DOLAR
19,1659
EURO
20,8951
ALTIN
1.212,32
BIST
4.932,44
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
8°C
Diyarbakır
8°C
Az Bulutlu
Cuma Parçalı Bulutlu
14°C
Cumartesi Az Bulutlu
15°C
Pazar Az Bulutlu
18°C
Pazartesi Az Bulutlu
21°C

Ayşe Gokkan nehate berdan

14.09.2021
0
A+
A-

Serokê dadgehê ku biryara êrîşê li ser parêzeran da, biryara domandina girtina Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan da.

Rûniştina 22yemîn a doza ku Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, bi îdîayên “rêvebiriya rêxistinê kiriye” û “endama rêxistinê ye” tê darizandin li 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.

Di rûniştinê de ku gelek aktîvîstên TJA’yê û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdar bûn, malbat, parêzer, beşdar û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ji aliyê dadger ve ji salonê hatin derxistin.

Li ser vê yekê polîsan êrîşî beşdar, parêzer û malbatê kirin. Di heman demê de polîsan xwest ji malbata Ayşe Gokkan, Vedat Gokkan destgîr bikin. Her wiha xwişka wê Mihrîcan Gokkan ji ser hişê xwe ve çû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Rûniştina dozê tenê bi beşdariya parêzeran berdewam kir. Parêzeran parastina miwekîla xwe Gokkan kir û xwestin were berdan. Dadgehê daxwaza berdanê red kir û biryara domandina girtina Gokkan da û danişînê taloqî 20’ê cotmehê kir.

Jinên TJA’yî ji bo danişîna Ayşe Gokkan bang kirin

Jinên TJA’yî ji bo danişîna Ayşe Gokkan bang kirin

Ji bo tevlêbûna danişîna Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku wê roja Yekşemiyê li Amedê bê dîtin, bang hat kirin.

22’yemîn danişîna doza bi îddîaya “rêveberiya rêxistinê kirin” û “endamtiya rêxistinê” ya derbarê Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan de hatibû vekirin, wê sibe li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.

Aktîvîstên TJA’yê, ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan a heya niha 84 caran hatiye destgîrkirin û 167 caran lêpirsîn derbarê wê de hatiye destpêkirin, bang kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê aktîvîsta TJA’yê Belgîn Laçîn, bal kişande ser nasnameya berxwedêr a Gokkan û wiha axivî: “Gokkan ew jin e ku tevî hemû zextan jî, bi helwesta xwe ya serfiraz û bi rûmet destûr neda ku dîwarê şermê bê lêkirin. Ji bo ku dîwarên sînor bilind nebin, bedena xwe danî holê. Gokkan yek ji wan jinên Kurd e ku mirov pê serbilind bibe. Em ê bi pêşengtiya Gokkan têkoşîna xwe bi berxwedanê dewam bikin. Em ê li dijî hişmendiya ku li qadan jinan tune dihesibîne, tu carî paşve gav neavêjin.”

Aktîvîsta TJA’yê Bîrsen Guneş jî, têkoşîna jinên Kurd bi bîr xist û wiha got: “Gokkan ji ber ku mafên jinan, azadî, wekhevî, demokrasî û zimanê xwe yê zikmakî parastin, rastî bêhiqûqiyek mezin hat. Em ê daxwazên xwe yên azadî û wekheviyê bênavber biqîrîn.”

ANF

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.