekî Medan yê li Anatolyaya navîn dike. Navê xwe Pterîa/Pteriya ye. Ji ber ku ev serê du hezar û 500 salî ye, cihê vî bajarê girîng nedihat zanîn. Lewma jî alema arkeolojiyê ev bajar wekî bajarê xeyalî pênase dikir. Lê ev serê sîh salî ye, êdî cihê vî bajarî tê zanîn. (xebînete, ji bo me kurdan, hîn jî nayê zanîn) Ev bajarê mezin yê Împaratoriya Medan(kurdan), li herêma Kerkenez a bi ser navçeya Sorgun a Yozgatê ve ye. Navê xwe yê niha, nola “kavilên kerkenezê” derbasî zimanê arkeolojiyê bûye (kerkenez, yan jî kergez, navê balîndeyekî ku dişêbe başokê û ev navekî kevn ê kurdî ye. Ev balînde, moz û kêzikan dinêçêrîne. Tirk, vî navî bi kartînin. Lewma jî ji me weye ku ev navekî bi tirkî ye. Me jî ev nav ji wan re hiştiye û em niha ji vî balîndeyî re dibêjin lûrteşî, dûvteşî û hwd. Her wiha navê Sorgunê jî bi kurdî ye. Dibe ku ev nav ji serdema kurdên cîhana dêrîn yên Hattî-Hîtît û Medan hatibe roja me ya niha…)
Ev bajarê ji bo me pir û pir girîng, bajarê Împaratoriya Mediya yê li hêla rojava, bajarê herî dûr e. Dirêjahiya dîwarê sûra bajarê Kerkenez/Pterîa, zêdeyî heft km dirêj e. Berahiya dîwêr metreyek û nîv e, her wiha du metre û nîv û heta heft metre jî bilind e. Heft deriyê bajêr hene. Ev bajarê mezin yê xwediyê zir-sûreke dirêj, hemû cûreyên avahiyê jîngehî di nava xwe de
dihewîne.
Cara pêşîn di sala 1928’an de kolandina arkeolojîk li vê derê dest pêkiriye. Hingê dihat texmînkirin ku ev bajarekî Asûran bûye. Paşê di sala 1993’yan de kolaneke nekûr hatiye kirin. Di vê kolandina dawî de hat zanîn ku ev bajarê Medan yê ku Heredot behs dikir, ew bajar bi xwe ye. Lewre nîşanên Heredot destnîşan kiriye û Kavilên Bajarê Antîk yê Kerkenezê, yek bi yek hevdu digrin û cih ji şikê re nahêle. Lê wekî her car, rayedarên dewletê ketibûn pey şêlokirina girîngiya vî bajarî.

Keyxusrew ê mezin û bajarê Pterîa/Kerkenez
Keyxusrew ê mezin,  B.Z 628-585 derdikeve ser textê keyatiyê yê Medan. Keya Keyxusrew, tekane ew keya ye ku di wexta xwe ya desthilatdariyê de tifaqa tevahiya hozên kurdan dike yek û di bin sîwana Împaratoriya Medan de digihîne hev. Keyxusrew, neviyê keya Diyako û kurê keya Fireoştre ye. Hêj Keyxusrew mîrze bû, bavê wî di şerê li hemberî Asûran de tê kuştin. Keyxusrew dikeve dewsa bavê xwe Fireoştre. hozên kurdan/Medan yên jihevbelavbûyî, tîne ba hev. Piştre li asûrên xedar yên dijminên bav û kalên kurdan vedigere û B.Z di sala 612’an de diçe ser Nînowayê û paytexta asûran di ser serê wan de hildiweşîne. Piştî hilê asûran dixîne milê wan û asûran di sergoyê dîrokê de binax dike. Êdî keyayê gewre Keyxusrew li skîtiyên talanker vedigere û serkêşên wan dîl digre, dest û lingên wan dixîne qeyd û leleyan, wan tînin pêşberî xwe û serî li wan diçimînin. Keyxusrew ê gewre, vê rewşa skîtî, kîmerî, asûrî û neyarê kurdan yên din bi giştî, li ser zinarê Behîston/Bihîstinê dikole û nemir dike (paşê di navbera salên 1913-1923’yan de persên/parsek, bi rolyefa Behîstonê dilîzin û mîna Daryûsê pêşiyên wan, ew rolyefa li ser wê latê hilkolabe, diniqirîne û lê zêde dikin)
Piştî keya Keyxusrew, tevahiya dijminê kurdan/medan têk dibe, hozeke skîtî xwe davêje bextê Keyxusrew, ji wî tîka dike, da ku ew wan bihewîne. Keyxusrew jî wê hoza skîtî li nêzî sînorê Împaratoriya Medan û cîranê wan ê lîdyayî bi cîh dike.
Keyê keyan Keyxusrew ew qas mirovekî şareza û zîrek bûye, wî tucaran karê xwe bi sersarî negirtiye û her wext bitevdir û tifaq tevgeriyaye. Lewma jî gava ew wê hoza skîtî li ser axa medan bi cih dike, ew naxwaze wan bi serê xwe serbest bihêle. Lewma jî keya Keyxusrew, çend zarokên kurd li ba wan bi cih dike. Da ku fêrî zimanê wan bibe û paşê li liv û tevgera wan serwext bibe. Lewra keya Keyxusrew, hem merivekî dilovan, hem jî merivekî bi hesab û kîtêb bû.
Gotineke me kurdan heye dibêje, gur eyarê xwe navêje. Skîtiyên nan û xwêya wan li guzikê, ji ciwanmêriyê fêm naikin û qencîyê naşêkirînin. Zarokekî ku bi fermana Keyxusrew ê mezin li ba wan bi cih kiribû, dikujin. Skîtî yên kujerê zarokekî medan/kurdan, pê dizanin ku keyê keyan Keyxusrew ew ê vê bêbaviya wan efû neke; ew ê diya wan bişîne kinca û qûşê li wan biqetîne. Lema jî ji tirsa Împaratorê kurd Keyxusrew re, tevahiya skîtiyan diqutifin û ji tirsa Keyxesrew, ew hoza skîtî direvin û xwe davêjin dexlê lîdyayî yên cîranên medan/kurdan.
Gava keyê keyan Keyxusrew dibîhîze ku skîtî yên tirek, xortikekî med/kurd kuştiye û reviyane xwe avêtine pişt lîdyayîyan, Keyxusrew dîn û har dibe. Yekser fermanê li lîdyayîyan radike û dibêje: “heke hûn wan skîtiyên bêbext radestî min dikin bikin, heke hûn nakin xwe ji şerê giran re amade bikin!”
Lîdyayî, wan skîtiyan radestî Împarator Keyxusrew nakin. Keyxusrew, artêşa xwe ya giran dişine ser lîdyayiyên ku lingê xwe zêdeyî lihêfa xwe ramedandibûn.
Sînorê Împaratoriya Medan ji hêla rojhilat ji Hindistanê destpêdikir, ji hêla rojava jî xwe digihand heta Anatolyaya Navîn. Heke em xetekê  ji Derya Reş ber bi Derya Sipî bikşînin, ew ê xwe ji Sînopa niha berde ser herêma bajarê Antalya ya niha. Jixwe Heredot û Strabo jî ev xet destnîşan kirine. Sînorê eyan yê di navbera van herdu bajaran de jî Çemê Helîs(Kizilirmak)ê ye. Aha ev bajarê Kerkenez/Pterîa ku mijara vê nivîsarê ye, tam di nîveka van herdu bajaran de hatiye avakirin.
Gava keyê keyan Keyxusrew şer li hemberî lîdyayiyan radigihîne, ew vî bajarê Kerkenez/Pterîa, wekî baregeheke leşkerî zexm dike. Lewre ev bajarê herî nêzîk ê sînorê herdu welatan e. Lema, bi fermana keya Keyxusrew, vî bajarê stratejik zexm dikin û sûreke mezin li dorê lêdikin.
Beriya Zayînê di sala 591’ê de, di navbera Împaratoriya Medan/kurdan û lîdyayiyan de şer destpêdike. Serkêşê artêşa medan, Mîrze Astîyag ê kurê keya Keyxesrew e. Yawerê Mîrze Astîyag, Harpago ye. Harpago, mirovekî ji herêma Meletê ye (Balkêş e ku Îsmetê Kerr-Îsmet Înunu jî ji heman herêmê ye. Dema li pêş, bi berfirehî ez ê li ser xayinê kurd yê herî mezin, Harpago binivîsim)
Bi salan şerê di navbera medan û lîdyayiyan de didome rojeke eyan a 28’ê gulana 585’an a B.Z nîvê rojê, roj tê girtin; roj tarî dibe mîna şevreşekê. Ji ber ku roj hem li ba kurdên medî yên Zerdeştî jî û li ba lîdyayiyên lowî jî pir pîroz bû, herdu gelên cîranên hevdu û her wiha xwediyê baweriyeke nêzî hev, li hemberî girtina rojê dibehitin.
Rayedarên herdu welatan dibêjin ev kerameteke xwedayî ye ku xwedê ji me hêrs bûye û xwedê jî êdî vî şerî napejirîne. Lewma jî roja xwe ya pîroz li ser me tarî kir. Heke em şer bidomînin, ew ê xwedê bitahne û ew ê xezeba xwe li me bibarîne.
Li ser vê qewimandina xwezayê ya rojgirtinê, herdu welat bi navbênkariya Babîl û Klîkyayê li hevdu tên. Li ser Keyayê Lîdya, Alayattes ê 2’em ferz dikin ku ew keça xwe ya bi navê Alayanîs a lîdî, ango lîdyayî li kurê Keyxusrew Mîrze Astiyag mahr bike. Her wiha Çemê Hêlizê(Kizilirmak) wekî sînorê navbera herdu welatan mîsoger dikin.
Împaratoriya Medan, vê peymana dîrokî li ser dîwarê aramgeha keyê keyan Keyxusrew, bi rolyef û sêwirandineke niwaze dikolin. Jixwe piştî vê peymanê salek derbas dibe, keyayê gewre, bavê kurdan yê mezin keyê keyan Keyxusrew, Împaratoriyeke mezin û bi hêbet ji kurdên medî re dihêle û serê xwe diavêje diyarê qebrê, axa kendal û gorê û derdikeve warê aşa.
Heke yek ji min bipirse bibêje, ji bavê Adem û vir ve, di nava pêşiyên kurdan de lehengê herî gewre kî ye, bêdudilî ez ê bibêjim ew lehengê gewre û yê hetahetayê, Keyxusrew ê mezin e. mala Dildar Şeko hezar carî ava be ku navê bavê mezin, bavê kurdan, keyê keyan Keyxusrew di nava marşa netewî Ey Reqîb de bi cih kiriye û ew kiriye şekirê li ser zimanan.
Di xelaka paş de, ez ê berê xwe bidim Slêmaniya rengîn û em ê bi hev re herin tewafa aramgeha keyê keyan Keyxusrew ê gewre û em ê bejna xwe ji Împaratorê kurd re bitewînin.

Xwebûn

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.