Ajanê bi navê Mekrî Subhî Mekrî navên serçeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û serçeteyê DAIŞ`ê yên li Serêkaniyê eşkere kirin.
Ajanê bi navê Mekrî Subhî Mekrî (38) ji şêniyên bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî ye û destpêka 2017`an bû ajanê îstixbarata Tirkiyê. Mekrî bi erkên wekî derbaskirina çeteyên DAIŞ’ê ji Tirkiyê ji bo Serêkaniyê û piştre ber bi Qamişloyê ve ji bo pêkanîna teqînan, şopandina nuqteyan û şandina wan ji îstixbaratên Tirkiyê re, hatibû erkdarkirin.
Mekrî Subhî Mekrî got serçeteyekî Cebhet El-Nusra Fehid El-Caid û çeteyên Cebheta El-Nusra Hamid Ubêd El-Xelîl û Xalud Mehmûd Xelîl di bin navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de beşdarî êrişa dagirkeriya Tirk a di 9`ê Cotmeha 2019`an de li ser Serêkaniyê bûn û got: “Ew çete hê jî li Serêkaniyê ne.”
Mekrî diyar kir ku serçeteyên DAIŞ’ê jî beşdarî êrişa li dijî Serêkaniyê bûne. Li gorî Mekrî çeteyên DAIŞ`ê yên beşdar bûne ev in; Fexredîn Mewlûd ji şêniyên Serêkaniyê ye (berê li cem hikumeta Şamê girtî bû, piştî aloziyê hat berdan û tev li DAIŞ`ê bû), Yûsif Dûdê jî ji bajarê Serêkaniyê ye û endamê El-Hesbê ya girêdayî çeteyên DAIŞ`’ê bû.
Mukirhatinên Mekrî Subhî Mekrî rastiya hemû agahiyên ku ji herêmên di bin dagirkeriya Tirk de tên, piştrast dike. Dagirkeriya Tirk ew herêm veguherandine stargehên çeteyên Heyat Tehrîr El-Şam û bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê yên ku vê dawiyê li Bakur û Rojhilata Sûriyê çalak bûn.
Piraniya endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ku ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatine girtin, piştrast dikin ku ew ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk re derbasî herêmê bûne.
Fermandarekî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li herêma rojhilat a Dêrazorê Reyan El-Şenan di 31`ê Çileyê de destnîşan kiribû ku li gel wan belge hene ku hebûna baregehên çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Serêkaniyê îsbat dikin. El-Şenan her wiha diyar kir ku beşek ji serçeteyên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê piştî ku di aliyê erdnîgariyê de hatin tunekirin, bi îstixbaratên Tirkiyê re peywendî danîn û berê xwe da herêmên Sûriyê yên dewleta Tirk dagir dike.
Di 25`ê Cotmeha 2020`an de li ser medyaya civakî wêne û dîmenên xwepêşandên li dijî Fransayê li çarxerêya El-Cewza ya li Serêkaniyê, hatin belavkirin ku xwepêşandêran ala çeteyên DAIŞ`ê hildabû û bi awayekî eşkere sirûdên DAIŞ`ê digotin.
Serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî di 27`ê Cotmeha 2019`an de bi opresyoneke Amerîkayê li gundewarên bakurê Idlibê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, hatibû kuştin.
Mekrî destnîşan kir ku piraniya malbatên ku dewleta Tirk li Serêkaniyê bi cih kirine, malbatên çeteyên ji Dêrazor û Idlibê ne û got: “Dewleta Tirk ew di malên sivîlan de bi cih kirin.”
(dm)
ANHA