enflasyonemeklilikötvdöviz
DOLAR
8,4525
EURO
10,0760
ALTIN
497,60
BIST
1.392
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sıcak
40°C
Diyarbakır
40°C
Sıcak
Cuma Sıcak
40°C
Cumartesi Sıcak
39°C
Pazar Sıcak
39°C
Pazartesi Sıcak
40°C

Rêgehên (Metod) Felsefeyê Çi Ne?

Rêgehên (Metod) Felsefeyê Çi Ne?
01.05.2021
0
A+
A-

Felsefe, ne xwediyê wan rêgeha ye ku zanistên xwezayî û zanistên civakî wan bikar
dihênin. Ango, felsefe di laboratuaran de nikare toklînan (deney, experiment) pêk bîne,
yan jî wekî hinek zanistên civakî, testan bikar bihîne. Rêgeha felsefeye, ji dema
Arîstotalesî ve şeklên birêvebirina mantîq û aqil e. Lewma Arîstotalesî mantîqê, wekî
organon felsefeyê nirxandiye.
Di felsefeyê de şeklên bikaranîna (sepandina) mantîqê:
1- Berjorwerî (induction): Rêbazeke felsefeyê ye û di vê rêbazê de, yeko yeko ji
pêşniyaran destpêkirin û gelemperîkirin heye. Li ser bûyerekê bi hejmareke pir zêde (n)
çavdêrî têne pêkanîn û di dawiyê de pêşniyara herî gelemper tê bidestxistin. Berjorwerî
(fr: induction, tr: tümevarım) di roja me ya îroyîn de, ji aliyê gelek zanistan ve bi
armanca bidestxistina zanayiyên aqlî, wekî rêbazekî tê bikaranîn. Lê tiştek heye ku
divê meriv vê yekê jî bibêje: Encamên ku bi rêya enduksiyonê têne bidest xistin, meriv
nikare bibêje ku ew ji %100 encamên misoger (qutebir) in, ixtîmala ku ew encamên
dibeyî bin jî heye. Heta ku pêşniyarên pêşîn rast derkevin, tu pirsgirêk dernakevin holê.
Lêbelê dema yek pêşniyarek jî çewt be, wê demê encama ku tê bidestxistin jî, dê çewt
be. Çend mînakên vê rêbazê: A- Sifir, lajwerdek (metalek) e û dema ku meriv agir bide
binê, diperçive. B- Çînko (tûtye) lajwerdek e û dema ku meriv agir didê binê, diperçive.
C- Alemyon, lajwerdek e û dema ku meriv agir dide binê, diperçive. D- Zêr, lajwerdek e
û dema ku meriv agir dide binê, diperçive. E- Hesin, lajwerdek e û dema ku meriv agir
dide binê, diperçive. ‘Pêşniyarên li jorê, pêşniyarên pêşîn in. Ango, pêşhatî (pêşane,
pêşsipar, premise, öncül) ne.’ Encam: Nexwe, hemû lajwerdekên (metal) ku têne
germkirin, diperçivîn. Di mînaka jorîn de ger pêşniyarekê pêşîn çewt be, bêguman dê
encam jî çewt derkeve. Lê heke tiştekî wiha pêk neyê, wê demê meriv dikare bibêje ku
hemû lajwerdek, dema germ dibin diperçivin.
2- Berjêrwerî (deduction): Rêbazeke mentiqî ya beravajiya berjorweriyê (tümevarım)
ye û di felsefeyê de jî tê bikaranîn. Di vê rêbazê de, ji pêşniyarek tevayî (tevbar, tumelî)
tê dest pê kirin. Di dawiyê de jî, encamên tîkel (qismî) têne bidestxistin. Bi pirranî ji
aliyê Arîstotales ve hatiye bikaranîn û dîsa yê ku rêzik û şeklên bikaranîna vê rêbazê
destnîşan kiriye, Arîstotelasî ye.
Deduksiyonê heta dawiya Serdema Navîn jî, girîngiya xwe domandiye û hatiye
bikaranîn. Cihêrengiya deduksiyonê ya ji enduksiyonê ew e ku, encamên deduksiyonê
(fr: dêduction, tr: tümdengelim) misoger in. Encam bi awayekî bêgav, ji aliyê
pêşhatiyan (öncül, pêşsipar, premise) ve têne destnîşankirin. Mînakek bo vê rêgehê:
Hemû mirov bi mirin in. (Pêşniyara Tevbar)
Sokrates jî mirovek e. (Pêşhatî)
Nexwe (ku wisa be), Sokrates jî bi mirin e. (Encam)
Ji mînakan jî tê dîtin ku encam bi awayekî bêgav, ji pêşhatiyan derdikeve. Rewşeka
beravajiya vê yekê, ji ber ku wê rê li nakokiyan veke, dê ne derbasdar be.
3- Rêgeha Dahûrîner, Rêgeha Analîtîk (analytical method): Ev rêbaza mentîqî, hema
hema meriv dikare bibêje ku ji destpêka felsefeyê ve tê bikaranîn. Di vê rêbazê de,
hemû (wateyek tevayî, tumelî, tevbar), ji perçeyên xwe ên ku hemûyê anîne holê, têne
veqetandin û bi vî awayî, lê tê vekolandin. Felsefe dema ku dest babeteke dike, we
babetê bi hemû aliyan vedikole, lê hûr dibe, yeko yeko wek pêşniyarîyan ji hevdu
vediqetîne û tiştê ku dixwaze vebêje, bi vî awayî dibêje. Di felsefeya hemdem de ev
rêbaz gelekî tê bikaranîn, nemaze di warê zimannasîyê de tê bikaranîn. Tiştê ku tê
xwestin, ji holêrakirina pêşdaraz, têgihiştinên çewt û pejiraninên qelp in. Ango, cewher,
naverok, çêbûn, hebûn û têgehên hwd. ji ber ku ji aliyê gelek fîlozofan ve gelek caran hatine vekolandin, ew bi wateyên xwe yên rasteqîn, li holê xwiya nakin. Rêbaza (rêgeh,
metod) dahûrîner wiha dike ku, wateya wan ya rasteqîn, çêtir were têgihiştin.
4- Rêgeha Pêkhêner, Rêgeha Sentetîk (synthetic method): Di vê rêbazê de beravajiya
rêbaza analîtîk (dahûrîner), wiha tê fikirîn ku yeko yeko ti wateya perçeyan tune û
perçe, encax di nav hemûyê (tevahî) de dikarin bibin xwedîwate. Ji ber vê çendê jî,
heke em bixwazin pirsgirêkekê bi giştî (bi hemû hêlên wê ve) bibînin, wê demê divê em
li temamiya wê mêze bikin.
5- Rêgeha Aksiyomatîk (Axiomatic Method): Ev rêbaz, aîdê mentîqê ye û di felsefeyê
de jî tê bikaranîn. Di vê rêbazê de têgehek, wek bingeh tê pejirandin û piştî vê domanê,
dest bi hilberandina têgehan tê kirin. Ango, bi vê rêbazê têgeh têne hilberandin. Bi vê
yekê wuha tê xwestin ku ji bo cîbicîkirina rewşên taybet, xwe bigihihînin sîstemeka
tevayî. Têgehên ku weke bingeh têne qebûlkirin, dibe ku ew têgehên keyfî bin yan jî,
têgehên ku bi rêya sehekan hatine bidestxistin bin, ku pêbawer (bawerpêkirî, ewle)
têne dîtin. Di sedsala 20an de, ji aliyê Bernard Russel û Alfred North Whiteheadî ve ji
bo veguhêrandina matematîkê ku dixwestin matematîkê vebiguhêrînin mentîqê, ev
rêbaz hatiye bikaranîn. Di felsefeyê de bikaranîna wê ya herî berbiçav, ji alîyê Benedict
Spînoza ve pêk hatiye. Benedict Spînoza, şeklên pêşniyarîyên aksiyomatîkê, di pirtûka
xwe ya bi navê ‘Etîkê’ de ji bo pêkanîna felsefeya xwe ya ehlaqê, bikar aniye. Mînakek
ji Rêbaza Spînoza: Cewher ji bo berdewama hebûna xwe, ew heyîn e ku pêdiviya wê bi
ti tiştî tune (Danasîn). Encam 1: Cewher, sebebê xwe ye. Encam 2: Cewher, bêdawî ye.
Encam 3: Cewher, tekan e û heke dido bûya; dê hevdu bisînor bikirana. (Deran, jêderî,
inference, îstîdal)
7- Rêgeha Danwelidandinê (meiotic method): Ev rêbaz, ji alîyê Sokratesê fîlozofê
navdar ve hatiye bikaranîn. Sokrates wiha bawer dike ku mirov, ji zayîna xwe ve
xwediyê zanayiyê ne û ger, ji wan pirsên rast û dirist werin pirsîn, ew xwediyê wê
danehevê ne ku dê bersivên rast û dirist bidin (Di vê xalê de meriv dibêje qey Sokrastes
baweriya xwe, bi celebek reenkarnasyonê tîne). Sokrates, ji vê yekê gelekî bawer e û li
pêşiya komek mirovan, vê yekê diceribîne jî. Koleyekî hildibijêre û li pêşiya hemû
mirovan, jê pirsên ku bi sêqoşeyê re têkildar in dipirse. Wiha dike ku sêqoşe tê bîra
koleyî. Lê hemû pirsên Sokrates, wekî belê (erê), yan jî wek nexêr (na) têne
bersivandin. Ji ber vê çendê jî, ev rêbaz weke rêbazeke bişik (biguman, ne ewleder)
hatiye dîtin.
8- Rêgeha Diyalektîk (dialectic method): Diyalektîk, rêyeke fikirînê ye. Bi vê rêyê, yên
nakok yan jî dijber, têne cem hevdu û yekîtiyeke diafirînin. Di encama vê yekê de,
pêşveçûnek dertê holê. Cara yekem li cem Herakleîtosî hatiye dîtin, di dewra hemdem
de jî, ji aliyê Hegel ve hatiye bikaranîn. Di diyalektîkê de du têgehên dijber, tez û
antîtezê pêk tînin û ev du dijber, digihêjin sentezê. Sentez jî, piştre carekê din ji hev
dabeş dibe û dibe tez û antîtezeke din a nû. Ev demajo, her berdewam dike. Mesela: Reş
(tez) û spî (antîtez) bila du têgehên dijber bin. Wê senteza wan, cûn (grî, boz) be

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.