Artêşa Tirk a dagirker piştî şerekî dijwar ku beriya du roja li bajarê Serêkaniyê rû dabû, dest bi hemleyeke berfirh kir û di encamê de nêzî 100 çete girtin.

Çavkaniyên taybet ji ANHA`yê re ragihad ku ji duh ve nêzî 100 çete ji komên girêdayî artêşa Tirk a dagirker û malbatên wan hatin girtin û piraniya wan ber bi Tirkiyê ve hatin şandin.

Li gorî çavkaniyan, “Displîna Leşkerî û Polîsên Sivîl” tevî 50 panzêrên dewleta Tirk û 20 erebeyên ku çekên doçka li ser hebûn, li bajarê Serêkaniyê dest bi hemleya girtinê kir.

Hemleya girtinê li dijî endam û alîgirên çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiye hate kirin. Hejmareke endamên koma çete ber bi herêmên bajarokê Silûk û bajarê Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin ve, reviyan. Her wiha çeteyên Diri El-Heseke û alîgirên wan jî hatin girtin.

Li gorî çavkaniyan, ji ber hewldana çeteyên Ehrar El-Şerqiye ku hejmareke jinên girêdayî çeteyên bi navê Diri El-Heseke ku ji çeteyên ji Hesekê û Dêrazorê pêk tê, li bajarê Serêkaniyê kontrol bikin, şer derket.

Her wiha heman çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker beriya du rojan topên RBG ber bi navendeke çeteyên Diri El-Hesekê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ve avêtin û di encamê de duh di saetên şevê de li nêzî nexweşxaneya kevin a Serêkaniyê, şer rû da û çekên giran hatin bikaranîn.

Dewleta Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an de bi piştgiriya çeteyên xwe êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kir û her du bajar dagir kir.

(bx)

ANHA

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir