Rêveberiya Amerîkayê ragihand ku îro li dijî Rûsyayê ceza birîn, ew jî ji ber kur Rûsya destwerdan li Ukrayna kir û êrişên sîberanî li DYA’yê pêk tîne.
Rêveberiya Amerîkayê li dijî 32 rûsî ceza birî, ji ber ku destwerdana hilbijartinên Amerîkayê kiribûn û têkildarî mijarê Koşka Spî ev yek ragihand: “Rûsya temenê kiryarên xwe yên bi armanca gihandina zirarê li berjewendiyên Amerîkayê re dide.”
Her wiha Koşka Spî deh dîplomatên rûsî yên endamên şandeya dîplomatîk a li Washingotinê qewitandin û diyar kir ku ew ê parastina berjewendiyên DYA’yê berdewam bike.
NATO`yê piştgiriya xwe ji Rêveberiya Amerîkayê ya têkildarî ferzkirina cezayên li ser Rûsyayê nîşan da.
Li gorî Koşka Spî, roja sêşema derbasbûyî bi rêya telefonê Joe Biden bi hempîşeyê xwe yê rûsî Vladimir Putin re axiviye û ew hişyar kiribû. Joe Biden jê re gotibû ku DYA’yê dê bersiva kiryarên Rûsyayê bide û parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî bike, wekî ku destwerdana ji hilbijartinan û êrişên sîberê re.
Jeo Biden destnîşan kir ku derfeta hevdîtina di navbera serokên her du welatan de heye, da ku nakokiya di navbera her du welatan çareser bikin.
Têkiliya di navbera Rûsyayê û DAY`yê di lûtkeya rageşiyê de ye û di Adara derbasbûyî de piştî ku serok Joe Biden, Pûtîn bi kujer wesif kir, Moskovê bang li balyozê xwe yê li Washingotinê kiribû.
Moskovê diyar kir ku ji Rêveberiya Biden tu hêviyên erênî texmîn nake û destwerdana ji hilbijartinên Amerîkayê derewand.
(eh)
ANHA