Piştî ku rûyên wan ên rastîn eşkere bûn, çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk xwest bi şanoyeke xapînok kir ku çeteyekî xwe xilas bikin ku gef li dermanfiroşekî xwariye ji ber ku dermanên hişbir nedane wî.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) û malperên din li ser toreyên civakî îro vîdeoyek belav kir ku bi kameraya dermanxaneyê El-Hekîm a nêzî çerxerêyê Newroz a li navenda bajarê Efrînê hatiye girtin. Di vîdeoyê de diyar dibe ku çeteyekî girêdayî dewleta Tirk bi çekê xwe gefê li dermanfiroşan dixwe.

Ji ber ku dermanfiroş dermanên hişbirê nedane wî, çeteyê bi navê Ebû Hewas êrişî dermanfiroş kir û gule lê barandin.

Li ser malperên toreyên civakî nerazîbûnên li hemberî vê bûyerê çêbûn. Ji ber wê çeteyên qaşo bi navê Polîsên Leşkerî li Efrîna dagirkirî şanoyeke xapînok amade kir ku qaşo wî çeteyî ceza dikin.

Çeteyên Polîsên Leşkerî bi rêya vîdeoyekê, îdia kir ku Ebû Hewas berê di nava komên Sultan Mûrad de bû, lê ji komê hatiye avêtin. Ji bo milkên sivîlan desteser bike û şêniyan bitirsîne cil û bergên leşkerî li xwe dike.

Hêjayî gotinê ye ku ev ne cara yekem e ku çeteyên dagirkeriya Tirk li Efrînê hewl didin mîna van şanoyên xapînok çêkin ji bo ku kiryar û sûcên li dijî şêniyên Efrînê yên resen pêk tînin, veşêrin.

Ev zêdetirî 3 salan e û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê ji hemû aliyan ve berdewam in.

(dm)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir