Çorê  Arda

Hawar dengê zanînê ye. Zanîn ji me re rêya felat û xweşîyê vediçe.”(1) 

Nivîskarê me jî di vê pirtûka xwe ya bi navê “ Deqên Qesas “ de dike hawar û hawar û dibêje xwe binasin û binasîn xwebûn e, xwebûn jî xwenasîn e…

       Pirtûka helbestan a Lal Laleş ya bi navê “ Deqên Qesas “ ji du beşan di xwe de dihebîne. Beşa ewil helbestên li ser pêşengên kurdan, helbestvan û wêjevanên kurdan û yên dinyê hatiye nivîsandin. Yanê helbestvan di her deqekê de nivîskarekî, rewşenbîrekî û pêşengekî dinasîne. Her pêşeng û wêjevanên kurd li gor tevgerên wan, helwestên wan û fikrên wan helbest li ser wan hatiye nivîsîn. Yanê bi awayekî çawalêhato nehatine nivîsandin. Ji Medan bigire heta Kawayê Hesinkar, El Cizîrî, Ahmedê Xanê, Feqiyê Teyran, Celadet Ali Bedir-Xan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qazî Muhamed, Mûsa Anter, Mehmûd Baksî, Murathan Mungan, Yaşar Kemal, Cesare Pavese, Italio Calvino, Paul Eluard li ser van nivîskar û rewşenbîr û pêşengan helbest hatine nivîsandin. Helbestvan xwestiye nêrîn û bingeha van wêjevanan, fikr û kirinên wan destnîşanî me bike. Talî helbestvan bi helbestê xwe neynika hiş û fikrên van nivîskar, rewşenbîr û pêşengan teyisandiye. Her yek mîna tabloyeke cihêrengîn li ber çavên me diborin. Heman demê nivîskar helbestên xwe li gor kronolojiyekê û dîrokê û bîrdozekê vehûnaye. Xwestiye zemên, kirinan û dîrokê di bêjinga hişê me re biborîne. Çimkî hertişt li ser bingeha pira paşerojê ava dibe, bi pira pêşerojê jî xwe ji nû ve diteyisîne û xwe nû dike. Yanê bi şêwaz û teknîkeke din paşeroj li moxila pêşerojê dikeve. Loma divê xwende hay ji paşeroja xwe hebe û divê bi vî awayî stûnê avahiya wêjeyê, bîrdozê û dîrokê bê damezirandin. Helbestvan asas xwendevên şiyar dike û dibêje rabin serxwe ji xew rabin bi xwe bihesin û bi hebûna xwe bihesin. Di helbestan de sînorê gotinan tune ye, werîsê gotinên xwe beradaye û bêsansur herikiye. Yanê di beşa ewil de asas meriv dikare bêje, helbestvan dîroka hebûna kurdan, dîroka hebûna wêjeyê û dîroka hebûna serlehengên bi navûdeng ango pêşengan  bi her awayî hebûna wan destnîsanî me xwendevanan kiriye û gotiye hisyar be miletê min, em ne kêmî ti kesî û gelî ne. Em hene û bi her awayî û di her qadê de em hene, em niha jî hene. Û xwe kêm nebînin. Bi kurt û kurmancî helbestvan xwendevanan û me hişyar dike û dibêje hay ji dîroka xwe hebin…. Îcar em werin ser beşa duyemîn, beşa me ya duyemîn piranî helbestên hundirîn yên şexsî ne. Yanê helbestvan him şexsî nivîsiye û him jî gelê xwe, dîroka xwe jibîr nekiriye. Loma jî helbestên me bi qasî şexsî ne ewqasî jî giştî ne. Lê helbet nivîskar gelek helbestên cihêreng jî nivîsandiye. Em dikarin bêjin di beşa helbestên şexsî de piranî êş, zanistî, ciheltî û êl, heyat  û hestên cihêrengîn yên hundirîn hatiye teyisandin. Mînakek ji helbestên me yên şexsî:

DEQA HUNDIRÊ MIN

Yê berjor diçû û yê berjêr dihat

Di heman pirê re derbas dibûn

Qet li nava pirê li hev rast nehatin

Berjoro,

Ji bêrîka xwe ya çeqmaq

Al, Alfa, alfabe derxist

Berjêro

Ji bêrîka gomlegê xwe 

Sûretê tapoyê derxist

Dirêjî muderîs kirin

-Erdê bavê te ye

-Ê bavê min

-Ê bavê te

-Bavê min ê ji kîjan jinê

-Elîfbaya dêya te ye

-A dêya min

-A dêya te

-Dêya min a jina kîjan bavê min.

Di vê helbestê de yê berjor hildikişin û yên berjêr ve dadikevin di heman pirê re derbas dibin, lê tucarî jî li hev rast nayên. Îcar ev kîja pira ye gelo? Pira zanistiyê ye an jî pira nezaniyê ye? Helbet dema em li helbestê dinêrin yên berê xwe û qibleya xwe dane zanistiyê radihêje al, alfa û alfebeyê berê xwe bi nivîs û zanistiyê vedikin yên berê xwe berjêr vedikin û didin dû şopa tapoyan û zeviyan û li pê şopa mal û milkan ketine berjêr ve herikîne. Yanê asas helbestvan du rêya dide ber me xwendevanan rêya zanîn, qudretê û alîmê û rêya mal û milkan hwd… Her wiha di helbestê de Al, Alfa, Alfabe metaforên dewletxwaziyê û zanînê ne, heman demê metaforên zagonîk in. Çimkî dewlet bi xwe zagon û rêgez in. Loma jî rêya zanînê di rêya serxwebûnê de dibîne, serxwebûnê jî bi metaforên dewletê berbiçav dike. Her wiha di helbestê de leystikên edebî û wêjeyî jî heye. Helbestvan bi leystikan gotin û bêjeyên xwe serê xwendevên li bin guhê hevdu dixîne. Helbet wêje ji hêleke xwe leystika gotin û peyvan e. Di vê leystika peyvan de Adem û Hewa bi bîra mirov tîne. Hertişt bi wan dest pêkir û berdewamkir li gor metafizîkê. Loma jî asas mijar hinekî xwe digihêjîne çavnebariyê, hesûdiyê û çavbirçîtiyê. Çimkî Habîl û Kabîl du bira bûn, ji ber hesûdiyê û wekî din serê hevdu xwarin. Werhasil Helbesta me dîalog e, çimkî di helbestê de Berjêro û Berjoro heye, weke karakterên metaforîk hatine destnîşankirin. Vegotin û gotinên Berjor û Berjêro him nivîskar diaxivîne û him weke dîalogan herdu jî teşhîsên xwe datîne, heman demê herdu karakter an jî metafor leystika peyvan dilîzin bo ku xwendevan serê xwe bi wan re biêşîne. Yanê hinekî ji helbestbûnê derketiye, ciyê ku dîyalog têde cih wergirtiye bûye weke dîalogên roman an jî çîrokan. Taliya talî nivîskar rêya zanîn û nezanînê û rêya heyatê li mêzîna hişê me de dipivîne.  Li gor helbestê Berjêro metafora nezaniyê û feodalîzmê destnîşan dike, Berjoro jî metafora zanîn û kamilbûnê û xwenasînê berbiçav dike. Helbet di beşa ewil de jixwe nivîskar rê û rêbaza zanînê li ber me xwendevanan raxistibû û dibêje dema we beşa duyemîn we xwend hûnê di wir de jî pîvana zanîn û kamilbûnê bibîne û hûnê di mêzîna serê xwe de bipîve û bi cetvelê xwe metreqareyên zeviyên zanîna hiş, xwenasîn û  aqlê xwe biwezînin. Weke me go helbestên me li ser stûnên cihêreng yên zanînê û şexsî avahiya xwe ava kiriye. Loma jî em dikarin bêjin nivîskar di helbestê xwe de ji me re dibêjin rêya kamilbûn û têgihştinê û zanînê, xwenasînê  Celadet e, Cizîrî ye, Feqî ye, Kawa ye, Osman Sebrî ye, Nûredîn Zaza ye, Qazî Muhamed e hwd…

  1. HAWAR, BELKÎ, RP-12-13, 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir