DOLAR
9,3028
EURO
10,8434
ALTIN
530,75
BIST
1.430
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
24°C
Diyarbakır
24°C
Az Bulutlu
Perşembe Az Bulutlu
25°C
Cuma Az Bulutlu
26°C
Cumartesi Az Bulutlu
27°C
Pazar Az Bulutlu
27°C

Aldar Xelîl: Divê têkoşîna ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî xurttir bibe

02.03.2021
0
A+
A-

 Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl got, ji bo qewitandina dagirkeriya Tirk û rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî kir divê têkoşîn xurttir bibe.

Aldar Xelîl: Divê têkoşîna ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî xurttir bibe

 Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl got, ji bo qewitandina dagirkeriya Tirk û rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî kir divê têkoşîn xurttir bibe.

Meclisa Kantona Efrînê li Kampa Serdem a kantona Şehbayê civînek li dar xist tê de bi sedan şênî û endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl amade bûn.

Xelîl di civînê de behsa rewşa siyasî li herêmê û Sûriyê, dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve û girîngiya berdewamkirina têkoşîn û berxwedana li dijî dagirkeran kir.

 ‘EM JI RIZGARKRIINA EFRÎNÊ GAV PAŞDE NAVÊJIN’

Xelîl got, “Ev têkoşîn bi ruhê berxwedana Efrînê dewam dike. Me biryara xwe ya dawî da ku em dev ji Efrînê bernadin. Rast e, ji ber şert û mercan em neçar man ji cografiya Efrînê derkevin. Lê em qet dê jê bernadin û em bi îsrar in ku wê rizgar bikin. Bi vê îradeyê me biryar girt ku em ê dûrketina ji Efrînê qebûl nekin. Her roj û di her deqeya jiyana me de em ê ji bo rizgarkirina Efrînê, li ber xwe bidin.”

 ‘PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK MISOGERIYA AŞTÎ Û ÎSTIQRARA LI SÛRIYÊ YE’

Xelîl destnîşan kir ku dewletên dest li Sûriyê werdane, hewl didin aloziyê li gorî berjewendiyên xwe dirêj bikin û wiha domand: “Dema ku pêkanîna projeya neteweya demorkratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, xuya bû dê ev proje aştî, îstiqrar û pêşketinê li Sûriyê mayînde bike. Lê ev yek li xweşiya hêzên hegemon û dewletên destwerdanê li Sûriyê dikin, nehat û bi taybetî dewleta Tirk. Ji lew re hewldanên dagirkirina xaka Sûriyê ji Efrînê dest pê kirin. Armanc jê şikanina îradeya gelên herêmê û tunekirina projeya neteweya demokratîk bû û bi wê yekê li şûna serkeftina projeya neteweya demokratîk dê projeya El-Nusra û DAIŞ`ê bi serketiba.”

Xelîl her wiha behsa êrişên dagirkeriya Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî kir û bi taybetî êrişên dawîn li ser Garê û got: “Dewleta Tirk bi hemû teknîka leşkerî ya pêşketî êriş kir û xwest wê herêmê dagir bike. Bi wê yekê armanc kir ku peywendiya di navbera herêmên Kurdistanê de qut bike û dagirkirina Şengalê piştre hêsan bike û têkiliyê di navbera wê û Rojava de qut bike. Lê belê êrişên wê hatin tekbirin û ew binkeftî vegeriya.”

Xelîl wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkçûna delweta Tirk nehişt ku êrişên xwe dewam bike, wê îdia kir ku ew ji çiyayên Kurdistanê vekişiye da ku rastiya têkçûna xwe li wir li hemberî hêzên ku tenê çekên normal pê re ne, veşêre.”

Aldar Xelîl wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bi berdewamkirina berxwedana şêniyên Efrînê li kantona Şehbayê, em ê dagirkeriya Tirk ya faşîst tune bikin, Efrînê û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin û em ê jiyaneke bi rûmet bijîn.”

(cx)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.