enflasyonemeklilikötvdöviz
DOLAR
8,4561
EURO
10,0700
ALTIN
497,40
BIST
1.392
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sıcak
40°C
Diyarbakır
40°C
Sıcak
Cuma Sıcak
40°C
Cumartesi Sıcak
39°C
Pazar Sıcak
39°C
Pazartesi Sıcak
40°C

Serok Barzanî: Êrîşa Bexdayê, nîşana bêwîcdanî û nemirovbûna terorîstan e

Serok Barzanî: Êrîşa Bexdayê, nîşana bêwîcdanî û nemirovbûna terorîstan e
20.07.2021
0
A+
A-

Serok Mesûd Barzanî êrîşa teroristî ya li navçeya Sedir a Bexdayê bi tundî şermezar kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de êrîşa teroristî ya li navçeya Sedir a Bexdayê bi tundî şermezar kir û ragihand, ev tawan, nîşana bêwîcdanî û nemirovbûna terorîstan e.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Gelek bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikim ku doh li bazareke bajarê Sadir li Bexda li ser welatiyên bê tawan hate kirin ku li encamê da dehan welatî şehîd û birîndar bûn.”

Serok Barzanî tekez kir, “Ew tawan nîşana bêwîcdanî û nemirovbûna terorîstan e ku li roja Erefê û li wê dema ku xelk xwe ji bo pêşwaziya cejnê amade dikir tawaneke diltezînê bi vî awayî encam didin. Ew dijminê ol û mirovayetî û pîroziyanin û ji hemû bihayek bêparin û divê baca wê tawanê bidin.”

Herwiha Serok Barzanî sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyan û şehîdên wê karesata diltezîn kir û got: “Dilê min li gel xem û êşên wan e û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdar im hedar û aramiyê bi wan bibexşe û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim.”

Şeva borî Li bazareke navçeya Sedir a Bexdayê teqînek çêbû û di encamê de 35 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. DAIŞê jî berpirsatiya xwe di ber teqînê de ragihand./Kurdistan24

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.