PYNK`ê diyar kir ku darizandina 108 siyasetmedar û endamên HDP`ê ne qanûnî ye û têkiliya xurt a rejîma Erdogan û çeteyên DAIŞ`ê nîşan dide. PYNK`ê bang li hemû hêzên muxalefeta civakî û siyasî ya Tirkiyê kir ku li kêleka HDP`ê bin.

Hikumeta Tirk di Nîsana borî de dest bi darizandina 108 siyasetmedar û endamên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ji ber Doza Kobanê, kir. Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) der barê mijarê de daxuyaniyek da.

Di heman çarçoveyê de bertekên gel û derdorên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî siyaset û êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin.

PYNK`ê di daxuyaniya xwe de teqez kir ku darizandina siyasetmedar û endamên HDP`ê, parçeyekî hewldanên jihevxistina tevgera siyasî ya kurdî û hewldanên AKP û MHP`ê yên tesfiyekirina HDP`ê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hikumeta Tirkiyê dest bi darizandina 108 siyasetmedar û endamên partiya HDP`ê ya muxalîf kir, di nav de hevserokên berê yên HDP`ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yusekdag. Ev yek di çarçoveya hewldanên çewisandinê yên rojane yên rejîma Erdogan ên li dijî dijberên xwe de, tê kirin.”

PYNK`ê destnîşan kir ku dadgehkirin piştî xwepêşandanên ku hemwextî êrişa çeteyên DAIŞ`ê li dijî bajarê Kobanê (2014) pêk tê, xwepêşandanên wê demê ji bo piştgiriya bi Kobanê re ku ji aliyê rêxistina terorîst ve rastî dorpêç û êrişê hatibû û gelek komkujiyê pêk hatibûn, li dar ketin.

PYNK`ê teqez kir ku ev darizandin ne qanûnî ye û têkiliya xurt di navbera rejîma Erdogan û rêxistina DAIŞ`ê de nîşan dide û daxuyaniyê wiha dewam kir: “Di demekê de ku berxwedana Kobanê piştgiriyeke navneteweyî girt, nexasim ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve, Tirkiyê piştgirî dida DAIŞ`ê û li bendê bû ku Kobanê bikeve. Îro jî bi rêya dadgehkirinê û bi rêya qanûneke neserbixwe ku bi fermanên siyaset û rejîma Erdogan tev digere, tola têkçûna DAIŞ`ê hiltîne.”

PYNK`ê her wiha da zanîn ku ev dadgehkirin parçeyekî hewldanên jihevxistina tevgera siyasî ya kurdî û hewldanên AKP/MHP`ê yên tesfiyekirina Partiya Gelan a Demokratîk e û wiha dewam kir: “Nexasim ku ji beriya çend salan ve li dijî HDP`ê operasyonên qirkirina siyasî pêk tên, endamên wê tên binçavkirin, parlamanteriya endamên wê tê xistin û hevşaredarên hatine hilbijartin, ji kar tên derxistin û li şûna wan kesên girêdayî partiya Erdogan tên erkdarkirin.”

PYNK`ê diyar kir ku ev dadgehkirin, asta tirsa rejîma Erdogan ji HDP’ê nîşan dide û wiha dewam kir: “Nexasim piştî ku anketên derketine îşaretê bi paşdeçûna alîgirên AKP`ê dike, her wiha bi giştî alîgirên muxlafetê li Tirkiyê zêdetir dibin. Ev yek Erdogan û partiya wî tevlihev dike û ji bo ku li ser desthilatê bimîne rêbazên neqanûnî bi kar tîne.”

‘ERDOGAN QADA SIYASÎ LI TIRKIYÊ KIRIYE DARISTAN’

PYNK`ê wiha helwesta xwe diyar kir: “Wek PYNK em darizandina siyasetmedar û endamên HDP`ê û hemleyên çewisandinê yên rojane, şermezar dikin. Di heman demê de em bang li civaka navneteweyî dikin ku li dijî Erdogan bikevin nava tevgerê ku qada siyasî li Tirkiyê veguherandiye daristanê û li gorî dilê xwe bêyî ku rêzê ji urf û qanûnên navneteweyî re bigire, tev digere.”

PYNK`ê bang li hemû hêzên muxalafetê yên civakî û siyasî li Tirkiyê kir ku li kêleka HDP`ê bisekinin û demokrasiyê ku roj bi roj li Tirkiyê ji ber siyasetên hundirîn û derve yên Erdogan qels dibe, biparêzin û wiha bi dawî kir: “Êrişa hov a rejîma Erdogan a li dijî HDP`ê dimeşîne, dibe ku li dijî partiyên din ên opozîsyonê jî bê meşandin. Ji lew re, divê ev partî hevkar bin û li dijî hewldanên Erdogan ên tunekirina muxalefetê û demokrasiyê li Tirkiyê bisekinin.”

(cx)

ANHA

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir