Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd hevdîtineke bi dîmen bi Wezîrê Parastinê yê Siwêdê Peter Holtqvist re pêk anî. Di hevdîtinê de rewşa ewlehî, aborî û mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan, mijarên girêdayî şerê li dijî terorê, berdewama çalakiyên çeteyên DAIŞ’ê û bandora wê li herêmê û cîhanê, her wiha pirsgirêka kampan, jinûve geşkirina herêmê û destekdayîna bi QSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotûbêj kirin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku hikumeta Siwêdê piştevaniya xwe ya bi çareseriyên ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.  Her wiha  xwestek û hêviyên xwe derbarê domandina xebatê bi hikumeta Siwêdê re di qadên ewlehî û leşkerî û şerê li dijî teror û çeteyên DAIŞ’ê de  destnîşan kir.

Ebdî diyar kir ku pêwîste çareseriyeke ji bo demdirêj pêk were ku ewlehiya herêmê û niştecihên wê pêk bîne û piştevahiya projeyên xizmetguzariyê bê kirin da ku bandora şaneyên DAIŞ’ê bi dawî bibe.

Mezlûm Ebdî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” ku QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ’ê di 28’ê Adarê û 2’yê Nîsanê de li dijî şaneyên DAIŞ’ê li kampa Holê pêk anîbûn û îşaret pê kir ku pêwîste xebatên ji bo sivikirina barê li kampê bi rêya vegerandina welatiyên li kampa Holê li welatê bidomin.

Wezîrê Parastinê yê Siwêdê jî axivî û got, divê Koalîsyona Navneteweyî kar bike da ku encamên baş derkevin û got: “Nûkirina binsaziyê û peydakirina jiyaneke ewle û bi rûmet dê bi awayekî mezin di têkbirina rêxistina DAIŞ’ê de bibe alîkar.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd jî destnîşan kir ku li herêmê şerên demdirêj qewimîn û gelek koçber lê hene, ji bo jinûve avakirinê pêwîstî bi desteka navneteweyî heye.

Çiya Kurd bal kişand ser xeteriya belavbûna vîrusa korona li herêmê û tunebûna derfetên ji bo bidawîkirina wê kir.

Her du aliyan di dawiya hevdîtinê de teqezî bi girîngiya domandina hevdîtinên di navbera wan de kir.

ANHA

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir