DOLAR
18,5039
EURO
18,1433
ALTIN
988,22
BIST
3.179,99
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
34°C
Diyarbakır
34°C
Açık
Pazar Açık
33°C
Pazartesi Açık
33°C
Salı Açık
33°C
Çarşamba Açık
33°C

​​​​​​​Aloziya siyasî ya li Iraqê kûrtir dibe.. Gelo wê Tevgera Sedir pêşengtiya xwepêşandan bike ?

​​​​​​​Aloziya siyasî ya li Iraqê kûrtir dibe.. Gelo wê Tevgera Sedir pêşengtiya xwepêşandan bike ?
17.06.2022
0
A+
A-

Vekişîna parlamenterên Tevgera Sedir ji parlamentoyê qonaxeke nû di aloziya siyasî ya li Iraqê de çêkir. Axaftin hene ku dê li şûna wan parlamenterên Çarçoveya Hemahengiyê werin erkdarkirin. Dr. Ciwad El-Beydan anî ziman ku dibe rêveberiya Tevgera Sedir serkêşiya xwepêşandan û muxalefeta nû bike.

Li Iraqê aloziya siyasî her ku diçe kûrtir dibe. Îstîfaya parlamenterên Tevgera Sedir ji parlamentoyê gelek pirs der barê pêşeroja siyasî ya Iraqê û guhertinên di hevbendiyên navbera aliyên siyasî de derdixîne pêş.

Li ser fermana rêber Tevgera Sedir, roja yekşemê parlamenterên Tevgera Sedir îstîfaya xwe pêşkêşî serokê parlamentoyê kir.

Têkildaî îstîfaya parlamenterên Seder, texmîn der barê senaryoyên bê yên li Iraqê  de derketin holê, nemaze ku welat di gelek aloziyan re derbas dibe û xetimîna siyasî ya ji ber sîstema kotaya taîfî û binkeftina parlametoya Iraqê sê caran di hilbijatina serokê welat û avakirina hikumetê de alozî kûrtir kir.

Têkildarî bandor û encamên îstîfaya parlamenterên Sedir lêkolînerê siyasî  û dîroknas ê iraqî Dr. Ciwan El-Beydanî got: “Bawer dikim ku bi vê îstîfayê wê xetimandina siyasî bi dawî bibe. Diyar e ku berê tayên veşartî hebûn, delîlê vê yekê jî ew e ku serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî yekser îstîfa qebûl kir. Diyar e ku ligel hevbendiyên ku Tevgera Sedir bi bloka Helbûsî û PDK’ê re pêk anîne, danûstandin li pişt perdeya di navbera aliyên siyasî de hene.”

El-Beydanî diyar kir ku li gorî qanûna hilbijartinan a Iraqê, her parlamenterek dema ku îstîfa dike, endamê ku zêdetir deng bi dest xistine li şûna wî tê bicihkirin û ev yek çêdibe. Her wiha got: “Piraniya wan wê yên di Çarçoveya Hemahengiyê de û yên serbixwe bin,  di encamê de wê avakirina hikumetê hêsan bibe. Ji ber ku di rastiyê de piraniya parlamenterên Çarçoveya Hemahengiyê mûxalifên berê yên Sedam Hisên in û di danûstandinan de bi awayekî ne rasterast zext kirin û karibîn Tevgera Sedir neçar bikin ku îstîfa bikin.”

DIBE KU BI PÊŞENGTIYA TEVGERA SEDIR XWEPÊŞANDAN LI DAR KEVIN

Di parlamentoya Iraqê ya ji 329’an pêk tê, Tevgera Sedir 73 kursî bi dest xistine.  Parlamenterên ji tevegê diyar dikin ku ew bloka herî mezin di parlamentoyê de ne û dixwazin hikumetek li gorî rêgeza pirrengiya siyasî were avakirin. Çarçoveya Hemahengiyê ya ku ji hejmareke blokên siyasî yên nêzî Îranê pêk tê, dixwaze hikumeke lihevkirin ku hemû aliyên Şîayê cihê xwe di nav de bigirin were avakirin, an ku mîna ku di hikumetên li pey hev hatine de pêk hat ku piştî sala 2003’an hate avekirin, lê Sedir vê yekê red dike.

Piştî çend saetan ji biryara Dadgeha Bilind a Federal a 15’ê Gulanê ya têkildarî nerewabûna pêşnûmeya destekdayîna awaeta ya ewlehiya xurekê û geşkirinê ku ji aliyê hikumetê ve pêşkêş parlamantoyê ve hatibû kirin, Tevgera Sedir îşaret bi tevlêbûna muxalefetê kiribû. Hêjeya gotinê ku ev pêşnûme wekî çareseriyeke demkî ji bo rêvebirina karê dewletê hate pêkêşkirin.

El-Beydanî anî ziman ku ne dûr e bi serkêşiya Tevgera Sedir xwepêşandan li dar kevin û got: “Dibe ku Tevgera Sedir xwe bide aliyê muxalefetê. Tê zanîn ku zemîna wî ya gel li herêmên xizan e, yanî muxalefetê. Heger xwepêşandan bighêjin kiryareke tevlihev an gûrkirina gel dê gefan li avakirina hikumetê were xwarin. Wekî ku em dizanin Tegera Sedir rolek di hilweşandia hikumeta Adil Ebdulmihdî de list, heger hikumet were avakirin  jî dibe ku karibe hilweşîne û paşê hilbijartinên nû werin pêkanîn.”

Cewad El-Beydanî bi domdarî got: “Niha rewş ne zelal e, dibe ku di demên bê de rûdan hebin. Hger em texmîn bikin ku diyalog di navbera aliyên cûda ne hene, dibe ku ev nezelalbûn rê li ber avakirina hikumetê veke.”

‘DERFET JI ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ DE HATIYE’

Têkildarî kesên ku li cihê parlamenterên Sedir bigirin, El-Beydanî ev tişt got: ” Ne pêkan e ku mirov pêşbînî bike ka dê kî hikumetê ava bike. Ez di wê baweriyê de me ku dê Çarçoveya Hemahengiyê ji yên serbixwe zêdetir derfet hebe. Ev kes xwedî qonaxeke dirêj a siyasî ne û peywendiyên wan ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê û YNK, her wiha ligel koma Helbûsî (Tevgera Sûnî) û pêkhateyên din ên siyasî li navçeyên rojavayê Iraqê hene.

Di wê baweriyê de me ku Çarçoveya Hemahengiyê hin tawîzan bide, ev tawîz wê ji bo xapandinê ye. Ji ber çarçove ne hêsan e tevgerên wî ji ya Îranê di dosyayên wê yên diyalogên navneteweyî de ne dûr e. Ji ber ku piraniya wan ji aliyê Îran ve xwedî bûne. Berovajî Tevgera Sedir e ku zelal e. Heger Tevgera Sedir hikumetê ava bike dibe dê blok destkeftiyên mezin qezenc bikin, ji ber ku Tevgera Sedir girêdayî mêrekî ye. Lê Çarçoveya Hemahengiyê girêdayî gelek hêzan û girtina birayekê bi serê xwe di rewşeke wekî ya Iraqê de zehmet e. Li aliyekî din derfeta kesên serbixwe kêm e, dibe ku Çarçoveya Hemahengiyê an jî aliyên din hin tawîzan bidin wan da ku wan bi aliyê xwe ve bikişîne û destkeftiyên ji yên mezintir qezenc bikin.

`XEMA PDK’Ê BERJEWENDIYÊN WÊ NE’

Li gorî çavdêran, îstîfaya Sedir bi awayekî eşkere kaxetên hevalbenda xwe, “Serwerî” û PDK’ê tev li hev kir ku pêwîstiya wan herduyan bi lihevkirinên nû hene.

Dr. Cewad El-Beydanî got: “Xema Partiya Demokrat a Kurdistanê berjewendiyên wê ye. Di encamê de ne xema wê ye bi kê re li hev bike. Çarçoveya Hemahengiyê hevalbendên stratejîk ên PDK’ê ne, nemaze ku PDK’ê li ser xeteke neteweyî dimeşe û Çarçoveya Hemahengiyê xeteke taîfî dimeşe. Her du jî di vî aliyê de li hev dikin, her du li ser rêgeza parçekirina Iraqê li hev dikin, ji ber wê her du nêzî hev in. Helbûsî jî xwedî hiseke dikare hevbendiyan biguhere û di vê yekê de gelekî bi ser ket. Heger em rewşê baş nebînin, em nikarin pêşbiniya encaman bikin.” Dibe ku li pişt perdeyan danûstandin di navbera aliyên siyasî de hebin.”

Dîroknas û lêkolîner Dr.Ciwan El-Beydanî têkildarî rêveçûna bûyerên Ii Iraqê jî got: “Bawer dikim ku Çarçoveya Hemahengiyê dê dest ji serokwezîrtiyê bernede û ji bo bidestxistina wê wê kar bike. Divê hin tawîzan bide. Lê tiştekî girîng dibîne, ew e ku w tevgera Sedir dê bi vê têkçûnê razî bibe? Li gorî min ez wekî têkçûnekê nabînin. Ji ber ku tevgera Sedir ne hêsan e û dibe berî bide civakê û tevlihevî çêbibe û hikumeta ku eger di demeke kurt de pêk were, hilweşîne, mîna ku ya Adil Ebdulmihdî hilweşand.”

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.