enflasyonemeklilikötvdöviz
DOLAR
8,4525
EURO
10,0760
ALTIN
497,60
BIST
1.392
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sıcak
40°C
Diyarbakır
40°C
Sıcak
Cuma Sıcak
40°C
Cumartesi Sıcak
39°C
Pazar Sıcak
39°C
Pazartesi Sıcak
40°C

Serokên NATO`yê li ser xurtkirina parastina hevpar a li dijî gefan li hev kir

Serokên NATO`yê li ser xurtkirina parastina hevpar a li dijî gefan li hev kir
14.06.2021
0
A+
A-

Serokên NATO`yê têkildarî xurtkirina parastina hevpar a li dijî gefan li hev kir û gefên rûsî û çînî şermezar kirin, her wiha banga pabendiya bi nexşerêya Lîbyayê kir.

Serokên dewletên endamên NATO`yê îro bang li Îranê kir ku bernameyên moşekên balastîkî rawestîne û piştgiriya wê ya madî û leşkerî ji milîsan re şermezar kir.

Serokan li ser xurtkirina parastina hevpar a li dijî gefên tevahî aliyan li hev kir.

Têkildarî Lîbyayê, serokên dewletên NATO`yê desthilata Lîbyayê hişyar kir ku bi nexşerê û rêxistinkirina hilbijartinan di soza wê de pabend be.

Der barê dosya rûsî de serokan di encamnameya lûtkeya NATO’yê ya li Brukselê de pêşxistina Rûsya ji çekên leşkerî re şermezar kir û bang li Moskovê kir ku li hember qanûnên navneteweyî rêzdar be.

Serokan got: “Çer ku xuya nabe ku Rûsya rêzê ji qanûna navneteweyî digire, pabendî soz û berpirsiyariyên xwe yên navneteweyî nabe, ne pêkan e ku rewş li xwezaya wê vegere.”

Têkildarî Çînê jî serokên dewletên endamên NATO`yê fikarên xwe yên der barê xwestekên Çînê yên eşkerekirî û pêşketina wê ya nukleerî nîşan da ku bandorê li hîmên pergala navneteweyî dike.

Serokan di encamnameyê de ragihand ku xwestekên Çînê yên eşkere û reftarên wê yên domdar bandorê li bingehên pergala navneteweyî ku xwe dispêre rêgezan dike, her wiha bandorê Ii qadên ku ji bo ewlehiya NATO`yê xwedî girîngî ne dike.

Serkretêrê giştî yê NATO`yê piştî lûtke bi dawî bû di civîneke çapemeniyê de, eşkere kir ku serokên dewletên NATO`yê li ser projeya parastinê ya nû li hev kir ku ji karê bi şîrketên avakirî û zanîngahan pêk tê, her wiha sendoqeke nû jî ava kir, da ku bi rêya îstismarkirina teknolojiya nû li hundirê NATO`yê were bikaranîn.

(eh)

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.