Şahîn Vural

jibo ku bêhna veqatandinê ji ser min here

li kolanê ku min û te bihev re 

beybûn bêhn kiribûn bi gavê biçûk û dirêj dimeşim

dibînim ku kolan hîn wek berê bi beynûnan xemilandiye

lê em bi bêdengiyê

mezinbûna hêsrên min ji ber vêya ye

êdî paca odeya xwe  pirr xatir didimê

xwezî we jî zanîba pace tenê ne çarçovake

jibo ku hûn min fabikin 

divê serê tiliyên we li beybûnekê ketibe û tiştên pirr wanî

tiştê ku wê bê serê min û niha tiştên tê serê min 

bi vê gotinê didome

gava ku mirov dixwaze bipeyive lê kilim ji deva dernekeve

tasek av bi kêrî tu tiştî nayê

an êdî naxwazim vê hilmê bikşînim hundirê xwe 

an jî dixwazim bila bêhna beybûnan li min vegere

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir