Serokê Belarûsyayê Alexander Lukashenko gefa biçekkirina penaberên li ser sînorên Belarûs-Polonyayê xwar. Her wiha got di nava penaberan de Kurd hene ku berê şervan bûne û tedbîrên li dijî wan dibe ku aloziyê mezin bikin û gef li Ewropayê xwar ku gazê li ser qut bike heke cezayan li welatê wî ferz bikin.
Li gorî dezgehên çapemeniyê yên fermî serokê Belarûsyayê Alexander Lukashenko di civînekê de got: “Polonya bi mijara ku dê sînoran bigire, me ditirsîne. Em ji wan re dibêjin bigirin. Dema me xeta gazê ya sereke girt, dê çi bikin? Ji ber wê ez şîret li Polonya û Lîtwanyayê û dewletên din dikim ku bifikirin beriya ku biaxivin.”
Alexander Lukashenko diyar kir heke cezayên din li Belarûsyayê werin ferzkirin, dê bê bersiv nemîne û got: “Heta ji me bê em ê serdestiya xwe biparêzin.”
Têkildarî biçekkirina penaberan jî Alexander Lukashenko got: “Agahî hene ku paneber xwe li ser sînor bi çek dikin. Rewşa li wir gelekî xeternak e. Hewldanên ku çek, cebilxane û bombeyan bigihînin penaberan, hene. Divê ev mijar were kontrolkirin. Çek ji bo çi ye gelo? Ew dixwazin tevgerên provokatîf bikin. Bi leşkerên li ser sînorên her du dewletan re şer derxin. Ji ber wê em neçar in rewşa li ser sînor kontrol bikin heta ku çek negihêje wan. Ji ber ku di nav de penaberên de Kurd hene û berê şervan bûn. Dibe ku tedbîrêb werin girtin, bibin sedem ku alozî gurtir bibe.”
(şx)