DOLAR
18,8281
EURO
20,1971
ALTIN
1.133,74
BIST
4.186,01
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Parçalı Bulutlu
6°C
Diyarbakır
6°C
Parçalı Bulutlu
Perşembe Açık
7°C
Cuma Açık
8°C
Cumartesi Açık
8°C
Pazar Açık
8°C

Aldar Xelîl: Êrişên li ser Şengalê li Rojava metirsiyan çêdike

Aldar Xelîl: Êrişên li ser Şengalê li Rojava metirsiyan çêdike
27.04.2022
0
A+
A-

Aldar Xelîl, li ser liv û tevgera artêşa Iraqê ya li Şengalê anî ziman ku li hemberî vê rewşê metirsî û fikarên gelê Rojava çêdibin. Her wiha bal kişand ser ku dibe hûkimeta Iraqê jî bi dagirkeriya Tirkiyê û PDK’ê re îtîfaq kiribe û got, “Em jî neçarin li dijî vê dorpêçe tedbîrên xwe bigirin.”

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, di demeke ku dagirkeriya Tirkiyê û PDK li ser Başûrê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê êrişên dijwar pêk tîne de li ser liv û tevgera leşkerî ya arteşa Iraqê li Şengalê ji ajansa me re nirxandinên girîng kirin.

Xelîl, anî ziman ku piştî dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê êrişên xwe li ser Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere kirin û li ser gelek herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji 17’ê Nîsanê ve roj tine ku bomberdûman û êriş çênebin û bal kişand ser ku li hemberî van êrişan daxûyaniyên gelek rayedarên Iraqê çêbûn, helwestên saziyên fermî yên Iraqê derketin, weke nenaskirina serweriya Iraqê hate binavkirin û diyar kirin ku qebûl nakin.

Aldar Xelîl tevî van helwestan jî di vê demê de êrişên arteşa Iraqê li ser Şengalê balkeş dîtin û got: “Di demeke ku dagirkeriya Tirkiyê bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê êrişeke bi vî rengî dimeşîne de, tevî ku li Iraqê serokomar û hûkimet nehatiye hilbijartin, di vê valatiyê de Kazimî tevgerek da çêkirin û berê arteşê da Şengalê. Em vê rewşê dişopînin û dixwazin nas bikin, ev çi mesele ye. Cihê ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û xiyaneta PDK’ê helwest deynin, ew jî di vê demê de êrişî Şengalê dikin. Jixwe berê li Şengalê 74 ferman çêbûne. Gelo dixwazin fermaneke din li ser van fermanan zêde bikin. Gelo bersiva ku bidin dagirkeriya Tirkiyê ku êrişî welatê wan dike dê bi vî rengî be. Di demeke wisa de êrişbirina ser hêzeke ku gelê Şengalê li dijî fermanê parastine û hiştine ku gel bi ewlehî vegere cihê xwe çiqasî rast e? Di demeke wisa de êrişeke bi vî rengî wê çiqasî bikeve xizmeta Iraqê?”

Her wiha Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl bi van gotinan metirsî û xeteriyên ku ev rewş derdixe holê anîn ziman: “Em di wê baweriyê de ne ku ev êrişên arteşa Iraqê ku li ser Şengalê pêk tên hem xeteriya dubarekirina fermanan li ser gelê Şengalê, hem jî metirsiyan li ser gelê Rojava çêdike. Em jî weke gelê Rojava vê meselê bi metirsî dişopînin. Di vê demê de hem dagirkeriya Tirkiyê aliyekî ve êrişî Bakûrê Sûriyê dike û hem PDK’ê li gel dagirkeriya Tirkiyê êriş û dorpêçan pêş dixe; dema ku arteşa Iraqê jî aliyekî ve ev êriş pêş xistin em jî vê weke dorpêçeke li ser Rojava dibînin û neçar in hesabê xwe bikin û hinek tedbîran bigrin.

Hê jî em dixwazin vê rewşê fêm bikin, hêvî û bendewariya me ji hûkimeta Iraqê ne bi vî rengî ye. Divê hûkimeta Iraqê ji bo parastina welatê xwe seferber bibe; cihê hêzên xwe dişîne Şengalê divê berê wan bida herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine. Divê ji dewleta Tirk re bibêje ‘êdî bes e.’ Cihê ku vê bike berê artêşa xwe dayîna Şengalê cihê gûmanan e û metirsiyan li ser gelê me yê Rojava jî çêdike. Dê ev yek li herêmê bibe sedema gelek tevlîheviyan.”

Aldar Xelîl, bi van gotinan bal kişand ser îtîfaq û dorpêça li ser Kurdistanê û bi bangawaziya hûkimeta Iraqê re dawî li axaftinên xwe anî: “Beriya vê di navbera Şengal û Rojava de dîwar hate lêkirin. Niha jî hêza xwe li Şengalê kom dikin û hewldana kesayetekî nêzikî PDK’ê ku li Şengalê erkdar bikin, heye. Jixwe Tirk li her cihê Rojava dorpêç dikin. Gelo hûkimeta Kazimî jî dixwaze di vê dorpêçe de roleke mezintir bilîze, dixwazin peyameke bidin Tirkan, gelo bi dagirkeriya Tirkiyê û PDK’ê re îtîfaqek çêkirine? Mesele çi ye, em nizanin. Mijareke balkêş e, cihê nirxandinê ye, li ser sekinandinek pêwîst dike. Ji ber vê divê hûkimeta Iraqê, bi taybetî jî gelê Iraqê van mijaran hemûyan ber çavan re derbas bikin.”

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.