Hevdîtina di navbera serokê îstîxbarata hikumeta Şamê û serokê MÎT’a Tirk li Bexdayê de rojeva dezgehên çapemeniyê ye. Di heman çarçoveyê de lêkolînerê têkildarî karûbarên dewleta Tirk Dr. Mihemed Nûredîn texmîn nake ku di vê demê de civîn were lidarxistin û got, di asta yekemîn de Kurd hedefa van hevdîtinan in.
Agahiyên bi nakok ên têkildarî lidarxistina civîna di navbera du kesayetên payebilind ên îstîxbaratên hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de hene. Ew her du kes jî serokê ewlehiya neteweyî ya hikumeta Şamê Elî Memlûk û serokê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan e.
`TÊKILIYÊN ISTÎXBARATÎ QUT NEBÛNE`
Pisporê karûbarên Tirkiyê Dr. Mihemed Nûredîn girêdayî mijarê ji ajansa me re axivî û got:” Heta ku di navbera du dewletan rewş pir xerab be jî, têkiyên wan dewleta bi temamî qut nabin, her tim bi rêya îstîxbaratê têkilî hene. Di navbera têkiliyên navdewletî de ev rêgezeke sabît e. Ji lew re civîn an jî hevdîtinên îstîxbaratî yên di navbera endamên îstîxbaratên Şamê û Tirkiyê de mijarekî normal û xwezayî ye û di demeke dûr û nêzîk de çêbûne, çêdibûn û dê çêbibin jî. Bi wê re divê li hember vê mijarê şoqmayîn tune be. Tenê bi rêya peywendiya îstîxbaratî têkiliyên navbera dewletan dikarin berdewam bibin û ev rewş li ser tevahî dewletan derbasdar e.”
Nûredîn wiha domand: “Lê dema ku asta hevdîtinê ji asta îstîxbaratî bilindtir dibe, bo nimûne li ser asta gerînedeya giştî ya îstîxbaratê yan jî gerînendeya giştî ya wezareta hundirîn an jî wezarata parastinê û heta digihîne wezîr, ev tê wateya ku hin pêşdeçûnên nû di têkiliyên her du dewletan de hene.”
Nûredîn wiha berdewam kir: “Heta niha me têkiliyên di navbera Şamê û Enqereyê de nedîtine ku ber bi xelek an jî kanaleke ji ya îstîxbaratî bilindtir ve hatine veguhastin, ji ber wê yekê nayê pêşbînîkirin ku tu nîşaneyên nû yên girêdayî têkiliyên her du welatan de li ser astên siyasî, aborî hebin.”
`TIRKIYE RADIGIHÎNE Û ŞAM ÎNKAR DIKE !`
Rojnameyeke tirkî di hefteya borî de bi bîr xist ku dê Fîdan û Memlûk di hevdîtineke taybet de hevdu li paytexta Iraqê Bexdayê bibînin û mijarên ewlehî û hevkariya têkoşîna li dijî terorê nîqaş bikin.
Di vî warî de serokê daîreya îstîxbarata leşkerî ya Tirkiyê yê berê Hakî Pekîn da zanîn ku hevdîtina ku dê di navbera Fîdan û Memlûk de çêbibe `destpêka oprasyoneke nû ye` û destnîşan kir ku ew yek bi alîkariya Rûsya û Îranê pêk tê.
Di roja sêşema borî de, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavûşoglu bi daxuyaniyekê ji kanaleke tirkî re wiha gotibû: “Welatê wî têkildarî dozên ewlehî û şerê terorê bi Şamê re di nava peywendiyan de ye.” Her wiha eşkere kir ku danûstandin li ser asta ewlehî û îstîxbaratî pêk tên.
Çavûşoglu wiha li gotina xwe zêde kiribû: “Rejîma li Sûriyê ji hêla cîhanê ve nayê îtîrafkirin û hevdîtina siyasî bi rêveberiya Şamê re ne pêkan e. Lê belê danûstandinên guncaw tenê li ser asta ewehî û îstîxbaratî pêk tên. Ev jî tiştekî normal e.”
Li ser eşkerekirina dewleta Tirk ji van civînan re, pisporê karûbarên Tirkiyê Dr. Mihemed Nûredîn ev tişt got: “Bi rastî ev tiştekî pir balkêş e. Dibe ku ev hewldaneke ku dewleta Tirk hew dide xwe pêşniyarî ser maseya danûstandinên Rojhilata Navîn bike, bêyî ku ew ji bo wan danûstandinan hatibe vexwendin. Anku mîna van îşaretên ji wezîrê karên derve yê Tirkiyê, yek ji hewldana dewleta Tirk e ku bibe aliyekî danûstandinê ku di esas de ne tê de ye û bi wê re bibêje ew ji van danûstandinan hatiye bidûrxistin.”
Nûredîn li ser van îşaret û nîşaneyan wiha pê de çû: “Dewleta Tirk li benda berteka aliyê din e. Lê berteka aliyê dîtir pir xurt û xwedî dengekî bilind bû, her wiha tenê bi derewandina van agahiyan nekir, lê bel dewleta Tirk bi kaniya terorê tawanbar kir û bi yek ji hêmanên tevlihevî û neramiya li cîhanê bi nav kir.”
Hikumeta Şamê bi rêya Wezareta Karên Derve bersiva Çavûşolu da û wiha daxuyandibû: “Li ser daxuyaniyên wezîrê karên derve yê rejîma Tirkiyê ku danûstandinên yekser bi Sûriyê re li ser dozên ewlehî û têkoşîna li dijî terorê hene, Sûriyê bi tundî ev têkilî û danûstandinên bi rejîma Tirkiyê re û bi taybet di aliyên têkoşîna li dijî terorê de înkar kir.”
Çavkanî da zanîn ku êdî ji her kesî re eşkere ye ku rejîma desthilat a Enqere piştevanê sereke yê terorê ye û Tirkiyê kiriye gencîneya (xezîneya) tundraw û terorê ku gefan li aştî û aramiya herêmê û cîhanê dixwe û bi awayekî eşkere biryarên şer yên navdewletî yên têkoşîna li dijî terorê bin pê dike.
Tevî derewderxistina hikumeta Şamê ya hevdîtina Memlûk û Fîdan a pêşbînîkirî, lê ev hevdîtin heke pêk were, ne ya yekemîn e, ji ber ku Memlûk û Fîdan di destpêka 2020’an de li paytexta Rûsya Moskovê hevdîtineke pêk anîne û ew hevdîtina yekemîn e ku ji 2011’an ve hatiye ragihandin.
Di wê demê de ajansa SANA a fermî bi bîr xist ku civîneke sêalî ya sûrî-rûsî-tirkî li Moskovê li dar ket.
Li aliyekî din jî cîgirê wezîrê karên derve Beşar El-Caferî û şêwirmenda El-Esed Buseyne Şeban di gelek hevdîtinên çapemeniyê de li ser hevdîtinên ewlehiyê yên di navbera Şamê û Enqereyê de axivîn, li rex wê jî serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan di demeke berê de piştrast kir ku hevdîtinên ewlehiyê yên sivik çêbûne.
Li ser vê yekê, Dr. Nûredîn wiha anî ziman: “Çer ku têkilî li ser asta îstîxbaratî ne, ew ne pêşdeçûneke girîng di têkiliyan de ye, bê gûman li ser asta îstîxbaratî gelek mijar tên nîqaşkirin. Lê tişta ku dihêle ew mijar bikevin pratîkê, şandeyên siyasî yan aborî û hwd in.”
`LI SER MASEYÊ GELEK DOSYA HENE`
Li ser dosyayên di navbera her du welatan de bi girêk in Dr. Nûredîn diyar kir ku heke ev civîn hatin lidarxistin, dê gelek dosya werin nîqaşkirin, jê jî dosyayên dualî, herêmî û piralî ne. Lê belê ji aliyê Tirkiyê ve, yek ji girîngtirîn dosya ew ku Kurd li Sûriyê negihînin merheleya avakirina pergaleke serbixwe. Ji ber ku dewleta Tirk wê yekê wekî parçekirina Sûriyê dihesibîne û bi wê re gefan li xaka Tirkiyê dibîne.”
Dr. Nûredîn eşkere kir ku mijara yekemîn mijareke ewlehiyê ye û ew jî mijara Kurd li Sûriyê ye. li gorî Tirkiyê ev doyaya herî girîng e. Piştî wê têkiliyên ewlehiyê tên. Têkiliyên di navbera Tirkiyê û Şamê de têkiliyeke qanûnî ya navneteweyî ye, ew jî peymana Adene ku di Cotmeha 1998’an de hatiye îmzekirin e ku hîna jî Sûriyê li gorî wê tevdigere. Dewleta Tirk jî dem bi dem tîne bîra hikumeta Şamê, bêyî ku ew bi xwe pabendî wê peymanê be. Ji ber vê yekê dosyaya ewlehiyê ya di navbera her du welatan de mijareke bingehîn e.”
Têkildarî Tirkiyê Dr. Nûredîn wiha got: “Li gorî Tirkiyê dosyaya penaberên sûrî û çawaniya çareserkirina wê heye. Ev tê wateya ku dewleta Tirk di çareserkirina vê dosyayê de lez nake. Ji ber ku hîna bi vê dosyayê Sûriyê û dewletên Ewropa şantaj dike.”
Dr. Nûredîn destnîşan kir ku ji bilî wê têkiliyên dualî hene, ew jî têkiliyên aborî ne û heke her du alî li hev civîne ev tiştekî normal e. Li gel wê jî mijara avê heye, ev jî hêmanekî fişarê ya di navbera têkiliyên dewleta Tirk û Sûriyê, dewleta Tirk û Iraqê de ye. Ji wê zêdetir jî gelek dosyayên herêmî yên têkildarî her du welatan hene, ji wan jî vekolîna li ser petorl û gazê li rojhilatê Deryaya Spî ye. Ji ber ku ji Tirkiyê û Sûriyê re herêmên deryayî yên taybet bi vekolîn û derxistina petrolê hene û di zikhev de ne û li ser sînorên hev ên bejahî û deryayî ne. Lê mijarên dîtir di merheleya paştir de ne, mîna aştiya li herêmê, aramî û xwezaya têkiliyên bi Îsraîlê re.
`ŞANSÊN KÊM`
Li ser serkeftina mîna van hevdîtinan, Dr. Mihemed Nûredîn wiha got: “Zû ye axaftina li ser van hevdîtinan pêk bên. Ya yekê; dewleta Tirk naxwaze di dema hebûna Beşar Esed de mîna van hevdîtinan pêk bîne. Ji ber ku Recep Teyyîp Erdogan neitîrakirina bi rejîma Sûriyê mijareke takekesî dihesibîne. Ew axaftin û têkiliya yekser bi Beşar re red dike û axaftina bi Rûsyayê re ji bo van mijaran bes dibîne. Ev yek jî yek ji hêmanên têkiliya di navbera her du welatan de girêk dike.”
Dr.Nûredîn li ser dosyaya siyasî da xuyakirin ku helwesta Sûriyê dijwar e, lê belê ne ku ne gengaz e. Mîna çawa dewleta Tirk hewl da têkiliyên xwe bi Misirê re çêke û dev ji Ixwan El-Muslimîn berda.
Dr. Nûredîn ev tişt got: “Ez texmîn dikim ku pirsa sereke ew e ku gelo ev civîn wê li dar bikeve? Ez yeqîn nakim ku civînên vi vî rengî di nav deman de li dar bikivin. Ji ber ku pêdiviya wan bi guhartinên herêmî hene, ne tenê li ser asta tirkî-sûrî, lê belê li ser asta navdewletî jî. Li gel wê jî pêdivî bi helwesta rûsî û têkiliyên rûsî-amerîkî li Sûriyê û herêmê hene.”
Li ser hilbijartina Bexdayê ji lidarxistina van civînên ku tên texmînkirin Nûredîn wiha got: “Ev ne tiştekî xerîb e. Ji ber ku têkiliya Bexda bi Enqereyê re baş in, tevî ku Enqere destwerdana xaka wê dike û rojane serweriya wê jî bin pê dike. Her wiha têkiliya Bexda bi Sûriyê re jî baş in, tevî ku Bexda xwe wek alîgirê Şamê xuya nake, ew jî ji bo Amerîka ye. Desthilata navendî a Bexdayê hewl dide xwe yekalî nîşan bide yan jî di navbera wê, Îran û Amerîka de rûbereke heye yan jî di navbera wê, Kendavê û Tirkiyê de rûberek heye. Di heman demê de hikumeta niha ya li Bexdayê bi fermana yekser a Amerîka tevdigere.”
`KURD DI NÎQAŞÊN DESTPÊKÊ DE NE`
Têkildarî civîna tê texmînkirin ger li dar bikeve, dê dosyaya Kurd bê nîqaşkirin an na Dr. Nûredîn ev anî ziman: “Bê guman heke nêzbûnek di navbera Şam û Enqereyê de çêbibe, bêyî ku Kurd aliyekî yekser an ne yekser di wan civînan de bin, dê Kurdan bikin qurbana peymanên xwe. Dê Kurd bibin armanca hêzên Tirkiyê û Şamê.”
Di gel dûrketina di navbera helwestên Kurd li Sûriyê de Dr. Nûredîn wiha berdewamî da gotina xwe: “Texmîn dikim ku çi peyman di navbera Şam û Enqereyê de çêbibin, dê ne li gorî berjewendiyên kurdan bin. Ji lew re divê Kurd vebijêrka ber bi hikumeta Şamê ve pêk bîne. Ew jî divê ne li ser bingehê qebûlkirina hemû tiştên ku hikumeta Şamê ferz dike be, lê belê divê li ser bingehê xwegihandina lihevkirinên hevbeş be.”
‛DIVÊ KURD Û ŞAMÊ BIGIHÎNIN HEV’
Dr.Nûredîn piştrast kir ku divê yekitiya Sûriyê hedefa stratejî ya sabît ji tevan re be, divê hikumeta Şamê ji bo tevan be û siyaseteke adil li ser hîmê edaleta li beramber tevahî aliyan bimeşîne. Her wiha mafên çandî, ziman, perwerde û taybetmendiyên herêman di ber çavan re bigire.
Nûredîn da zanîn ku ev yek ji aliyê Kurdan ve li Sûriyê û aliyê hikumeta Şamê ve girîng e. Ji ber ne pêkan e ku di Kurd di navbera Tirkiyê û Şamê de bê yekalî bimînin. Ji ber ku Kurd di Sûriyê de ne. Divê Kurd û Şamê heta di nîvê rê de be jî hevdu bibînin.
‛RÛSYA LI SER HESABÊ SÛRIYÊ TÊKILIYAN DI NAVBERA TIRKIYÊ Û ŞAMÊ DE DATÎNE’
Li aliyekî din jî nivîskar û lêkokînerê siyasî yê kurd Hisên Umer wiha got: “Ez texmîn dikim ev civîn beriya demekê hatiye ragihandin û ev ne nû ye. Têkiliyên îstîxbaratî yên di navbera Tirkiyê û Şamê de di asta herî baş de bûn. Lê piştî 2011’an têkilî hinekî hatin sekinandin. Ji ber dewleta Tirk texmîn dikir ku hikumeta Şamê zû hilweşe, ji lew re dewleta Tirk xwe ji bo têkiliyên li ser astên nû amade dikir.”
Umer da zanîn ku dewleta Tirk dixwest îtîlaf an jî komên çekdar û hwd. bihatana ser desthilatê, lê ev yek pêk nehat. Ji lew re ji nû ve li têkiliyên îstîxbaratî yên her du welatan vegerî. Lê hikumeta Şamê piştî gelek geran tu erêkirin nîşan neda. Ev yek heta piştî 2015’an berdewam kir, ji ber hikumeta Şamê tiştek bi dest nexistibû. Li beramber wê jî dewleta Tirk alîkariya hikumeta Şamê di derbekirina YPG û YPJ’ê de bêyî berdêl dixwest. Lê hikumeta Şamê ev yek qebûl nekir, heta Rûsya derbasî xetê bû û têkiliyên cihêreng bi dewleta Tirk re li ser hesabê Sûriyê û gelê wê saz kirin, da ku li şûna hikumeta Şamê peyman û komîteyên hevbeş ava bike. Lê vê yekê têra dagirkeriya Tirk nekir. Ji lew re xwest ji nû ve têkiliyên îstîxbartî pêk bîne, armanc ji wê yekê jî gelê Kurd e.”
Umer destnîşan kir ku propogandaya Tirkiyê ji bo civînê û derewderxitina Şamê jê re, destpêka nû ya têkiliyên bi nakok û qutbûyî ye û wiha pê de çû: “Ez texmîn dikim ku pêdiviya dewleta Tirk bi nûkirina têkiliyê heye, heta li têkiliyên xwe yên xwezayî bi hikumeta Şamê re vegere. Dê bi wê re rola çeteyên sûrî û îtîlafê jî qels bike, da ku hikumeta Şamê razî bike û hin gavên hevbeş li dijî Rêveberiya Xweser û gelê Kurd bi taybet biavêje. Ev yek ji her kesî re eşkere ye, ji ber ku dijminê yekane ji rejîma Tirkiyê re Rêveberiya Xweser û gelê Kurd bi taybet e.
`DEWLETA TIRK DÊ GELEK TAWÎZAN BIDE`
Derbarê encamên pêşbînîkirî, lêkolîner û nivîskarê Kurd Hisên Umer wiha anî ziman: “Ez texmîn dikim ku ev jî armancên dewleta Tirk pêk nayne, ji bilî heke hin tawîz dan hikumeta Şamê, bi taybet di mijara Idlibê de. Ji ber ku herêmên ji Efrîn heta bi Serêkaniyê ku hatine dagirkirin, ji hikumeta Şamê re ne girîng in, lê belê xwestek û xema wê gefên li ser nuqteyên bicihbûna hêz û herêmên di bin serweriya wê de bên rakirin e. Bi wê yekê divê dewleta Tirk an tevahî herêmên di bin serweriya wê de radestî hikumeta Şamê bike heta ku razî bibe hevkariyeke îstîxbaratî bike û Rêveberiya Xweser derbe bike. Ji ber ku armanca hikumeta Şamê jî têkbirina Rêveberiya Xweser e. Lê belê hikumeta Şamê naxwaze para dewleta Tirk jî hebe. Ev yek jî piştî gelek gerên danûstandinên îstîxbaratî û dîplomasî yên di navbera her du rêjîman de eşkere dibe.”
Umer texmîn dike ku dê Erdogan li dawiyê hin tawîzan bide hikumeta Şamê ku razî bike, ji ber ku armanca her du aliyan hevbeş e, ew jî têkbirina Rêveberiya Xweser e. Lê heke dewletên xwedî hêz li Sûriyê mîna Amerîka û Rûsya gihaştin peyman û lihevkirinekê ji bo çareserkirina Sûriyê, wê demê dê dewleta Tirk û hikumeta Şamê li gorî peymanê tevbigerin.
Lêkolîner û nivîskarê Kurd Hisên Umer wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di her halî de rêjîmên tirkî, sûrî, îranî û iraqî yên berê xwedî şaneyeke xebatê ya hevbeş ya îstîxbaratî li dijî gelê Kurd bûn.”