DOLAR
19,1620
EURO
20,8113
ALTIN
1.212,46
BIST
4.958,64
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
8°C
Diyarbakır
8°C
Az Bulutlu
Cuma Parçalı Bulutlu
14°C
Cumartesi Az Bulutlu
15°C
Pazar Az Bulutlu
18°C
Pazartesi Az Bulutlu
21°C

Azadî wê bi ser bikeve: Rojeva me ya bingehîn divê Rêbertî be

Azadî wê bi ser bikeve: Rojeva me ya bingehîn divê Rêbertî be
05.10.2021
0
A+
A-

Jinên ku tevlî kampanya ‘Azadî wê bi ser bikeve – Ji bo Ocalan bikeve nava liv û tevgerê’ diyar kirin ku jin azadiya Abdullah Ocalan weke azadiya xwe dibînin û bang li her kesî kir ku ji bo vê yekê seferber bibin.

Xelkê li Ewropayê ji bo şikandina tecrîda ku nêzî 23 sal in dewam dike û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li her qadê û bi taybetî li Strasbourgê li pêşiya saziyên navneteweyî bi rengekî bênavber çalakiyan dike.

Çalakiya vê dawiyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, mîtînga girseyî ya li ber avahiya Konseya Ewropayê bû.

Beşdarên kampanya ‘Azadî wê bi ser bikeve – Ji bo Ocalan bikeve nava liv û tevgerê’ Nûnera TJK-E’yê Besîme Konca, Aktîvîsta TÊKO-JIN Têkoşîn Koçgirî, Hevberdevka HDP’ê ya li Elmanyayê Leyla Îmret, Endama TJK-E’yê Asmîn Engîn û Hevseroka Meclîsa Jinê ya Ronahî ya Baselê Zeynep Kayran li ser mijarê ji ANF’ê re axivîn.

‘RÊBERÊ ME GERDÛNÎ BÛ’

Besîme Konca: Gelê Kurd, tevî jin, ciwan û dostên xwe li ber Konseya Ewropayê bûn. Bi hezaran kes tevlî çalakiyê bûn. Bi taybetî çalakiya parêzerên ji Îtalyayê, sendîkavanên ji Îngilistanê û Însiyatîfa ‘Freedom for Ocalan’ gelekî girîng û watedar bû. Ji ber ku însiyatîf bi salan e dixebite.

Ya rast Rêberê me gerdûnî bûye. Li aliyekî tecrîd tê girankirin, lê li aliyê din gel û jinên Kurd, paradîgmaya modernîteya demokratîk di asta navneteweyî de gerdûnî kirin.

Me careke din bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kir. CPT beriya salekê bi rengekî fermî piştrast kir ku li Îmraliyê êşkence tê kirin û di rapora xwe de parv ekir. Lê belê dema ku vegeriya Ewropayê teslîmî faşîzma Tirkiyeyê, faşîzma Erdogan bû.

Divê CPT biçe Îmraliyê. Daxwaza vê kampanyayê jî bidawîkirina tecrîdê bi rengekî lezgîn e, çûyîna CPT li Îmraliyê ye. Her wiha divê lêborînê jî bixwaze. Îro nebe jî dema ku gelê Kurd azad bû, Rêberê me azad bû wê qebûl bikin ku şaşitî kirine û li hemberî Kurdan sûc kirine.

Me di gelek bangawaziyên xwe de diyar kir, em niha dubare dikin; Heta ku Rêberê me azad nebe aştî û demokrasî nayê Tirkiyeyê, li Kurdistanê qirkirin naqede, li Rojhilata Navîn jî çareserî pêk nayê. Ji ber vê yekê divê rojê bîst û çar saetan rojeva me ya bingehîn Rêberê me be. Em vê bangê careke din li gelê xwe dikin; çalakiyên me divê ji bo Rêbertî bin. Divê em hîn bêhtir xwedî li Rêbertî derkevin. Mîna ku di dirûşma pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hate diyarkirin, em dibêjin ku azadî wê teqez bi ser bikeve.

‘JIN ÊN CIWAN BI AZADIYA RÊBERTÎ DIKARIN XWE BIGIHÎNIN HESRETA AZADIYÊ’

Têkoşîn Koçgirî: Çalakiyên me wê dewam bikin. Li Ewropayê çalakiyek di vê çarçoveyê de nehatiye lidarxistin. Armanca me eşkere ye; azadiya Rêbertî. Bi dîtina me, em ê bi rêya vê kampanyayê bigihêjin armanca xwe.

Demeke dirêj e em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin. Ne parêzer dikarin bibînin, ne jî malbata wî… Mafê her girtiyî ye ku nameyan bişîne û hevdîtinê bike. Lê belê her tişt li Rêberê me hatiye qedexekirin. Ev yek li dijî mafên mirovan e. Armanca kampanya me jî ev e. CPT, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê timî daxuyaniyan didin, dibêjin; ev sûcê li dijî mirovahiyê ye, lê belê ew bi xwe jî vî sûcî dikin. Bi bêdengiyê bi ji nedîtî hatinê bi xwe vî sûcî dikin. Em li dijî vê yekê çalakiyan dikin.

Ji bo me ciwanan, jin ên ciwan pêvajoyeke rêxistinbûnê ye. Eger wezîfeyek ji me re hatiye dayin ew jî azadiya Rêbertî ye. Fikrên Rêbertî niha tecrîdkirî ne, heta ku ji aliyê fîzîkî ve azad nebe, em jin jî xwe azad nabînin.

Wezîfeya me eşkere ye; li her cihî seferber bibin. Divê em ji karên xwe yên şexsî bêhtir giraniyê bidin ser têkoşînê. Berxwedana gerîla ji bo me mînak e. Dijmin li her cihî êriş dike, lê bi taybetî gerîlayên jin li refên herî pêş şer dikin. Em vê yekê ji Heftanînê heta avaşînê dibînin.

Ev pêvajo ji bo me divê pêvajoya seferberî û fedakariyê be. Rola me hemûyan heye. Bi taybetî bang li jin ên ciwan dikim; her jineke ciwan bi hesreta azadiyê ye. Tenê bi azadiya Rêbertî dikare xwe bigihîne wê hesretê. Ji ber vê yekê divê her kes seferber bibe û bi fedakarî tevbigere. Azadiya me ya civakî bi azadiya Rêbertî dibe. Ev yek asta dawî ya kampanya ‘Dem dema azadiyê ye’. Em bi vê bawerin.

‘HER KES PAŞEROJA XWE DI AZADIYA RÊBERTÎ DE DIBÎNE’

Leyla Îmret: Ji her deverên Ewropayê xelkê me tevlî çalakiya li Strasbourgê bû. Bi rengekî girseyî dest pê kir. Helwesta xwe bi zelalî nîşan da.

Tecrîda 22 salan a li ser Rêbertî bêhtir tê girankirin. 9 sal in ji bo azadiya Rêbertî li ber Konseya Ewropayê bênavber nobed tê girtin. Lê belê ji ber bêdengiya Parlamenta Ewropa, Konseya Ewropa û CPT ya li pêşberî tecrîdê, gelê me helwesta xwe hîn bi xurtî nîşan da. Ne tenê gelê wKurd, dost jî li vir bûn.

Kurd li Strasbourgê dibêjin ku ew tecrîda li ser Rêbertî qebûl nake. Em nêzîkatiya van saziyan jî qebûl nakin ku bi navê ‘mafên mirovan’ tevdigerin.

Bi vê çalakiyê re em ê vê mehê hem li Konseya Ewropayê hem jî bi CPT re hin hevdîtinên dîplomatîk bikin. Em ê daxwazên xwe bi rêyên dîplomasiyê bînin ziman, ku êdî encamê werbigirin. Naxwe ev bêdengî hevkariya li sûcê şer e, binpêkirina mafên mirovan e. Ev pêkanîn li Bakurê Kurdistanê dibe sedema krîza siyasî, li Başûrê Kurdistanê jî rê li ber êrişên dagirkeriyê vedike. Pêwendiya van hemûyan bi tecrîdê heye.

Azadiya Rêberê me ji bo jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd tê wateya azadiyê. Her kes paşeroja xwe di azadiya Rêbertî de dibîne. Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku dawî li tecrîdê bê anîn û azadî bê misogerkirin. Dem dema azadiya Rêbertî ye. Em dixwazin êdî çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Ji bo vê jî em xurt in. Dixwazin tecrîdkirina Rêbertî hîn dirêj bikin û gelê Kurd sed saleke din jî bêstatu bihêlin. Dixwazin bi rêya tecrîdê gelê Kurd ceza bikin. Dixwazin destketiyên me tune bikin ên ku bi berdêlên giran hatine afirandin. Ji ber vê yekê gelê Kurd bi vê têgihiştinê tevdigere, xwedî li pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ derdikeve.

Azadî wê bi ser bikeve: HETA AZADIYÊ EM LI NOBEDÊ NE

Zeynep Kayran: Li dijî tecrîda li ser Rêbertî em çalakiyê dikin. Tecrîda ku li dijî mirovahiyê ye û divê li hemberî kesî neyê kirin, li ser Rêberê Gelê Kurd tê ferzkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Bi çi rengî dibe bila bibe, em ê çalakiyên xwe, nobedên xwe, sal jî derbas bibe em ê çalakiyên xwe dewam bikin. Em li ber CPT ne. Ewropa tecrîdê ji nedîtî ve tê, bêdeng dimîne, piştgiriyê dide dewleta Tirk.

Rêberê me bi salan e li Îmraliyê tê hiştin. Tevî Rêbertî gelê Kurd jî li wê giravê hatiye girtin, tecrîdkirin. Em jî dibêjin; heta ku tecrîda li ser Rêbertî bi dawî bibe, heta ku azad bibe em ê nobeda xwe, çalakiyên xwe dewam bikin.

‘PLANSAZIYÊN ME YÊN HÎN XURT WÊ HEBIN’

Asmîn Engîn: CPT dibêje ‘Li Îmraliyê êşkence tê kirin’ û astengkirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re rexne dike. Konseya Ewropayê biryar da û dibêje, piştî 20 salên girtîmayinê kî dibe bila bibe divê bê berdan. Di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de bi vî rengî tê gotin. Peymana li ser penaberan, rola ku li Rojhilata Navîn ji dewleta Tirk re hatiye dayin, bêdengiya li pêşberî sûcên dewleta Tirk û bicihneanîna biryarên Konseya Ewropayê li pêşiya azadiya Rêberê me astengî ye.

Tevî her tiştî di çalakiyên xwe de yên li Strasbourgê em dixwazin ku li gorî peymanên maf û hiqûqê nêzîkatî li Rêberê me bê nîşandan û ev yek li Tirkiyeyê bê berzkirin. Ji ber ku Tirkiye endamekî Konseya Ewropayê ye. Lewma dikare zext li Tirkiyeyê bê kirin.

Em ketin sala duyemîn a pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’. Di nava sala derbasbûyî de gelek çalakî hatin kirin. Ne tenê Kurdan, her wiha gelên Ewropayê jî xwedî lê derket û çalakî kir. Her gavên hatine avêtin girîng e. Çalakî divê her timî bin. Ji niha û pê ve plansaziyên me wê hîn xurt bin.

ANF

Sinews03

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.